Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo jinê çareserî çi ye?

26/02/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Pêvajo têkoşînekî xurttir dixwaze
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale


Ji bo jin bighîje asta pirsgirêkên xwe çareser bike û bibe xwedî îrade ew ê siyasetê hilbijêre û têbikoşe. Têkoşîn nayê wateya dijminahî, qebûlnekirina kevnperestiyan an jî li hemberî ol derketin e. Têkoşîn tê wateya jin dest bi lêgerîna heqîqetê bike. Heqîqet jî çareserî ye.

Sîstema baviksalarî ya dagirker destûr nade ku jin, ciwan an jî ji civakê kesek li beramberî zagonên wê têkeve nava nakokiyan û dest bi lêgerîna heqîqetê bike. Ji civakê kî dest bi lêgerîna heqîqet û çareseriyê bike sîstema dagirker wê wan sûcdar bike û bi rêbazên herî qirêj wan bide kuştin. Derbarê sîstemê de ji civakê nabe ku kesek bipirse û hewl bide fêm bike, an jî nêrînên xwe bîne ziman. Ji bo iqtîdar hilneweşe lêpirsîn kirin, nîqaş kirin, nêrîn dayîn hemû xeter in. Ji ber vê yekê sîfeta imprator, qiral û serok dikeve şûna xwedê û kesek nikare van sîfetan lêpirsîn bike. Civak bi tevayî wê serê xwe li beramberî van sîfetan bitewîne û hewl bide xwe pê bide qebûlkirin. Ev yek bû sedema ku civak ji siyasetê dûrbikeve û heyanî serê xwe têkeve nava heriya koletiyê de.

Di vê rewşê de wê rewşa jinê çi be? Hem sîstem hem mêr koletiyê li ser jinê ferz dike. Jinê di mejî û dilê wê de parçe-parçe dikin û wê bê hêz dikin. Êdî mejiyê wê tevlîhev dibe, nizane çawa bijî, tenê fêr bûye li beramberî bûyerên xemgîn bigrî û di şahiyan de bikene. Eger ew bixwaze yan na, ew neçare li gorî ku civak jê dixwaze tevbigere. Jin her tiştî bê îrade xwe dike. Jina ku hewl dide li gorî difikire û hîsdike tevbigere ew jin li gel civakê aqilê wê kême yan jî bê exlaq e. Êdî ew jin di civaka xwe de nayê qebûlkirin û cî jêre nîne. Malbata wê jî jê fedî dikin û dixwazin bi awayekî xwe jê xilas bikin.

Em vegerin pirsa xwe; li beramberî sîstema baviksalarî û civaka zayendeperest çareserî çi ye? Ji bo jinê çareserî tenê di siyasetê de ye. Gava yekemîn ji bo jin dest bi siyasetê bike wê xwe birêxistin bike, gava duyemîn xwe perwerde bike, wê dîrokê bixwîne, da ku bikaribe xwe ji bermahiyên sîstemê rizgar bike. Jina ku dixwaze bibe siyasetmedar nabe ku di nîvê rê de gav paşve bavêje û bibe esîra sîstemê.

Gerîlaya jin a ku dest bi têkoşînê kiriye ji bo nekeve destê dijminê xwe, bombeya xwe bi xwe de diteqîne, jina siyasetmedar dema ku hukmê darvekirinê lê dibirin, ew radest nabe û gav paşve navêje. Jina dest bi têkoşînê kiriye heyanî kêliya dawiyê di jiyana xwe de wê li ber xwe bide.

Mêr ji pirsgirêkên jinê re çareseriyê nabîne, heyanî ji destê mêr tê hewl dide jinê di koletiyê de bifetisîne. Di dîroka ku sîstema baviksalarî nivîsiye pesna jina kole tê dayîn, behsa jina xizmetkar, dansos û kole tê kirin. Jina ku têdikoşe di dîrokê de behsa wê nayê kirin. Ji ber vê yekê jin wê li ser bingehê azadî, wekhevî û edaletê pirsgirêkên xwe bixwe çareser bike.

Post Views: 118
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.