Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Hunermendê kurd Seîd Yûsif stranên gelêrî yên kurdî bi destanên nûjen parastiye û starên balkêş çêkirine. Seîd bi bizq û hunera xwe li Kurdistanê û li cîhanê deng dabû. Seîd Yûsif di 26’ê Sibata 2020’an de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir, lê ew mîna efsaneyekê nayê dûbarekirin û jibîrkirin.
Hunermend li hemberî hemû astengî û hewldanên asîmîlasyonê di parastina çanda xwe de biserketine û beşeke girîng a muzîk û çanda kurdî gihandine dema me. Dengbêjî çandeke kevnar e ku hemû hêmanên çanda kurdan di nav xwe de dihewîne. Gelê kurd her li hemberî qirkirinê huner li pêş xisitin û bi rêya hunerê çand û zimanê xwe parastin e. Yek ji hunermendên qedir bilind di nava gelê xwe de Seîd Yûsif e.
Hunermendê navdar Mîrê Bizqê Seîd Yûsif di nav çivaka kurdî de bi hestên stranên xwe yê neteweyî û welatparêzî, êş û derdê gelê kurd gihande cîhanê. Hunermendê kurd Seyîd Yûsif ji bona ziman, çand û hunera kurdî pêş bikeve kar û xebatekî pîroz û hêja da meşandin. Di vê derbarê de Seîd gelek berhem tomar kirin û kir malê gelê kurd û dîorkê. Yûsif di warê hunera kurdî de bi nivîsandina stran û bi saz û awazên xwe yên ku wê her dem di dilê kurdan de zindî bimîne, cihê xwe muhir kir.
Kurtejiyana Mîrê Bizqê Seîd Yûsif
Hunermendê mezin ê Kurd Seîd Yûsif di 1947’an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye. Nemir Seîd Yûsif di hunera kurdî û Sûriyê de bi deng, awaz û hestên xwe dilê mirov, ciwan û mezinan de cih girt. Rêwîtiya hunermendê nemir di salên 60’î yên sedsala borî de dest pê kir û di demeke kurt de rêwistiya xwe di qada herêmî de derbasî asta navneteweyî kir. Seîd yekem kes bû ku di dawiya salên 1960’î de amûra têl a navdar “bizq” pêşkêşî kantona Cizîrê kir. Serpêhatiya hunermendê mezin Seîd Yûsif bi lêxistan bizq û stranbêjiyê sînordar nebû. Lê wî gelek stran ji xwer û ji bo çend hunermendên kurd û ereb jî çê kirin. Yûsif di dirêjahiya karê xwe yê hunerî de nivîsên stranên xwe yên hestyarî û neteweyî ku bi sadebûn û xwebexşiyê dihatin diyar kirin, pêşkêş kirin.
Seîd Yûsif yekem kes bû ku ji bajarê Qamişlo re got; bajarê Evînê. Hunermendê nemir ê Kurd ji bo nirxandina berhemên xwe yên hunerî, hewldanên xwe di pêşxistina stranên Kurdî û parastina mîrata stranbêjiya devkî ya Kurdî de, zêdetirî 25 xelatên navxweyî û cîhanî bi dest xist. Di sala 1973’an de, Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) kasêteke zêrîn ji bo wî li Parîsê çêkir ku tê de meqam û awazên bizqê heye, ev jî niha di arşîfa rêxistinê de li paytexta Fransa tê parastin.
Hunermendê navdar yê nemir Mihemed Ebdulkerîm, berî mirina xwe pêşniyar kiribû ku bizqa wî ji hunermend Seîd Yûsif re bê pêşkêşkirin. Seîd Yûsif yek ji hunermendên kurd ên nûjen tê hesibandin ku karakterê stranên gelêrî yên kurdî bi destanên nûjen parastiye û starên balkêş çêkirine. Hunermend Seîd Yûsif di destpêka salên 70’ê de li Beyrûtê jiyaye. Pêwendiyên xwe bi civaka dengbêjî û hunerî re li Beyrûtê saz kir û tê de navdengiyeke mezin bidest xist. Yûsif li Beyrûtê Koma Newroz damezrand û dest bi belavkkrina muzîk û filklora Kurdî kir ku bala civak, hunermend û siyastemedarên Lubnanî jî kişand. Hunermend Seîd Yûsif di nava huner û hunermendiya cîhanê de xwedî rol bû. Awaz û stranên Seîd Yûsif li seranserî Kurdistanê belav bûn û ta roja îro tên guhdarkirin.
Seîd Yûsif di 26’ê Sibata 2020’an de li bajarê Stembolê yê Tirkiyê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir û li goristana Qidûrbek a bajarê Qamişlo hate veşartin.
Hin berhemên wî ev in:
-Oy felek bo te dinal im.
-Mala we li cem mala me ye.
-Ez ji van gewran hez dikim.
-Min serê xwe rakir.
-Çavê xezalê.