Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Di 24’ê Sibata 2022’an de Rûsya dest bi êrişên ser Ukranyayê kir. Di encama şer de windahiyeke mezin a mirovî ya her dû aliyan pêk hat, di heman demê de aboriya Ukranyayê a binav û deng, hilweşiya. Ev şer bandora xwe li tevahî welatên Ewropî jî kir. Lê piştî vegera Trump tê diyarkirin ku ew li rêyeke çareseriyê ji bo rawestandina şer digere.
Piştî hewldanên Ukraniyayê ji bo tevlîbûna nava NATO û Yekîtiya Ewropayê, Rûsya ev yek weke metirsî li ser welatê xwe dît. Ji ber ku sînorekî dirêj di navbera wê û Ukranyayê de ye. Tevlîbûna Ukraniyayê ji NATO’yê re tê wateya ku çekên giran NATO’yê li ser erdê Ukranyayê bê bicihkirin. Ji ber vê yekê Rûsyayê çendî caran wekî gef li Ukranyayê xwarin û got; Heger tû van gavan bavêje, ez ê xaka te dagir bikim. Lê piştî Volodymyr Zelensky ev gav dewam kirin Ukraniya zêdetir nêzîkî NATO û Ewropayê bû û hewldanên cidî kirin ku tevlî Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATO bibe. Lewra di 24’ê Sibata 2022’an de Rûsya dest bi dagirkirina xaka Ukranyayê kir.
Di şerê Rûsya û Ukranyayê de windahiyeke mezin a mirovî pêk hat
Mîsyona Çavdêriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Ukraynayê (UNHCR) ji destpêka şerê Rûsyayê ve diyar kir ku heta niha zêdetirî 11 hezar û 743 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 24 hezar û 614 kes jî birîndar bûne. Dibe ku hejmara rast a windahiyan ji vê zêdetir bin. Herwiha dozgerên Ukraynayê diyar kiribûn ku heta 14’ê Mijdara 2024’an 589 zarokên Ukraynayî hatine kuştin. Sivîl ji tirsa şer gelek êş kişandin, lê piraniya kesên hatin kuştin leşker bûn. Ev şerê ku di navbera du hêzên nûjen de pêk hatî, encameke mezin a winahiya herdû hêzan çê bûn. Bi taybetî di xetên pêş ên vî şerî de bi hezaran mirov bûn qurbanî.
Herdu alî baldar in ku tomara qurbaniyên xwe yên leşkerî li gorî ewlekariya netewî eşekere bikin. Lewra texmînên giştî yên welatên Rojava li ser bingeha raporên ku istixbaratî pêşkêşî dikin. Lê piraniya texmînan ew e ku bi sed hezaran birîndar û kuştinî ji herdu aliyan heye.
Serokê Ukranya Volodîmîr Zîlînskî di referanseke Sibata 2024’an de diyar kiribû ku 31,000 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin. Lê derbarê hejmara birîndar û windayan de tû amarek nedabû. Ev şer rêjeyên mirinê, bi sedemên cûda li seranserê Ukraynayê zêde kir. Herwiha bû sedema ku rêjeya jidayikbûnê bi qasî sêyek hilweşe. Di heman demê de zêdetirî 6 mîlyon Ukraynî neçar kir ku birevin Ewropayê û nêzîkê 4 mîlyon mirov di hundur de koçber kir. Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku nifûsa Ukraynayê ji destpêka dagirkirinê ve bi qasî 10 mîlyon kesî an jî çaryekek kêm bûye.
Şer aboriya Ukranyayê hilweşand
Aboriya Ukraynayê di sala 2022’an de bi qasî sêyek kêm bû. Tevî mezinbûna aboriyê di sala 2023’an de, lê hîn jî ji sedî 78 mezinahiya xwe ya beriya dagirkeriyê ye. Lê li gorî nirxandina Banka Cîhanî, Komîsyona Ewropî, Neteweyên Yekbûyî û hukûmeta Ukraynayê ve destnîşan kiribûn ku zirara rasterast ji şerê li Ukraynayê heya Kanûna 2023’an de gihîştiye 152 mîlyar dolarî. Ev zirar herî zêde xanî, veguhastin, bazirganî, pîşesazî, enerjî û çandiniyê dîtin. Hikûmeta Ukraynayê û Banka Cîhanî diyar kiribûn ku lêçûna giştî ya nûavakirin û vejandinê li gorî dawiya Kanûna sala borî 486 milyar dolar bû. Li gorî daneyên Wezareta Aboriyê ev jimar 2,8 qat ji GDP-ya binavkirî ya Ukraynayê di sala 2023’an de zêdetir e. Rûsya di êrişên xwe yên birêkpêk de binesaziya Ukranyayê dike armanc, di van êrişan de sektora enerjiyê ya Ukraynayê bi taybetî zirar dîtiye.
