Birûc Resûl/Qmaişlo
Ji boneya meha Remezanê, Roja Jinê û Cejna Newrizê, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo çalakiyên cûr bi cûr organîz dike.
Bi boneya miha remeznê, cejna jinê û newrozê şaredariya bajarê Qamişlo bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriya Demokratîk ve’ li serenserî 6 rojan wê çalakiyan li dar bixin.
Di roja xwe ya yekemîn de girûpa Seyf El-Şam û koma Govenda Şam Sûriya ku ji 12 kesan pêk dihatin, bi cilên xwe yê filikorî yê Şamî û amûrên kevnar ji gel re ev kevneşopî pêşkêş kirin.
Her wiha piştî ku ev kom jî kevneşopiyên kevnar yên çanda Şamiyan pêşkêş kirin gel jî bi gerandina govendê çalakî di roja xwe ya yekem de dawî kirin. ç
bernameya piştî roja yekem ji her 6 rojan wiha ye.
Roja duyem : Pêşbirka Zarokan
Roja sêyem : Çand û Huner
Roja çaremîn: Şahiyeke cûr bi cûr
Roja pêncemîn :Koma Mihemed Şêxo
Roja şeşemîn: Koma Yirthoutha ya girêdayî Komelgeha Çanda Sûriyaniyan