Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şandeyek Brîtanî serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirye

26/02/2025
in NÛÇE
A A
Şandeyek Brîtanî serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirye
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo


Ji bo şopandina pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji nêz ve, Şandeyeke Birîtanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Îro  şandeyê serdana Dêra Suriyaniyan a Katolîk a li bajarê Qamişlo kir. Şandeyê diyar kir ku ew ê piştgirî bidin sîstema Rêveberiya Xweser a Demokiratîk.

Ji ber ku Sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk xwedî nasnameyek xurte û ji tevahî welatên cîhanê re bûye mînek, bala mirovan dikêşe. Di vê çarçoveyê de şandeyek Brîtanî bi armanca naskirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande ji 4 kesayetên xwedî erk û nûnerên partiyên siyasî yên li Brîtaniyayê ne pêk tê.

Şande ji bo ku hevdîtinên xwe bi gelek cihan re pêk bîne û sîstema herêmê bi berfirehî nas bike, di heman demê de da ku hevgirtina hemû ol û baweriyan ku di herêmê de dijîn bibîne, wê berê xwe da herêmê. Şandeyê di destpêkê de serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir.

Di hevdîtinan de rewşa herêmê bigiştî, êrîşên dewleta Tirk û zerara ku bi xwe re tîne, hat nîqaşkirin. Şandeya ku eleqeyek mezin nîşanî pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk da, diyar kir ku ew ê vê pergalê ji bo Brîtanyayê weke mînak nîşan bidin.  Di heman demê de ku çawa hemî pêkhate di nava xwe de digire û bi hezkirin jiyankirin.

Di heman çarçoveyê de şandeyê serdana Dêra Sûriyaniyan a Katolîk a li bajarê Qamişlo kir. Di dêrê de jî hemî pêkhateyan hazir bûn, kurd, ereb, suriyan, êzîdî, zerdeştî û elewî û her pêkhateyek nêrînên xwe gotin û astengiyên xwe yên di qirîza Sûriyê de jiyan kirina anîn ziman.

Şandeyê soz da ku wê ev serdana wan ji Rojavayê Kurdistanê re bi encam be û ew ê destek û alîkariyê bidin gelên Herêma Bakur û Rojhiltê Sûriyê, bi taybetî piştgiriyê bidin sîstema Rêveberiya Xweser. Her wiha şandeyê da zanîn ku pêwîste mafê kurdan di destûra nû a Sûriyê de were danîn û misogerkirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.