Zekî Bedran
Li Sûriyê amadekariya kongirekê netewî tê kirin. Ji bona kombûyina Kongirê bê rêxistinkirin desteyek hat ava kirin. Weke ku tê payin piştî kongrê jî dê hikûmetekî nû were damezirandin. Ev kongreya ku behsa wê tê kirin gelo wê bi hevpar û demokratîk be? Kongire navê wê li ser e, di asta navnetewî de pewîste hevpar û nûnertiya tevlîbûneke giştî be. Civîn û kombûnên ku di bin serweriya dorhêleke teng an jî derdorên siyasî de tên kirin, wek kongreyên netewî nayên dîtin. Ev desteya tevlî wê kongirê dibe, bi piştgiriya kîjan aliyan ve hatine hilbijartin? Dê avakirin û vesazîkirina saziyan bi rêyên demokratîk pêk were yan jî dê li ser daxwaza komek an jî hêza ku desthilatdar dê bimeşe? Ev pirs û rê û rêbazên şopandinê pir girîng in.
Tê gotin Sûriyê ji nûve tê avakirin. Gelo ev pêkhate wê li ser bingeheke pir navendî û otorîter, mîna rejîma Baas be, yan jî demokratîk be? Bingehên ku niha bên avêtin û rêya ku bê şopandin dê pêşeroja Sûriyê diyar bike. Ji ber vê yekê gavên ku bên avêtin divê pir baldar bin, heta ku derfet hebe, nûnertiya gel bikin û li ser bingehê avakirina demokratîk bin. Lê ya ku niha tê kirin tu eleqeya xwe bi avakirina sîstemeke demokratîk re nîne. Desteya ji bo lidarxistina kongreyê ji aliyê HTŞ’ê ve hat diyarkirin. Delegeyên ku dê beşdarî kongreyê bibin ji aliyê gel ve nayên hilbijartin. Weke rejîma Baasê, agahiya raya giştî ji kesên ku li ser wan hatin nîqaşkirin û vexwendin ji bo kongreyê tine ye.
Rejîma Baas jî hilbijartin dikir, lê namzetê parlementeran kîne, ji aliyê gel ve nedihat zanîn. Ji aliyê navendî ve hin kesayet dihatin xuya kirin û digotin hûn weke namzetê parlementeriyê hatine hilbijartin. Rêjeya gel çiqasî çûne li ser sindoqan. Dengê xwe bikaranîne, ne dihate zanîn. Kiryarên ku HTŞ’ê jî dike, ji wan ne cuda ye. Desteya hilbijartinê bixwe dide xuyakirin. Hevkirin û tevlîbûnek girseyi ya civakê tine ye. Deste kê guncav dîtîbe ev weke parlementer tê hilbijartin. Lê, kêm û zêde hêzên ku hatine birêxistin kirin, sazî û partî hene. Divê bi wan re hevkarî bê kirin û qasî ku bê kirin vîna gel pêwîste di kongrê de bê teyisandin.
Dûrxistina partî û komên rexistinkirî hilbijartinekê bizanbûn e. Ji ber ku HTŞ’ê niyeta avakirina rejimeke demokratîk nîne. Baweriya wê bi demokrasiyê naye. Weke hişmendî jî, ti cudahiya wan bi rêxistinên weke El Kaide re tine ye. Bi vekirî nabêjin em dijî demokrasiyê ne, lê têgeha demokrasiyê jî nayinin li ser zimanê xwe.
Di danezanan de hejmara delegeyên bajarekî ku dê beşdar bibin diyar dike. Rewşenbîr, partî û saziyên wî bajarî di nav xwe de nîqaşan dikin, navên ku tevlî dibin pêşniyar dikin û yên li ser li hev dikin wekî delege tên diyarkirin. Lê, tiştek wisa nayê kirin. Deste diyar dike ku dê ji bajar û herêman çend kes bên vexwendin. Raya giştî nizane dê kî bibe delege û kî were vexwendin. Di vî warî de pêkhateya bi navê kongreya netewî tu şans û hewildana netewîbûnê nîne. Ev di rastiyê de, bi rengekî taybet kongreya HTŞ ye. Ji ber vê yekê rewabûna xwe winda dike û alozî derdikevin holê.
Hikûmet an jî desteya makezagonê ya ku bi kongreyeke ku pirsgirêka rewabûnê heye û bi rêbazên demokratîk nayên diyarkirin wê çiqas rewa be? Destûr wê bi tevahî di bin yekdestdariya HTŞ’ê de bê çêkirin. Hikûmeta nû dê hikûmeta HTŞ’ê be û balkêş e ku Neteweyên Yekbûyî û derdorên din ên peywendîdar li hember vê rewşê bêdeng û xemsar in. Di danûstandinên Destûra Bingehîn ên Cenevreyê de hikûmet, muxalefet û derdorên din tevlîhev bûn. Niha Baas hatiye rûxandin, divê xebat û tevlîbûn hîn berfirehtir û demokratîktir be jî, berovajî wê, avahiyeke hîn tûndirew û yekdestî tê pejirandin. Çawa ku bingeha rejîmekê tê danîn, ew rejîm jî li ser wê bingehê radibe. Bingeha ku niha hatiye avêtin xwedî naverokeke pir dijî demokrasî ye û otorîter e.
Kongre bi rastî jî çêbû û derbasbû. Li Sûriyeyê hawîrdoreke cidî ya nîqaşê nîne. Yên ku bi rastî jî bi Sûriyê re eleqedar dibin jî temaşevan in. Berê ragihandin di destê Baasê de bû. Ew çapemenî niha ketiye destê HTŞ’ê. Lewma jî ragihandin ji kesên xwedî nêrîn û rexneyên cuda re girtî ye. Di demokrasiyan de nîqaş û pêşbaziya nêrînên cuda pêwîste hebe. Dengê gel û bindestan bi awayekî tê bihîstin. Niha dengê rewşenbîr, bindestan, Elewî, Xiristiyan, Kurd û komên din nayê bihîstin. Kurd û herêmên xweser ên herî birêxistinkirî ne. Komîteyê silavek jî nedaye van meclîs, rêveberî û partiyan. Ev demokrasî yan jî kongireyeke netewî bi çi awayî ye?
Partî û rêxistin nayên xwestin, beşdarbûn nîne. Tiştê seyr ew e ku rayedarên HTŞ’ê dibêjin, “Her kes wê bighêje mafên xwe.” Ew ê çawa mafên xwe bigirin? Tiştekî bi navê bidestxistina mafan nîne. Lê, maf dê çi be ku HTŞ’ê dide. Her tişt bi tevahî di bin serwerî û xwesteka HTŞ’ê de ye.
HTŞ’ê weke ku li ser tevahiya Sûriyê serdest e tevdigere. Lê tevahiya Sûriyê ne endamên HTŞ’ê ne, komên cuda bawerî, gel û çandên cuda hene. Gelek partî, rêxistin û jin li azadiyê digerin. Ew hewl didin ku van hemîyan paşguh bikin û her tiştî bi HTŞ’ê ve girêbidin. Navnîşana heyî ber bi avakirina rejîmeke tam tûndirew ve tê birin. Rewşenbîrên Sûriyê, yên demokrasiyê dixwazin û yên xwedî nêrînên cuda, pêwîste bi awayekî çalak nîqaşan bikin û tevlî pêvajoyê bibin. Di rewşa heyî de, wisa dixuye ku her tişt ji HTŞ’ê re maye.