Ronaz Silêman/Qamişlo
Hemehengiya Meclisa Edaleta Jin beşê Akademî û Şopandinê Newroz Eseid diyar kir ku Akademiya Yadê Eqîde bi rêya perwerdeyan hizir û pîşeyên civakê pêş dixe û got, “Armanca me ji perwerdeyên hizirî û pîşeyî ew e ku demên vala yên civakê ji holê rakin.”
Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinê pêk hat, di nava salên dûr û dirêj de gelek destkeftî qezenc kirin. Yek ji destkeftiyên jinan ku bi şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate bidestxistin; edalet e. Edaleta ku cewhera jinê ye û di nava pençên pergalê de asê mabû, di encama têkoşîna jinan a bi Şoreşa Rojava re li hemberî hemû zehmetiyan pêk hat. Di Konferansa Edaleta Jinê ya ku di sala 2016’an de hatibû lidarxistin, Meclisa Edaleta Jinê hatibû ragihandin. Jinan ji bo ku edalet, wekhevî û demokrasiyê di nava hukmên qanûnan de pêk were û rêxistinbûyîn belav bibe, biryareke bi vî rengî dan.
Meclisa Edaleta Civakî ya Jinê ji 4 beşan pêk tê
Meclisa Edaleta Jinê di 16’ê Mijdara 2018’an de 2’emîn Konferansa xwe ya li kantona Cizîrê li darxistibû. Ji bo berfirehkirina asta rêxistinbûna xebatên Meclisa Edaleta Jinê û hevkarî were misogerkirin. Herwiha xebateke hevgirtî were meşandin, di konferansa 2’emîn a ku di 16’ê Mijdara 2018’an de hatibû lidarxistin, Meclisa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin. Meclisa Edaleta Civakî ya Jinê ji 4 beşan pêk tê û wiha ne: Mala Jinê, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê û Akademî.
Akademiya Meclisa Edaleta Civakî ya Jinê
Di bin bana Meclisa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Akademiya Edaleta Civakî ya Jinê ya Şehîd Yadê Aqîde di 13’ê Cotmeha 2020’an de li bajarê Amûdê li ser navê endama Meclisa Edaleta Civakî ya Jinê Yadê Aqîde ku di encama êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li bajarê Serêkaniyê de şehîd bibû hate vekirin.
Rêgezên bingehîn ên Meclisa Edaleta Civakî ya Jinê wiha ne:
-Jin di nava Edaleta Civakî de bi awayekî xweser xwe bi rêxistin dikin.
-Di nava Edaleta Civakî de jin ji sedî 50 xwedî mafê nûnertiyê ye.
– Jin ji bo pêşxistina sîstema edaletê li gorî rêgezên exlaqî û siyasî yên civakê têdikoşin û dixebitin.
– Jinên ku di qadên Edaleta Civakî de dixebitin, pêşengiya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk dikin û di pêşxistina wê de cihê xwe digirin.
– Jinên ku di nava sîstema Edaleta Civakî de dixebitin, divê azadiya jinê û jiyana hevpar a azad, jiyana civakî ya demokratîk, jiyana komînal a demokratîk hilbijêrin.
– Jinên ku di qada Edaleta Civakî dixebitin de, di hemû berpirsyarî, erkdarkirin û cezayan de vîn û nêrîna jinan bingehe.
– Jin di nava rêgez û nirxên civaka exlaqî-polîtîk de, di lêgerîn û têkoşîna heqîqetê de, têgînên kevneşop ên civakê û zîhniyeta dewletê red dikin.
– Parastina mafên jinan ên civakî û takekesî li ser hîmên xurt erkekî mirovî ye.
– Jin li dijî her cure tundî û bertekên civakî yên li ser jinan li hemberî sûcên eşirên malbatî yên di bin navê namûsê de, têdikoşin.
– Taybetmendiyên cewherî yên jinan wekî wekhevî, hevgirtin, parvekirin, edalet û hwd… faktorên Edaleta Jinê ye.
– Jin li dijî têgînên desthilatdarî, serdestî, xwedî dîtin, zayendîperestî, olperestî û neteweperestiyê têdikoşin û li dijî pergala desthilatdariyê ji bo pêşvebirina jiyanê rê û rêbazên guncaw bi pêş dixin.
– Jin xwe ji koletiyê diparêze û bawer dike ku parastin û berxwedan mafekî rewa ye.
– Jin li hember ferasetên ku zirarê dide statû û rûmeta wan mîna pere, dewlemendî û milk têdikoşin.
– Jin li hemberî nêzîkatiyên ku pirsgirêkên jinê weke pirsgirêkeke civakî nayê dîtin têdikoşe û nêzîkatiyên ku jinê biçûk dixîne weke sûcê li dijî mirovahiyê dibîne.
– Wek rêgeza bingehîn divê xebatkarên jin ên di warê Edaleta Civakî de dixebitin, bigihîjin asta hişmendiya demokratîk û bawernameyan ji Akademiyên Edaleta Civakî wergirin.
