Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berpirsiyariya Dîrokî Xurtkirina Destê Rêber Apo Ye

02/03/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Çawa ku Rêber Apo di dema şerê çekdarî de mezintirîn têkoşerê azadî û demokrasiyê bû, îro jî bi banga xwe ya aşîtî û civaka demokratîk re, gewretirîn aşîtîxwaz û têkoşerê azadî û demokrasiyê ye.

Rêber Apo di vê peyama xwe de carek din isbat dike ku sedema pirsgirêkê zihniyeta Tirk ne têkoşîna adilane ya gelê Kurd e. Lewre, eger mesele guhertina rêxistinî be, wê çaxê em ji bo guhertina şêwaz û amûrên guhertina demokratîk amade ne, lê hîcar hûn amade ne niyetên xwe yên stratejîk beramberî doza Kurd eşkere bikin?

Ji bona ku daxwazên peyama Rêber Apo bi cih werin, pêwîstiyek lezgîn bi guhertina zimanê nêzîkatiyê heye. Ji ber vê jî divê ev peyama weke metna destpêkê were dîtin ku pêwîstî bi hinek gerantî û gavên siyasî, hiqûqî û demokratîk heye. Girîngiya vê bangê xwe dispêre baştêgihaştina guherînên cidî yên li herêmê rûdidin û hewcedariya stratejîk a guhertina şêwazê têkoşîna demokratîk ku pabendê geşedanên sedsala bîst û yekan be. Ango; cilên heya roja îro hatine lixwekirin, êdî teng bûne û pêdiviyek lezgîn bi guhertinê heye.

Bê guman aliyek din a banga Rêber Apo ew e ku; behsa civaka demokratîk a rê li ber şerê demdirêj digire dike. Ev yek jî isbat dike ku êdî têkoşîna Kurdan bi encam dibe ku kirasê înkarê çirandiye. Ji ber vê jî; ev pêvajo ne prosesek gav paş de avêtin e, tam berovajî wê yekê, gavên mezin ên ber bi tekûzkirina zaferê ne. Ji xwe hêza têkoşîna ku Kurdan raber kiriye, bi nêzîkatiya dewleta kûr a Tirkiyê û destavêtina wê ji Rêber Apo re diyar bûye.

Çawa ku dunya ne weke sedsala berê ye, Kurd jî ne Kurdên berê ne. Ji bona ku teoriya Kurd û ideolojiya wî ya têkoşîna serkeftî li gorî sedsala nû be, Rêber Apo têkoşînek bê hempa daye meşandin ku bi salan li ser teoriya wê xebitiye. Ji ber vê jî hemû nirxandinên piştî xwendina peyama Rêber Apo derketine, hemfikir in ku Rêber APO bi peyama xwe firsendek daye duyemîn sedsala komarê ku bi awayekî demokratîk bi ser keve û dest ji rêbazên sedsala yekemîn ku nedikarî pê ti qezencê bi dest bixe, berde.

Çawa daxuyanî destpêk bû, êdî dor lê hatiye ku dewlet jî hinek gavên tetmînatê yên têkoşîna civaka demokratîk biavêje û ji bona aşîtiyek mayînde bilebite.

Her wiha pêwîste him dewlet û him jî Kurd, di van rewşên kirîtîk û hestiyar de, dev ji hesabên kî bi ser ket û kî bi bin ket, berdin û nedin pey gotinên vala û porvakatîf ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin. Çawa ku Rêber APO bi daxuyaniya xwe arguman ji destê dewletê derxist, divê civaka Kurd jî destê Rêber Apo yê aşîtî û demokrasiyê xurt bike û bi awayekî lezgîn pêdiviyên vê qonaxê, bi Rêber APO re, bi cih bînin ku banga wî weke peyameke ji bo çareseriya ku dê serkeftinê bi xwe re bîne, were hembêzkirin.

Êdî li holê belgeya destpêkê ya pêvajoyeke çareseriya aşîtiyane heye, lew re divê şert û mercên dîzaynerê vê projeyê werin guhertin û Rêber APO serbest bibe ku bi azadî vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Her wiha divê dewlet jî dest ji netewperestiya xwe ya hişk berde û dest bi xebatên guhertina destûra bingehîn bike û gevên hiqûqî, siyasî û demokratîk biavêje. Êdî gok li gel wê ye.

Pêwîste şiklê berpirsyariya hestiyar û stratejîk a ku Rêber Apo girtiye ser milê xwe baş were fêmkirin ku encamên derkevin, wê dîrokî û bi salan dewam bikin. Ji ber vê yek jî, peyama Rêber APO dîrokî ye. Gelê me jî di wê ferqê de ye ku rengê pêşwazîkirina wî ji peyama Rêber Apo re, asta baweriya wî ya mutleq bi fikrên Rêber Apo re diyar dike. Berpirsiyariya dîrokî jî ew e ku; pêvajo were nirxandin û naveroka wê jî ji gelan re bête ravekirin.

Post Views: 149
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.