Ronaz Silêman/Qamişlo
Hunermend Xelîl Xemgîn diyar kir ku Bavê Teyar hunera xwe bi ziman û pîvanên gel hundand, ew li her çar perçeyên Kurdistanê dihate hezkirin, kete dilê gel û bibû kêfxweşiya li ser rûyê zarok û mezinan û got, “Şehadeta Bavê Teyar êşeke Kurdistanî bû.”
Di dîrokê de mirovên bibandor û hezkar derdikevin holê. Ev mirov ne ji rêzê ne, ji ber ku şopa tiliyên xwe di rûpelên dîrokê de dineqişînin, sedema wê ku xwediyê ruhê fekedarî ji bo gel û welatê xwe ne. Yek ji mirovên ku di bîr û baweriyên gelê Kurdistanê de nayê jibîrkirin jî Bavê Teyar e. Bavê Teyar ne tenê kenek li ser rûyê Kurdistaniyan bû, lê di deman demê de bi hunera xwe êş, xemgînî û rastiya ku li ser gelî wî dihat kirin bi berhemên xwe yên şanogeriyê derdxist holê. Di heman demê de xwediyê hestên bilind ên welatparêziyê bû, lewra şehîdxistina wî bandoreke mezin li ser Kurdistanê û mirovên wî nas dikir, kir.
Derbarê bandora hunera şehîd Bavê Teyar Cuma Xelo li ser hunermendên Kurd, hunermend Xelîl Xemgîn ji rojnameya me re axivî.
‘Bavê Teyar kêfxweşiya li ser rûyê gelê Kurdistanê bû’
Xelîl Xemgîn diyar kir ku wî ji nêz ve Bavê Teyar nas dikir û wiha got: “Ez şehîd Cuma Xelo ku bi Bavê Teyar dihat naskirin, ez wî bi navê hunermendê gel, civak û şoreşê bi nav dikim. Naskirina min ji Bavê Teyar re di aliyê fikir, sekin, xeyal, bîr, bawerî û hemû aliyan de ji nêz ve bû. Tevî ku derfetên şanogerê birûmet Bavê Teyar di aliyê hunerî, şano, sînama, karê akademîk û berhemên perfesyonal pir kêm bûn jî, lê bi wan derfetan hestên xwe yên civakî û kurdewarî, ji roja destpêka şoreşê dest pê kirî û vir de, mîna têkoşerekî xebatên xwe dida meşandin. Bavê Teyar hunera xwe bi ziman û pîvanên gel û ji bo gel hundand. Perensîbên şoreşê jî ew e ku huner a gel e û ji bo gel tê kirin. Mezinbûna Bavê Teyar di vê yekê de diyar bû ku hunera xwe ne bi teknîkên mezin, akademîk û tiştên ku niha teknîk zêde li pêş kirî çê dikir. Lê bi hestên kurdewariyê hemû berhem çê dikir, ji bo wê jî li her çar perçeyên Kurdistanê û di nava kurdan giştî de, gelekî hate hemêzkirin, kete dilê gel û bibû kêfxweşiya li ser rûyê mezin û zarokan, ev rastiyeke kes nikare wê inkar bike. Bavê Teyar hunermendekî ku ji nava cerga gel, ji ruhê civakê, herwiha di wî ruhî de maye û wê bimîn e.”
‘Bavê Teyar bû serkêşê kerwanê şoreşê û şanogeriya kurdî’
Xelîl Xemgîn anî ziman ku Bavê Teyar ne tenê weke hunermendekî bû lê di her xebatê de fedekarek bû û wiha got: “Bavê Teyar tenê wek hunermendekî nebû, lê weke kedkarekî şoreşê û fedekarekî welat jiyana xwe dewam kir. Riya xwe ji bo civak, gel, azadî, wekhevî û aramiya gel da meşandin, ji vê riyê derneke û qet newestiya jî. Peyv nikare Bavê Teyar bi qasî sekin, xebat, helwest, çalakî û berxwedana wî kirî şîrove bike. Peyama Bavê Teyar a dawî ku li ser Bendava Tişrînê dayî, ji bo me gelekî bi wate û girîne. Bavê Teyar wê di dilê gel de mayînde bimîne û wê tim bijî. Di heman demê de bû serkêşê kerwanê şoreşê û şanogera kurd. Şoreş tiştê ku ji gel dixwaze ew e ku yê leşker karê leşkerî baş bike, siyasetmedare siyasetê rast bike, xwendevan hîn bêtir xwe zane bike, ji hunermend jî ew dihat xwestin ku hunera wî malê gel be. Bavê Teyar jî mînaka vê yekê bû ku bihûrî bihûrî her erkên xwe hemû pêk anîn. Bavê Teyar ew kela ku di dilê wî de dikeliye, nikarî giştî bikra berhem û pêşkêş bikra, ji bo wê gelek caran rexneyên wî ji bo me û ji bo derfetan hebû. Lê wî bi ruhê xwe dikarî berhemên gelekî mezin biafirandiba û diafirnand jî.”
‘Şehadeta Bavê Teyar êşeke Kurdistanî bû’
Xelîl Xemgîn axaftina xwe wiha qedand: “Şehîdxistina Bavê Teyar ji bû gelê Kurdistanê, bi taybet ji bo hunermend, rewşenbîr û nivîskaran windahiyeke gelekî mezin e, gelê kurd tevahî bi vê windahiyê êşiya ye. Lê ew peyama ku wî herî dawî li Bendava Tişrînê dayî, ji bo kesên ku dibêjin em hunermendin, rewşenbîrin û kurdên welatparêzin, her kes xwe di wê peyamê de dibîne, yên ku xwe nabînin wê demê ne çavên wan, lê wijdan û guhên wan kurin. Mirov nikare Bavê Teyar bi pênaseyan pênase bikin, lê bi hewlet, kar û fedekariyên xwe dikarin bersiva peyama wî bide. Gelê me yê kurd, bi taybet ên Rojava di pêvajoyekî gelekî zehmet re derbas dibin, li hember qirkirina rojane rû bi rû ne, her roj li ser bendava berxwedanê şehîdan didin, lê li ber xwe dide. Çareyekî me jî, ji bilî berxwedanê tuneye. Bavê Teyar di peyama xwe ya dawî de ev got, “Em natirsin. Em ne kurdên berê ne. Serê xwe ji kesî re danayînin. Em dijminatiya kesî nakin, em azadî, hebûn û nasnameya xwe dixwazin. Ev ax axa me ye” ev gotinên Bavê Teyar e, lewra ez di kesayeta Bavê Teyar de hevalên pêre şehîd ketin û şehîdên di wê oxirê de xwe feda kirin, bi rêz û hirmet bi bîr tînim û dibêjim; em şopdarên rêya we ne.”