– Jinên ku di qada edaletê de dixebitin, hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên ku statûya jin bilind dikin û cih dide pêşengiya wê ya di nava civakê de, dipejirînin û ji bo ku wan li gorî qanûnên herêmî bide rûnişkandin, dixebitin.
Derbarê avakirina Akademiya Yadê Eqîde û kar û xebatên wê, hemehengiya Meclisa Edaleta Jin beşê Akademî û Şopandin Newroz Eseid rojnameya me re axivî.
Newroz Eseid diyar kir ku vekirina akademiyan di nava Meclisa Edaleta Civakî ya Jinê de tecrûbeya yekemîne û wiha got: “Edaleta Jin di aliyê xweseriyê de şaxên xwe berfirehin. Beşên wê beşekî qanûnî ye. Komîta lihevanînê û mala jin jî pêve girêdayî ye. Li kêlek vê jî beşên akademî hatin vekirin, ev beşên akademî jî bi xweseriya jinê ve girêdayî ne. Vekirina akademiya jî tecrûbeyeke yekemîn bû ku me beşekî akademîk pêşeyî lê zêde kir. Pêwîstiya vê akademiyê jî ew e ku jin çawa bikare xwe birêxistin bike, heger xwendin tunebe çawa kar bike. Di heman demê de armanca me ya sereke jî ku em bêtir xwe nêzî civakê bikin, bi taybet jinên ciwan ku di ciwantiya xwe de nexweşiyên piskolojî bi wan re çêdibin. Herwiha dema vala ya jinan ji holê rakin. Ji ber dema mirov bixwaze dikare her tiştî bixwere bughere.”
‘Akademiya şehîd Yadê Eqîde xizmeta civakê dike’
Newroz Eseid anî ziman ku bi rêya perwerdeyan pêşeyiyên civakê pêş dixin û wiha got: “Akademiya bi navê şehîd Yadê Eqîde li bajarê Amûdê heye. Beşekî xwe fikirî û peşekî xwe pêşeyîye. Karê pêşeyî ew e ku çawa bikarin mamosteyan kom bikin, da ku perwerdeyên bêne xwestin civak çawa qebûl bike û serdana akademiyê bike. Bername û perwerdeyên akademiyê jî li ser bingeha pêşxistina jin û civakê ye. Di heman demê de xizmeta civakê ye. Perwerdeyên ku heta niha jî hatine dîtin evin: 4 perwerdeyên cildirûtinê derçûne, ew perwerde jî li ser meh û nîvekê dewam kirin. Di perwerdeyên fêrkirina cildirûtinê de 74 kes derçûn, ji wan 3 xort jî hebûn. Herwiha 3 perwerdeyên computer bi derçûna 26 kesan bi rengekî serkeftî pêk hatin. Li kêlek wê jî perwerdeyek ciwanker ku reng û xweşibûna jinê li gor xwestina civakê be, pêk hat, di vê perwerdeyê de 5 kes derçûn. Di dema niha de me prewerdeyên ragihandinê lê zêde kiriye û amadekarî jêre tê kirin. Armanca perwerdeya ragihandinê jî ew e ku kesên bixwazin fêrî girtina dîmen û çêkirina nûçeyan bibe, zanebûneke wan di milî de hebe. Ji ber di rastiya me ya niha de, her kêlî li bêşiya me bûyerk rû dide, lewra pêwîste her kes bi awayekî bilez û rast agahiyan belav bikin. Ji xwe perwerdeyên fêrkirina dirûtina hirî jî di nava xebatên me de heye.”
‘Encamgiritina perwerdeyan bi rengekî serkeftî bû’
Newroz Eseid axaftina xwe wiha qedand: “Di destpêkê erênekirin li cem kesên ku tevlî perwerdeyê bibin hebû. Lê piştî dîtin ku wê ev perwerde di aliyê jiyanî û aborî de bi wan re bibe alîkar, êdî xwestek li cem wan çê bû. Di heman demê de her kar dibe jêhatiyek, ew jêhatiyek jî dibe jibîrkirina êş û dûrxistina ji demên vala. Ji xwe mamosteyên ku van perwerdeyan jî didin bi dilxwazî ne. Ev perwerde ne rojane bû, di heftiyê de çend roj bûn. Perwerdeyên ku xwedekar û karker di nav de hebûn, me danê piştî nîvro wan perwerde dikir, hin jî di demên sibehê de bûn. Encamgiritina perwerdeyan jî bi rengekî serkeftî bû. Her perwerdak bi dawî dibe bawernameyên Akademiya Yadê Eqîde li wan tê belavkirin. Darayî van perwerdeyan jî bi rengekî sembolîke ku ew bikeve xizmeta peydakirina alavên pêwîst. Niha me alava tetrîsê jî aniye, tetrîs jî pêşeyîke kême, lê em dixwazin henekî pispor li ser kar bikin, ji ber pêşeyîya vê alavê li vir kêm bû, bêtirî xwe li Heleb û Şamê hebû, lewra em dixwazin ev yek li bajarê me pêş bikeve. Herwiha hewldanên me hene ku em beşê vê akademiyê li kantonan jî vekin û eyîn van perwerdeyan li wir bidin, mamosteyên me hene, lê cih hîn nehatine peydakirin.”