Ayşa Silêman/ Qamişlo
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) 12 sal in rêwîtiya xwe di nava têkoşîn, ked û berxwdanê de ye, da ku bi xebatên xwe yên pîroz rastiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li cîhanê diqewime ragihîne. Di encama vê rêwîtiyê de 6 xebatkarên ANHA’yê şehîd ketin û bûn pêşeng ji bo xeta Ragihandina Azad.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê wekî daneheva têkoşîna rizgariya Kurdistanê û gihandina azadiyê ye. Ajansa Nûçeyan a Hawarê di 1’ê Adara 2013’an de hatiya avakirin. Navê xwe ji rojnameya Hawar a ku yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê û Ragihandina Azad Mezlûm Dogan ku di zindana Amedê de derxistibû, girtiye dest.
Avabûna Ajansa Hawarê
Dema ku li Rojhilata Navîn buhara gelan destpêkir, ANHA jî bi destpêkirina şoreşa gelan ya 19’ê Tîrmehê re hat damezrandin. Herwiha bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re jî, ji bo şopandina keşedan û bûyerên siyasî, leşkerî û meydanî li Rojava erkeke girîng girte ser milê xwe û roleke mezin lîst. Di demekê ku di herêmê de rê û rêbazên ragihandinê tune bûn ku hişmendiya hegomonîk û desthilatdar ragihandin bi awayekî mezin reş û berovajî dikirin, di heman demê de agahiyên ne rast didan civakê. Lewra pêwîstî bi avakirina ajansa ANHA hebû, ji ber ku ANHA hewl da ku li hemberî vê yekê di qada ragihandinê de bibe dengê rastiyê û tevlî têkoşînê bibe û civakeke axlaqî û politîk ava bike. Armanc ji avakirina Ajansa ANHA ew bû ku têkoşîna di qada ragihandinê de tê kirin, yek ji rêbazên têkoşînê ji bo xurtkirina rêgezên jiyanê û avakirina kesayeta civaka axlaqî û politîke ku hemû deng, reng, bawerî, nêrînan qebûl dike û avakirina civakeke demokratîk pêş bixe.
Kar û xebatên Ajansê
ANHA bi 7 zimanan weşana xwe dike; bi zimanê kurdî, erebî, ingilîzî, farisî, turkî, ispanî û rûsî. Bê guman Ajansa ANHA dikarîbû bibe cihê rastiyê û baweryê li cem gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê. Ajansa ANHA bi avabûna xwe bû çavkaniya rastiyan û li hemberî hişmendiya ku netew û jin înkar dike bû dengê rastiyê û her dem li ser şopa şehîdên doza azadiyê û dengê rastiyê meşiya.
Bi şoreşa Rojava re û bi şoreşa jinê ya 19’ê Tîrmehê re, Ajansa ANHA hewil da ku dengê şoreşê bighîne tevahî cîhanê. Di nava ajansa Hawarê de jin jî xwedî cihekî taybete û di amedekirina nûçe û babetên heyî de muhra xwe lê dide. Li Rojava Ajansa ANHA bû mîna dibistanekê ji bo hemû rojnamevanan û ji bona gelek rojnamevanan bû çavkaniya perwerdeyê. Ajansa ANHA şer, êriş, berxwedanî û jiyana gel ji hemû milî ve, kêlî bi kêlî dişopand û ji bona tevahî cîhanê radigihand. Di nava hemû şert û mercên zor û zehmet de ajansa ANHA kar û xebat dida meşandin û ji bona xwe gihandina rastiyan gelek şehîd û birîndar dan. Helbet ji bo civakekî şoreş ne bi hesanî tê ava kirin û di heman demê de rojnemevantî jî ne hêsan bû. Jin ji ber hişmendiya Sistema mêrê serdest her tim hatiye kolekirin û tu derfet jêre nehatiye dayîn ku cihê xwe di nava civakê de bigre û bibe xwedî îrade. Lê bi derketina tevgera azadiyê re û bi saya ramanê Rêber Apo îro di hemû warên jiyanê de bûye xwedî rol û cihê xwe di eniya pêş de digre.
Mûma riya azad
Heta niha 6 endamên Ajansa Hewarê dema ku êriş, şer û binpêkirinên dagirkeirya tik û çeteyên wê û êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmê bişopînin û berxwedana gelên herêmê li hemberî van êrîşan ji cîhanê û raya giştî re ragihînin şehîd ketin.
Hertim dagirkerî dengê rastiyê dike hedef û dixwaze giryarên xwe yên qirêj veşêre, lê li hemberî van êrîşan jî, berxwedanî û fedekarî berdewame. Şehîdên ajansa ANHA yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd ketine; Dilîşan Aîbiş, Hogir Mihemed, Rizgar Denîz, Seyd Ehmed, Isam Ebdulah û Cîhan Bilgîn.
Ajansa ANHA wê her tim li ser şopa heqîqetê bimeşe û wê doza rêhevalên xwe yên rojnamevan bişopîne û nehêle ku pênûs û kamîreya wan li erdê bimîne.