Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanc derxistina bedewî, cihêrengî û hevgirtina gelan e’

26/02/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Armanc derxistina bedewî, cihêrengî û hevgirtina gelan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo


Hevserokê Desteya Çand û Hunerê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Murhef Bedir diyar kir ku di  berhemên wan yên hunerî  yên dawî hemû pêkhateyên Sûriyê beşdar bûn  û wiha got:: “Armanca me hevgirtina gelan e.”

Desteya Çand û Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xebatên hunerî gelek gavên bi bandor avêtin. Herî dawî bi gelek pêkhateyên Sûriyê re kilîp û xebatên hunerî hatin amedekirin. Têkildarî van berheman Hevserokê Desteya Çand û Hunerê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Murhef Bedir ji rojnameya me re axivî.

Bi hunerê peyamên aşîtiyê

Murhef di destpêkê de bal kişand ser girîngiya xebatên hunerî û çandî û wiha got: “Bê guman gelê Sûriyê di kirîza ku zêdetirî 14 salan dewam kiriye û hê jî didome, gelek êş û zehmetiyên ku nayên bilêvkirin kişandin. Helbet rola hunerê jî gelekî girînge. Bi xebatên hunerî em dikarin peyamên aşîtiyê û hezkirinê di nava civakên Sûriyê de bidin belavkirin. Çêkirina berhemên hunerî alîkarî û kurtkirina gelek peyamên aştiyê di nav gelê Sûriyê de ye. ji bo derbaskirina serdemên şerên ku Sûriyê di heyama borî de derbas kiriye her wiha ji bo ku diyaloga siyasî ku bibe bingeha avakirina Sûriyeke demokratîk.”

Sûriye bixemilîn in

Herwiha Murhef têkildarî naveroka her du berheman yên bi navê “Sûriyê bixemilîn in û çand û dîroka herêmê” de wiha got: “Bi taybet di vê pêvajoyê de li ser asta Sûriyê ji aliyê Desteya Çand û Hunera Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, du stran hatin amadekirin, ya yekem bi navê Sûriyê Bixemilînin e, ku armanca wê ew e ku hemû ziman û zaravayên ku li Sûriyê tên axaftin, weke ku di şahiya dawîbûna rewşa şer a piştî rûxandina rêjîma dîktator û vegera Sûriyê ya li ser bingeha  hezkirin û hevrêziyê bigihîne hev.

`Çand û dîroka herêmê`

Di strana duyemîn de jî folklora çandî û dîroka herêmê bi peyvên folklorîk û xêzkirina şûnwarên arkeolojîk dinirxîne. Helbet ev stran ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Studyoya Şehîd Walat de hatiye amadekirin. Di vê klîpî de me xwest em zêdetir bal bikşînin ser çanda herêmê, her wiha ji ber zengînbûna herêmê û Sûriyê di aliyê dîrokî de, me xwest vê yekê bi awayekî hunerî li cihên dîrokî derxînin pêş.”

Armanc bedewî, cihêregî û hevgirtina gelan e

Murhef bal kişand ser beşdarbûna hemû pêkhateyan di van berheman de û axaftina xwe wiha qedand: “Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî van stranan bûn û birrengiya ziman derket pêş pêkhateyên ku tê de beşdar bûne wiha bûn (erebî, kurdî, suryanî, ermenî, suweyda, Helebê û hemû deverên din). Di riya vê kilîpê re hevgirtina pêkhateyan hatiye raberkirin. Helbet ev yek jî nîşaneya pirrengiya çandan, ziman û mozaîka xweşik ya di Sûriyê de xwe parastiye. Em jî bi riya van berheman vê xweşikbûnê derxînin pêş. Armanca vê beşdariya berfireh ew e ku bedewiya Sûriyê, cihêrengî û hevgirtina wê derbixe holê û aliyên çandî û dîrokî yên hemû pêkhateyên herêmê ragihîn.”

Post Views: 102
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.