Lîloz Hisên/Qamişlo
Rojnamevan Melevan Resûl diyar kir ku Şerê Taybet yê ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin pir dijwar û xetere. Ji bo li hemberî van lîstokan rê bê girtin, pêwîste rojnamevan bi qasî berpirsyartiya xwe ya exlaqî û netewî tevbigerin.
Dijmin ji bo ku armancên xwe pêk bîne, tevahiya rêbazan bikar tîne, rêbazê herî xernak jî ku herdem dijmin dixe dewrê Şerê Taybet e. Şerê Taybet xwe dispêre hilweşandina nirx û exlaqê civakê û di serî de jin û ciwanan dike hedf.
Di vê dema dawî de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk şerekî taybet bi riya raghadinê û medyaya civakî dide meşandin, da ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî bixe bin serweriya xwe, gelek rûpelên girêdayî çeteyên dewleta tirk a dagirker li ser medyaya civakî nûçeyên derewîn belav dikin, bi armanca avakirina fitneyan di navebra pêkhatyên herêmê û şereke navxweyî derxîne, herwiha da ku îrade û pîskolojiya civak û şervanan bişkîne.
Şerê raghadinê
Weke tê zanîn roleke pir giring ya raghandinê di veguherandina dozên girin weke siyasî, civakî û aborî bike raya giştî, herwiha çareseriyeke adil deyne, lê li beramberî wê jî roleke xirab ya rghandinên girêdayî desthlatdar û pergalên hegemonîk heye, ku tenê dikeve xizmeta van pergalan, da ku berê dozan bixin bin berjewendiya wan.
Derbarê şerê taybet, rola raghandin û medyaya civakî ser civakê di dema heyî de, rojnamevan Melevan Resûl ji rojnameya me re axivî.
Rojnamevan Melevan Resûl diyar kir ku armanca şerê taybet di riya raghandinê de jihevxistina moralê civak û şervanan e, ku nûçeyên sexte û derewîn belav dikin ev yek dihêle ku banodreke mezin çêbibe. Ji avalên nû yên tên bikaranîn di dema nû de cuda ne, mîna belavkirina gotegotan bi armanca xistina tirsê di nava civakê de mîna tirsasndina ji aliyê leşkerî ve, xurtkirina sîxortiyê ji hêla hin ajanan.”
Rojnameva Melevan Resûl wiha pê de çû:” Dema heyî ya ku zêdetir tê şopandin ji hêla gela ve medyaya civakî ye, bandoreke wêyî mezin heye, lê heta çi astê ew nûçeyên tên belavkirin duriste, bê exlaqiyek tê kirin ji hêla hin aliyan di riya raghandinê, ev alî di malên xwe de ku girêdayî hin pergalên desthilatdarin û şerkî taybet dijî civakê dikin, ne fermîne û ne girêdayî yekîtiya raghandinê ne. her kes xwe dike berpirsyarê saziyekî, leşker û di aliyê siyasî de, ev kes ne cihê baweriyê ne ji ber ku nûçeyên wan 90% ne rastin. Em niha şerekî rahandinê li bakur û rojhilatê Sûriyê jiyan dikin, gel jî dibe qurbaniya van nûçeyên derewîn, agahiyên ne rast tên belav kirin, bi armanca têkbirina rewşa manewî, gelek hemleyên sîstematîk derketin pêş da ku rastiyê hedef bigrin.”
Melevan Resûl wiha domand: “Gelek alî ketin bin vê xapandina şerê taybet, pêşeroja xwe ya siyasî, civakî û malbatê têkbirin, ji ber ku netêghiştineke wan hebû. Şerê taybet ku niha li rojavayê kurdistanê tê bikaranîn pir dijwar û xetere. Hêzên dijber piştî rûxandina rêjîma Baas, ajanên xwe êdî xistin tevgerê. Ji ber şerê taybet yên me digot dostên me, aşkere bû ku dijminekî hovane ye. Pir kes ketin bin bandora şerê taybet û bûn çete, xwe bi arzanî frotin.”
Armanca şerê taybet ku li herêmê tê bikaranîn
Melevan Resûl îşaret kir ku dewleta tirk tevahî şêwaz û alavên şerê taybet û raghandinê li dijî herêma me û giştî sûriyê pêk tîne, bi aramanca berfirehkirina hegemoniya xwe û dagirkirina xakên din ji Sûriyê, bi taybet jî bajarê Kobanê ku sembola berxwedanê tê naskirin, televzyonên xwe bi tevahî kiriye xizmeta daxwaz û berjewendiyên xwe, dezgeh û televzyonên ku gel dişpoînin hedef girtiye û xiste bin bandora şerê taybet, nûçeyên derewîn belav dike û wiha got:” tê diyar kirin ku heta televîzyon û dezgehên raghandinê jî tên xapandin, ji bo têkbirina hestên netewî, tirs di nava gel de bide çêkirin, bi giştî propogandeyek bi vî rengî tê bikar anîn.”
Melevan Resûl detnîşan kir ku ji armancên vî şerî jî ku sîstema netewa demokratîk ku li herêmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, pergala ku tevahî pêkhate tê de kom bûne têk bibe. Ji xwe tirsa dewleta tirk e ew ku ev sîstem bê erê kirin li tevahî Ssûriyê, ev yek ne gorî berjewendiyên wê yên dagirkeriyê ye, lewma dixwaze fitneyan û şerkeî navxweyî bide avakirin di navbera tevahî pêkhateyan, di riya bikaranîna şerê taybet. Divê gelê sûriyê ji vê yekê hişyar û zane bin, da ku ev lîstok vala derkeve.
Melevan Resûl di dawî de got:” Li Bakur û Rojhialtê Sûriyê, dezgehên raghandinê heta astekê erkên xwe bi cih anîn, lê têrê nake, divê raghandina me zêdetir kar û xebatê bide meşandin, da ku li hember van êrişan bisekinin. Divê zêdetir hişyar bin ji bo qûnaxa bê. Gerek rojnamevan bi qasî berpirsyartiya xwe ya exlaqî û netewî tevbigerin. Ji xwe weke tê zanîn dema ku raghandina azad dema heqîqetê bişopîne, wê bedelên giran jî bide, mînaka herî dawî ku dewleta tirk du rojnamevên heqîqetê Cîhan Dîlgîn û Nazim Daştan kir hedefa balafirên xwe, dema ku rojnamevan şerê li bendava Tişrîn dişopandin, ji bilî wan jî 30 rojnamevan li Rojavayê Kurdistanê gihaştin asta şehadetê, bûn qurbaniya şerê taybet.”