Ukranya çavkaniyek sereke ya genim e li cîhanê, lewra pêkanîna şer li Ukranyayê krîza xwarinê ya cîhanî girantir kiriye. Ukrayna piraniya dahata dewleta xwe ji bo berevaniyê xerc dike û xwe dispêre alîkariya darayîya hevkarên xwe yên Rojavayî. Seroka komîteya sermîyan a parlementoyê Roksolana Bîdlasa diyar kiribû ku her roj şer û pevçûn li Kîevê bi qasî 140 mîlyon dolar tê xerckirin. Herwiha di pênyara budceya 2025’an de ku parastin dê ji sedî 26 GDPya Ukraynayê, ango 2.2 trîlyon hrîvniya (53.3 mîlyar dolar) bixwe. Ukranya beriya niha ji hevkarên xwe yên Rojavayî zêdetirî 100 milyar dolar alîkarîya aborî wergirtibû.
Şerê li Ukraynayê ev zêdetirî 3 sal in berdewam dike
Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell di civîneke çapemeniyê li Kîevê eşkere kiribû ku ew pakêta 15’emîn a cezayên li dijî Rûsyayê amade dikin.
Cebilxaneyên leşkerî yên welatên Ewropî ji ber şerê li Ukraynayê rastî valahiyeke dijwar tê. Piştî serkeftina Donald Trump li Dewletên Yekbûyî, gelek kes li parzemînê meraq dikin gelo dê pola Komarî piştgirîya xwe ya leşkerî ji Ukraynayê re bidomîne û banga xurtkirina şiyanên berevaniyê yên Ewropî bike.
Ewropa li ber ketina felakete aborî ya cîhanî ye
Gelek hişyarî li ser metirsiya aborî ya li pêşiya Ewropayê hene. Yekîtiya Ewropî ji ber cezayên ku li ser Rûsyayê sepandin e, li ber ketina felaketek aborî ya cîhanî ye. Herwiha piraniya welatên Rojavayî jî li ber ceribandina encamên şerê di navbera Rûsya û Ukrayna de ne. Welatên Ewropî bi kûrahî ketine nav pevçûnek ku ne ji bo çareserkirina wê, lê ji bo domandina wê hewl didin.
Krîza enerjiyê
Enerjî yek ji bandorên herî mezin e ku bandorê li Ewropayê dike. Ji ber şerê Ukraynayê bihayê gazê li Ewropayê gihîştiye asta herî bilind di heyama salekê de ku ji 500 dolarî bo her hezar metrekup derbas bûye.
Vegera Trump û siyaseta wî ji bo çareserkirina şerê di navbera Rûsya û Ukranyayê de
Trump siyaseta Amerîka li ser Ukrayna serûpel dike. Serokê Amerîka rêkeftina xwe bi Pûtîn re ragihand ji bo destpêkirina danûstandinan ji bo bidawîkirina şer. Ragihandina Serokê Amerîka Donald Trump li ser rêkeftina wî ligel Serokê Rûsyayê ji bo bidawîkirina şer û destpêkirina aştiyê bû sedema bertekên berfireh. Trump siyaseta sê salan a Amerîkî li hember Ukraynayê berevajî kir, piştî ku wî got ku wî bi serokê Rûsyayê re li hev kir ku dest bi danûstandinan bike ji bo bidawîkirina şer.
Trump diyar kiribû ku wî zêdetirî saetekê bi Pûtîn re bi rêya telîfonê axivî ye û dabû zanîn ku ew li ser rêya aştiyê ne. Herwiha paşê Trump bi Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zîlînskî re axifî. Lê ti pabendî li ser wê yekê neda ku Ukrayna di danûstandinên DY bi Rûsyayê re bibe hevkarek wekhev. Trump bi axaftina xwe ya bi serokkomarê Rûsyayê re banga rawestandina şer û çareseriyeke aştiyane kir. Herwiha serokomarê Rûsyayê Pûtîn jî di serî de bal kişand ser ji holê rakirina sedemên bingehîn ên şer û bi Trump re li hev kir ku bi hevdîtinên aştiyê, çareseriyeke demdirêj pêk were. Axaftina Trump bi Pûtîn re dibe ku nîşaneyeke dramatîk şandibe ku Waşonton (Washington) û Mosko dê bixebitin ku bigihîjin rêkeftinekê ji bo bidawîkirina şer li Ukrayna bi kombûna li dora hukûmeta Kievê.
