Hemza Sêvo/Qamişlo
Hevserokê Ofîsa Şêwirdariyê ya MSD’ê Riyad Derar da zanîn ku Kongreya Niştîmaniya Sûrî wê ew kongir tenê ji bo çepk û berzkirina hikumeta Şamê be û got, “Siyaseta dûrxistin û yekalîbûnê ya hikumeta nû ya Şamê, wê bihêle gelên Sûriyê şoreşeke nû li dijî wê li dar bixin.”
Desthilata Şamê ya Nû dest bi amadekariyên lidarxistina Kongreya Niştîmanî Sûrî dike, di serî de komîteya amadekar ji 7 kesên ku têkiliya wan a kûr bi HTŞ’ê re heye, çêkir. Komîte bêyî ku hemû gelên Sûriyê bi ol, bawerî, hêzên siyasî, civakî û hwd… hat avakirin.
Tevî ku hêviya hemû gelên Sûriyê ew bû ku li ser bingeha Sûriyeke demokrat-pirreng-nenavendî beşdarî Kongreyê Niştîmanî bibin, lê binesaziya komîteya amadekar bû astengiyeke mezin ji hemû gelan re.
Weke tê zanîn piştî avakirina vê komîteyê, berdevkê wê, Hesen Eldexîm destnîşan kir ku ew gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê venaxwînin kongireya xwe herwiha wê hêz, partiyên siyasî û hwd… tevlî kongrê nebin.
Têkildarî lidarxistina Kongerya Niştîmaniya Sûrî û paşguhkirina hemû aliyên Sûriyê bi pêkhate, gel, partî û saziyên civakî û hwd… hevserokê Ofîsa Şêwirdariyê ya MSD’ê Riyad Derrar ji rojnameya me re axivî.
‘Komîteya hat avakirin yekalî ye û nayê qebûlkirin’
Derar destnîşan kir ku komîteya Kongreya Niştîmaniya Sûrî yekalî, dûrî pirrengiya gelên Sûriyê ye, ev komîte nayê qebûlkirin û wiha bi lêv kir: “ Çêkirina komîteya amadekar ya bi navê Kongreya Niştîmaniya Sûrî gavek bû û bi sedema wê piraniya gelên Sûriyê nerazîbûna xwe dan nîşandan. Ji ber ku komîteyeke yekalî bû, hem jî berdevkê komîteyê netew û pêkhateyên din paş guh kir. Herwiha wî dûrî zimanê diyalogê bi helwesteke tund hizr û hişmendiya kevin ji bo kongreyê da ferzkirin. Di heman demê de vê komîteyê tenê di bin sifeta tevlîbûnê de hin kes vexwendine çêkirina komîteyê, ev yek tu caran nayê qebûlkirin. Ji ber ku divê komîte serbixwe be û çênabe bi vî rengî kesan vexwîne yan jî li gorî xwe sifetê tiştan veguherîne. Li aliyekî din jî pêwîst e helwestê xwe ji aliyekî din negire û pê bandor nebe.”
‘Wê Kongreya Niştîmanî tenê ji bo çepkan û berzkirinê be’
Riyad Derrar diyar kir ku eger tevahiya gelên Sûriyê bên dûrxistin ji Kongreya Niştîmaniya Sûrî wê ew kongir tenê ji bo çepk û berzkirinê be û wiha domand: “Diyar e ku ferq û cudahî di vexwendina vî kongreyî de heye, ev yek jî bû sedema ku nerazîbûneke pêşwext li dijî avakirina komîteya wê rûbide. Nerazîbûna gelê Siwêda jî tekez kir ku tu kes ji vê komîteyê ne razî ye, daxuyaniya Şêx Hikmet Elhicrî nerzîbûn hîn tekûztir kir. Ji hêleke din jî daxuyaniyek ji hêla hêzên kurdî bi hemû partiyên xwe ve hat dayîn. Sedem ew e ku vê komîteyê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên wan paş guh kir, di serî de jî gelê kurd li gel hêzên civakî û gelek kesayetên din. Bi vî hawî berî ku Kongreya Niştîmaniya Sûrî were lidarxistin em encamên wê dizanin, wê ji bo standina çend biriyarên li gorî desthilata Şamê ya niha li dar bikeve. Ev kongr tenê wê ji bo çepkan û berzikirina aliyekî be, sedem ew e ku wê diyalog û nerînên piralî yên ku wê encamên xurt ji bo rêkefeke siyasî ya hevbeş û guncav ji siberoja Sûriyê re, ne amade bin.”
‘Nîşaneyên şoreşeke nû li dijî desthiltdariya Şamê hene’
Hevserokê Ofîsa Şêwirdariyê ya MSD’ê Riyad Derar da zanîn ku li gorî tiştê li ser erdê pêk tê, wê şoreşeke nû li dijî hikumeta Şamê ya nû û rêbaza wê ya dûrxistina gelan li dar bikeve û wiha got: “Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê danûstandin berdewam dikin weke tê zanîn ev diyalog gelekî girîng in ji bo lihevkirinê. Eger zexta aliyekî ji bo domandina li ser riyeke hevbeş çêbibe, ew jî riya dûrxistin, paşguhkirin, yeknerîn, yekrengî be wê nerazîbûnek ji hêla hemû gelên Sûriyê ve çêbibe. Di pêvajoya siberojê de eger helwesta siyasî ya hevbeş ji bo hemû gelên Sûriyê li pêş nekeve, tekez e ku wê gelên Sûriyê riyeke din li dijî yekalîbûn û paşgukirinê hilbijêre. Hemû gavên ku desthilata Şamê diavêje, rêbazên yekalîbûn û dûrxistinê ne, bi riya yek netewê siyaseta wê tê xuyakirin. Lewma jî gelên Sûriyê vê riyê napejirînin ji ber ku wê yekrengî û yekalîbûn sîstema desthiladariya navendî bide encamdan, wê ne dûrî rêbaza rêjîma Beis ya 50 salên bûrî be. Îro pêdiviya gelên Sûriyê bi dengê şoreşeke rast heye, dengekî ku li dijî hemû rengê desthilatdariya navendî û yekalî be. Di heman demê de gelên Sûriyê qet qebûl nakin ku rêjîmeke nû bi rengê rêjîma Beis di pencereyek din de vegere. Lê tiştên ku li ser rûyê erdê pêk tên, nîşaneyên şoreşeke nû li dijî desthilata heyî dide xuyakirin, lewma jî divê gelên Sûriyê xwe jê re amade bikin.”