Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Abdullah Ocalan şensê aşitiyê dide!

02/03/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd aştiyê dixwazin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydî

Pirsgirêka Kurd û hebûna wê careke din bi peyama Rêber Apo Re ket rojeva hemû Cîhanê. Di vê derbarê de her kes nîqaşê li ser peyama ji Îmralî hatî dike, bandora wê li ser hemû herêmê tîne ziman û wê çi biqewime û rewş çawa bibe şirove dike. Lê hinek xalên girîng ku mirov dikare pê dakeve hene û ew jî wiha ne: Çekdanîna PKK’ê û bandora wê li ser nasnameya Kurdan û hebûna Kurd bêyîn çek û dîsa garantiya ku wê qirkirina Kurd pêk neyê çawa û kî bide.

Di peyama Abdullah Ocalan de hat gotin ku pêvajo guheriye û serdemeke nû hat destpêkirin, lê detayên vê pêvajoyê çi ne, hîne ji raya giştî re nehatiye gotin. Çekdayîna PKK’ê ne tê wateyê ku Kurd çekên xwe pê biparêzin deyînin û aliyên vê bangê jî dikin, mirov ji wan bipirsê ka bê çekbûn tê çi watê.

Niha du alî an du xet û nêrîn derketine holê û mirov dikare wan aliyan bi vî awayî bi nav bike; Aliyek nîqaşa bila PKK’ê bi ya Abdullah Ocalan bike, divê çekan deyîne, divê xwe fesix bike û biqede û ev jî aliyên ku ser bi dewletê ve ne an jî ser bi PDK’ê ve ne û di serî de Meisûd, Nîçirvan û Mesrûr Berzanî ne. Ev alî nabêjin ku vaye Ocalan ev bang kir û gavek avêt, ka bila dewleta Tirk jî gavekê bavêje, lê dixwazin bar hildin ser milê PKK’ê û di demekê de kêr li ser stûyê Kurdan e, PKK’ê hema çekan deyîne. Her wiha nêrîna aliyê din jî ew e ku şertûmerc pêk nehatine û nabe ku çek werin danîn û dixwazin bibêjin rêber Apo negotiye bila PKK’ê çekan deyîne û danîna wê ya çekan jî bi şertê pêkanîna mercên wê ve girêdayîye. Niha ew ê PKK’ê çekan deyîne an na, ev biryareke ku Rêveberiya vê rêxistinê dide û ew li gorî şert û mercên xwe dikare tevbigere, lê ev şirove û nîqaş di dema niha de Rojava eleqeder nakin û li gorî min, ne di cih de ye aliyên ser bi tevgerên Siyasî û leşkerî  li Rojavayê Kurdistanê xwe bixin vê navberê. Ji xwe Rêber Apo ji bo Rojava jî ji bo parçeyên din jî berê gotibû ku her aliyek divê li gorî şertûmercên cihê lê ye tev bigere û siyaseta xwe diyar bike.

Ya ji tevgerên siyasî tê xwestin ew e ji miletê xwe re bibêjin ka çi diqewime û wê dema pêş de pêvajo ber bi ku ve biçe da di mêjiyê wan de rewş zelal bibe. Miletê Kurd ne xeşîmê rewşê ye û ew ji bo şer jî amadebûye û ji bo aştiyê jî destek daye, lê çav li berpirs û rayedaran da fêm bike çi diqewime.

Divê mirov xweşbîn be ji bo dema pêş û bi hêvî be ji bo rewşê, ji ber yê siyast dike rêber Apo û yê nexşerêya Kurdan diyar dike ew e. Belkî dewleta Tirk bi rengekî taktîkî li vê rewşê dinêre û wiha hesab bike ew ê heta firsendê bibîne û di carekê de êrişî Kurdan bike. Lê wer xuyaye rêber Apo berovajî dewletê bi rengekî stratejîk li meselê dinêre û firseta dawî dide, da mesele bê zirareke hîn mezintir li hemû aliyan bibe, çareser bibe. Yanî hemû alî bê zirar ji niha û pêve ji nava vî agirî derkevin saxlemiyê.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.