Tevî ku destwerdanên Amerîka alîkariya du şerên cîhanî yên ku li Ewropayê dest pê kirin û paşê azadiya parzemînê li dijî Sovyetê garantî kir. Lê Trump di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinê de anîbû ziman ku dibe ew welatên NATO’yê neparêze ger ew têra xwe veberhênanê di berevaniyê de nekin.
Washington red dike ku Moskowê şermezar bike
Di guhertineke kalîteyî de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 20’ê Sibata 2025’an de dengdana xwe ji bo projeya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya şermezarkirina kiryarên Rûsyayê red kir. Herwiha pabendîbûna xwe bi serwerî, serxwebûn û aramiya xaka xwe di sînorê Ukranyayê de piştrast kir. Helwesta nû ya Dewletên Yekbûyî guherînek mezin ji aliyê yek ji piştgirên herî mezin ên Keyiv ve nîşan dide piştî sê salan ji piştgirîya leşkerî, di dema ku Washington hema hema bi gelemperî biryarên Neteweyên Yekbûyî yên piştgirîkirina Ukraynayê li dijî Rûsyayê pejirand. Trump di wê baweriyê de ye ku tevlîbûna Amerîka di şer de xizmeta berjewendiyên Amerîka nake. Di guherînek bingehîn de ji siyaseta derve ya berê ya Dewletên Yekbûyî, Trump hilbijart ku rasterast bi Rûsyayê re danûstandinan bike, da ku bilez şer û pevçûnên Rûsya û Ukranyayê bidawî bike. Daxuyaniyên Amerîkayê yên li hember Moskovayê erênî bûn û ji bo amadekariya hevdîtina her du serokan a li Riyadê jî di navbera her du wezîrên derve de civînek hat lidarxistin, ji bo rêvekirina civandina her du serokan.
Di 12’ê Sibata 2025’an de Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi rêya telîfonê bi serokê Amerîkî Donald Trump re axivî. Berdevkê bi navê Kermelîn Dmitry Peskov da zanîn ku di axaftinên herdû serokan de gelek mijar hatin nîqaşkirin, di nav de hevsengiya pevçûna Ukranya û rewşa Rojhilata Navîn.
Li gorî rojnameya Brîtanî “The Guardian”, Trump roja Pêncşemê “xemgîniya” xwe ji şîroveyên Zelensky nîşan da ya ku tê de dûrxistina wî ji danûstendinên di navbera Amerîka û Rûsyayê de ji bo bidawîkrina şerê li Ukranyayê rexne kiribû. Di tevgerek nakok de, xuya bû ku Trump Ukrayna ji şer berpirsiyar dibîne. Trump destnîşan kiribû ku Kîev karîbû lihevkirinek çêbike ji bo rawestandina şer.
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio di 18’ê Sibata 2025’an de piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re li Riyadê, ragihand ku li ser pêngavên destpêkê yên destpêkirina danûstandinan ku tîmên ji her du aliyan hatine avakirin, lihevkirinek pêk hatiye.
Li gorî hemû daneyan, Ukrayna bi fikar e derbarê domandina danûstendinên ku di navbera Rûsyay û Amerîka de beyî beşdariya rasterast a Kîevê.
Ukranyayê naxwaze Amerîka dest ji piştgirîya wê berde
Dewletên Yekbûyî ji bo şerê Ukraynayê di Sibata 2025’an de bi deh mîlyar dolar alîkariya leşkerî pêşkêşî Ukraynayê kiriye. Rêveberiya Trump hewl dide ku hevpeymanekê bi Ukranyayê re çê bike dê di berdêla alîkariya Washingtonê de 500 milyar dolar tawîzên madenê bide Dewletên Yekbûyî.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di 19’ê Sibata 2025’an de got ku pêşnîyara Amerîka ya li ser metalên nadir li wî welatî bê garantîyên ewlehîyê ye û dê li hember Kîevê ne adil be. Herwiha di serdana xwe ya Enqereyê de di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de, li ser pêşniyara Amerîkayê diyar kir ku eger em tiştekî bidin, divê di berdêla wê de tiştekî bi dest bixin. Welatê wî jî naxwaze bibe navendek a madeyên xam ji bo tu parzemînan û ew ne li ser dostanî û hevkarîyê ye, lê wî tekez kir ku ew naxwaze Amerîka dest ji piştgirîya wî berde û dixwaze Donald Trump bêtir li gel Ukraynayê bisekine.