Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo dewleta Tirk çiqasî ji çareseriyê re amade ye?

01/03/2025
in NÛÇE
A A
Gelo dewleta Tirk çiqasî ji çareseriyê re amade ye?
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkanî

Dema li ser înîsiyatîfa Rêber Apo dihizirim, dikevim nav lêhûrbûnên pir kûr. Ji ber helwesta dewleta Tirk têrker nîne û hîna jî gelê Tirk Rêber Apo baş fêm nekiriye. Ev jî berhema hişmendiya rayedarên Tirk a 200 salî ye.

Zehmet e jî hema wiha di demeke kurt de gelê Tirk îqna bibe. Lê ya girîng jî ew e guftûgo her hebin û diyalog berdewam bikin. Rewşenbîr, zanyar, hiqûqnas û aqilmend divê bikevin nav hewldanan. Dibe ku bi vî awayî bi rêya diyalogan gelê Tirk jî haj li rastiyê bibe û têkeve nava hewldana çareseriyê.

Eger gelê Tirk haj li rastiyên dîrokî bibe, texmîn nakim rêya çareseriyê hilnebijêrin. Bêguman hinek dem pêwîst e, lê hewce ye di vê demê de deverên pêwendîdar derfetan bidin Rêber Apo da ku bi gel re diyalogan berdewam bike.

Pêwîst e civaka Tirk rastiya kesayeta Rêber Abdulah Ocalan nas bike. Ev jî erka rayedarên Tirk, rewşenbîr, hiqûqnas û aqilmendan e. Bi salan e Rêber Apo qala aştiyê, bêdengkirina çekan dike. Lê mixabin dewleta Tirk her hewl dida dengê Rêber Apo bibire û tecrîda 26 salan jî li ser esasê vê siyasetê tê meşandin. Niha em dibînin ku Devlet Bahçelî înîsiyatîfa xwe bi kar anî û bang li Rêberê gelê Kurd kir ku çek rawestin.

Rêber Apo jî weke her carê bersivek erênî da, bang li Tevgera Azadiyê kir ku xwe ji berdana çekan re hazir bike. Wê di demên pêş de diyar bibe bê ka alî çiqasî hazir in ku çareseriyê pêk bînin. Divê em jî tev ji vê gava dîrokî re amade bin.

Jixwe nameya Rêber Apo ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hebû û em tevahî jî meraq dikin bê ka zanyar û pêşengê me Rêber Apo ji bo me wê çi biryarê bide. Em jî bê pirs û bersiv jêre amade ne.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.