Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bernameyê 8 Adarê hate eşkerekirin

26/02/2025
in NÛÇE
A A
Bernameyê 8 Adarê hate eşkerekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo


Di bin dirûşmeya “Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Em Sûriya Demokratîk Ava Bikin”. Tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî platforma çalakiyên hevpar ên 8’ê Adar eşkere kirin.

Bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8’ê Adarê tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî em Sûriya demokratîk ava dikin” di 25’ê Sibatê de dest bi kampanyayê kirin. Herwiha çalakiyên ji bona 8’ê Adarê wê ji 25’ê Sibatê heta 8’ê Adarê dewam bike.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Bi rihê berxwedana jinên têkoşer û bexwedêr ku hezkerên azadî û aştiyê ne, em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku destkeftî û serkeftinên li cîhanê bi dest xistine bibîr tînin. Em vê rojê weke roja tekoşîna ji bo bidestxistina azadiya jin û misogerkirina mafên wê yên bi sedsalan dê bibe berhema têkoşîna wê ya bê navber di dîrokê de, digrin dest. Em şehîdên xwe yên di rêya azadiya jin de û hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin.  Ta ku em bigihêjin hêvî û daxwazên wan ên ji bo avakirina jiyana azad, edalet û aştiyê, em soza xwe ya berxwedan û têkoşînê bênavber nû dikin. Di van kêliyên dîrokî de, em bi wateyên herî wefedarî û dilsozî ji qadên şoreşa jin ta sembola berxwedana aştiyê “Rêber Abdullah Ocalan” rêhevalê rêya azadiya jinê. Herwiha em berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tevî hemû êş û azarên şer û dagirkeriyê bi ser ketine silav dikin.”

Daxuyanî wiha hate domandin: “Li dijî polîtîkayên paşverû yên faşîst û rêbazên desthilatdariya hişmendiya mêr ku dijminatiya hemû jinan û gelên azad dike, em dengê xwe bilind bikin. Em îsal 8’ê Adarê pîroz dikin, lê belê êş û azarên jinan li seranserî Sûriyê hîn berdewam dikin. Jin bi astengiyên herî dijwar û hemû rengê tundiyê, herwiha kêmkirin û dûrxistina ji rola xwe rû bi rû dimîne. Pêkanîna tawanên qirkirinê bi taybetî li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên dagir kirine, li ser jinan zêde bûye. Tevî van hemûyan jî, jin di vejîna civakê de roleke sereke dilîze û li hemberî van hemû dijwarî û zehmetiyan fersenda xwe ya guhertin û veguhertina demokratîk nîşan dide.”

Di daxuyaniyê de hemû tewanên li dijî jinan pêk tên hatin redkirin û wiha hate got: “Em di platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Polîtîkayên êrişker û dagirkeriyê, îdeolojiya tundrew, bêdengiya dewleten navneteweyî û helwestên ne cidî yên mafên mirovan li hemberî hemû cureyên tundî, tawan û binpêkirinên hovane yên ku dewleta Tirk a dagirker û rêjîmên desthilatdar li dijî jinên Sûriyê pêk tîne, red dikin. Di roja cîhanî ya jinan de, em hewl didin ku hêz û hewlên jinan bikin yek. Da ku destkeftiyên ku di têkoşîna xwe de bi dest xistine biparêzin. Herwiha ji bo bidestxistina ewlekarî û aştiyê û misogerkirina mafên wan di destûra Sûriyê ya pêşerojê de pêk bînin. Em ji bo vejînkirina ruhê berxwedanê yê jinên kedkar û berxwedêr ên ji bo pêkanîna daxwaz û armancên hevpar ên azadî, edalet û avakirina civakeke demokratîk a azad. Hemû heweldan tên kirin. Û stratejiyeke netewî ya jinan a ku bikaribe pêşengiya qadan bike bê danîn.

Herwiha em bang li hemû jinan û parêzvanên azadî, demokrasî û aştiyê dikin. Ji bo pêşxistina nêrînên xwe yên avaker,  ji bo çareserkirina pirsgirêka jin bi xurtkirina îrade, hêz, û hêza xwe ya xweser û helwestên me yên mirovahî, bi rêxistinkirina refên me û bi berdewamkirina felsefeya “Jin-Jiyan-Azadî” li tevahî cîhanê were rûniştandin.

Daxuyanî bi eşkerekirina platforma çalakiyan bidawî û bernameyê çalakiyan wiha ye:

1-Tavahî bajar bi rengên jin bêne xemlandin û silogana kampaniya li pêşiya her bajarekî bê bilindikirn.

2-Civînênê girseyê ji gel re li ser mijarê tekoşîan jin bên lidarxistin.

3-Semîner li tevahî gund û taxan û saziyan bê dayin.

5-Komxebat li ser rola jinê bê çêkirin di asta her kantonekê de.

6-Hîlala Zêrîn bi boneya 8’ê Adarê wê stranekê li ser jinên Sûrî belav bikin.

7-Taxima jinan a fotbolê bê leyîstin.

8-Panêlen online bi rêxistinê jin wê bê çêkirin.

9-Serdana Gundê Jinwar bê kirin û dar bê dayin.

10-Gul an jî dar li ser hacizê asayîşê li hevalên jin bê diyarkirin.

11-Pêşengha wêneyên hevalên şehîd û danîsînê kurt li ser jiyana wan were orgenîzekirin.

12-Ji aliyê Meclisa Jin PYD ê semînerek diyalogê di asta Bakur Rojhilatê Sûrî de bê li darxistin di 2 adarê de .

13-Kom xebat li Kobanê kantona Hesekê, Qamişlo û Reqayê wê bêne li darxistin.

15-Birûşûr bê belavkirin li ser danasîna vê rojê.

16-Di roja 8 adarê de wê li kantona / Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Heleb, Şam, Başûr Libnan û Ewropa/ bi meşên mezin berê xwe bidin qadên mitîngê.

19- Kampaniya haştagê wê bê destpêkirin.

20- 3 mehê pêşengehek li Heleb bê vekirin.

21- Pêşengeh ji bo karê destan li Reqa û Tebqa.

22- Belavkirina pirtûkên jin li jinan.

23- Vekirina werşa xeyatan Înana li Hesekê.

24- Ji bo xwedî derketina li tevahî jinên her çar aliyên Kurdistanê meşek girseyî li kantona Cizîrê. Meşek bi hezaran jin

Di çalakiyên mezin de tevahî wêneyên hevalên şehîdê jin bê rakirin û taybet alên kongra star bêne hildan.

25- 8’ê Adarê ser asta Kantona çalakî bên li darxistin.

Diruşmeyên ji bo salê:

Ji bo azadiya gelan jin jiyan azadî.

Ji bo azadiyê gelên Surî jin jiyan azadî.

Bi rêberê azad re jin û civaka azad pêkan e.

Jina azad misogeriya civaka azad e.

Bi jin jiyan azad azadî ber bi Suriya demokratîk ve.

Bi jin jiyan azadî Sûriya demokratîk ava bikin.

Jina azad misogeriya Sûriya demoktatîk e.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.