Dilyar Cizîrî
Ev zêdeyî 2 mehane rêjîma Baas ku beriya 53 salan desthiladariya Sûriyê di encama derbeya leşkerî de bi dest xist hate ruxandin. Vê rêjîmê di dema desthiladariya xwe de zulim, zordarî û tevliheviya di nava civakê de wekî esasê rêveberiya xwe bikar anî. Civak paş guhkir û li gorî xwe sîstema koletiyê di nava gelê Sûriyê de pêş xistin. Piştî sala 2011’an rêjîma Baas bi zulim û zordarî bi sedhezaran welatiyên Sûriyê yên ji bo guhertina demokratîk serî hildan, kuştin, dan koçberkirin û neçarî birçîbûnê û wêranê kirin.
Ji ber wê jî bi ruxandina rêjîma Baas re hema bêje hemû gelê Sûriyê kêfxweş bûn. Hema bêje her kes bêyî metirsiyên heyî bibîne, bi ketina rêjîma zalim kêfxweş bibe. Di vê navberê de çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam ku navê wê yê berê Cebhet El-Nûsra bû hat ser desthiladariya Şamê. Kes ne ket wê ferqê ku rêveberên Sûriyê yên nû hîn li ser lîsteya terorê yên navdewletî ne. Ji rojên destpêkê yên êrişa wan li dijî Helebê dîmenên kuştin, êşkence û gelek kiryarên dijmirovî hatin weşandin.
Lê ji ber hilweşîna rêjîmê û kêfxweşiya wê êdî kirinên wan di nava rojeva kêfxweşiya ruxandina rêjîma berê de hate windakirin. Di heman demê de mijara vekirina girtîgehên rêjîmê û di serî de ya Sêdnaya lê hema bêje kirin û binpêkirinên endamên wan zêde ji raya giştî ya Sûriyê ve wekî tê xwestin ne hate dîtin.
Rêveberiya Xweser û QSD’ê ku rastî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin, di nava parastina herêmê û xema parastina sivîlan li Heleb, Şehba û herêmên din de bûn, xebatên parastinê esas girtin. Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê di wê demê de bi xwedîderketina li koçberên Efrîn-Şehbayê û şopandina xeteriyên li derdora xwe rojevên xwe dagirtîbû.
Lê niha û piştî zêdeyî 2 meha êdî di serî de xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî gelê Sûriyê bûne guhertinên li Sûriyê pêk hatine, baştir analîz û lêkolîn dikin.
Di encamê de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina destkeftiyên xwe seferberbûn, Berxwedana Bendava Tişrîn (Bendava Şehîdan) encam da û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê Şerê Gelê Şoreşger serkeft û hişt dewleta Tirk di wir de bixetime.
Lê desthiladariya nû ya Şamê an ku hikûmeta Heyet Tehrîr El-Şam bê navber di nava hewldanan de ye ku desthiladariya xwe di asta avdewletî de rewa bike. Lê ji piratîka wan diyar dibe ew ê nikaribin hêvî û daxwazên gelê Sûriyê pêk bînin.
Niha ji kêfxweşiya ruxandina rêjîmê zêdetir êdî gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li benda guhertinên li ser erdê ne. Lê hikûmeta Heyet Tehrîr El-Şam di piratîka xwe de wekî rêjîma berê dixwaze yekrengiyê li ser civaka pir reng feriz bike. Gelê Sûriyê jî van siyasetan qebûl nake.
Ev jî dibe sedem ku gelê Sûriyê li her herêmekê xwe birêxistin bike û li sîstema xwe ya rêveberinê bigere. JI ber wê jî li Siwêda wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiya xweser tê avakirin. Li Dera, Laziqiyê û Tertûs civak di nava lêgerînê de ye. Her kes jî sîstema Rêveberiya Xweser tekane riya çareseriyê dibîne.