Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derencamên Kongreya Niştîmanî ya Şamê şermezar kirin

27/02/2025
in NÛÇE
A A
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derencamên Kongreya Niştîmanî ya Şamê şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo


Bi pêşengtiya Insyatîva Gel a bajarê di bin dirûşmeya “Na ji siyaseta inkarkirin, dûrxistin û paşguhkirinê re. Erê ji Sûriya Demokratîk re”li pêşiya Stadyona Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo çalakiyeke protesto ji bo nerazîbûna li dijî Kongreya Niştîmanî ya ku desthilata Şamê ya nû lidarxistibûn, hat lidarxistin.

Îro li bajarê Qamişlo bi sedan ji pêkhateyên bajarê Qamişlo, endamên sazî û rêxistinên jinan ên Rêveberiya Xweser, xwendekar, mamoste û rûsipiyên herêmê çalakiyeke protêsto li dijî Kongreya Niştîmanî ya ku ji aliyê desthilatdariya Şamê ve hatibû lidarxistin, lidar ket. Di destpêka çalakiyê de deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rewstandin.

Piştre li ser navê Kongra Star Gulîstan Gulo axivî û wiha got: “Careke din desthilata Şamê ya nû dixwaze bi hişmendiya xwe ya paşverû û netewperest siyasetên paşgûhkirin û dûrxistinê li ser gelê herêmê bide meşandin. Em weke gelên herêmê ew kongreya ku lidarxistine bi tu awayî qebol nakin û şermezar dikin.”

Piştî wê daxuyanî bi 4 zimanan Erebî, Kurdî, Suryanî û Ermenî hate xwendin.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Di berdewamiya siyaseta dûrxistin û zihniyeta biçûkxistinê ya ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve êș û azarên bi dihê salan ji desthilata rêjîma Baes a hilweşiya yî ku hemû cureyên stemkarî, navendîbûn û bêedaletiyek pêk anî û bû sedema kerasetan li ser gelê Sûriyê. Lê mixabin, piştî rûxandina rêjîma diktator, hîn jî ev zihniyeta dûrxistina radeya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ve berdewam dike. Di rêya kiryarên ku rêveberiya demkî ya niha li Şamê pêk tîne, ev kiryar dûr in ji armancên Şoreşa Sûriyê ku ev 14 sal in berdewam dike.

Daxuyanî wiha hate domandin: “Bi avakirina komîteyeke amadekar ji bo konferansa diyaloga niştîmanî bê lidarxistin, bêyî beşdariya pêkhateyên Sûriyê di amadekarî de. Di encama konfransê de derencamên ku hatin ragihandin dûrî xwestek û bercewendiyê hemû gel û pêkhateyên ku bi hev re li Sûrî jiyan dikin. Lidarxistina konferanseke bi vî rengî, tê wateya berdewamiya zihniyeta navendî û tunerkirina pêkhateyan û dûrxistan wan di diyalogên niştimanî de, ev nêzîkat bû sedema kûrkirin û berdewamiya aloziya Sûriyê ku heta niha berdewam dike û çareserî pêk nayê.

Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê: Kurd, Ereb, Suryan, Asûri, Keldan, Ermeni, Tirkman, Çeçen, Çerkez, Misilman Xiristilyan û Ezidiyan polîtîkayên wan red dikin. Em bang li hemû gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, hêzên siyasî û civaki dikin, herwiha bang li rêveberiya Şamê jî dikin ku ber bi diyalogeke rasteqîne ya Sûrî-Sûrî bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê di xêzkirina avakirina Sûriyeya paşerojê de, Sûriyeke demokratîk û ne navend û sûd ji vê ezmûna demokratîk werbigire.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.