Argêş Vîyan/Qamişlo
Rêveberê TEV-ÇAND’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronî Ekîn da diyarkirin ku di vê pêvajoyê de erkê herî mezin dikeve ser milê hunermendan û wiha got: “Em weke civak jî di kêleka şerê leşkerî de şerekî çandî û hunerî didin meşandin.”
Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de êrîşeke pir alî tê meşandin. Li Bendava Tişrînê ji aliyê şervanên QSD’ê û YPJ’ê ve berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin. Hemû beşên civakê jî, piştgirî didin vê berxwedana bêhempa ya ku roj bi roj dîrokê ji nûve xêzdike. Ji milê çand û hunerê ve jî, bi pêkanîna gelek çalakiyên cûrbecûr piştgirî ji bona vê çalakiyê tê kirin.
Derbarê giringiya hunerî û piştgiriya hunermendan ya ji bona berxwedana Bendava Tişrînê de, Rêveberê TEV-ÇAND’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronî Ekîn ji rojnameya me re axivî.
‘Şerê ku tê meşandin ne tenê leşkerî ye, di heman demê de çandi ye’
Ronî Ekîn anî ser ziman ku êrîşên tên meşandin, ne tenê di qada leşkerî de sînordar dimînin, êrîşên li ser çand û hunera gelê Kurd piralî tên meşandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Tê zanîn ku ev demeke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hovane tên meşandin. Ev êrîş tenê bi qadekê û beşekî civakê ve, ne sînordar e. Ji bona ku gelan bi pişaftin û qirkirinê re, rûbirû bihêlin di aliyê çand û ziman ve jî êrîşan didomînin. Raste di şerê leşkerî de, şer bi çekan tê meşandin, lê di şerê hunerî de jî bi pêşxistina huner û çandê şer tê birêvebirin. Em jî weke hunermend di Tevgera Azadiyê de, şerekî hunerî li hemberî pişaftinê û bi riya çand û hunerê didin meşandin. Şerê leşkerî û şerê çandî hev temam dikin û ev yek astekê dide têkoşîna gelê Kurd. Hunermend ger ku bi xebat û hunera xwe di dilê civakê de mayinde nebe serkeftinên ku têne jiyan kirin wê kêm û nebes bimîne. Têkoşîna çandî jî bi perwerdê destpê dike û xwe gehiştina asta bilind berdewam dik e. Şer û pevçûnên ku tên meşandin jî, armanca wê qirkirina çandî ye. Ji ber ku hunermend dema tê xwastin şervanê gel e, di heman demê de jî şervan jî hunermend e. Jiyana ku birûmet tê jiyan kirin, hewildide pûç bike û hundirê wê vale bike. Ev tinekirin di aliyêkî de jî, dervî exlaqî û zagonî ye. Ji ber vê yekê xebatên hunerî ji bo civakê, pêwîste herî zêde di vê pêvajoyê de werin meşandin û pêwîste ku hunermend ristekî mezin bileyizin. Dijmin hewil dide di kesayeta kurd de, ezezîtî pêşbixe û nehêle ku xwe bighîne asta cîhana zanistî. Herwiha di nava civakê de pêşxistina fihûş, bikaranîna madeyên hişbir û bi kuştina jinan ve, civaka ku bi ramanên Rêber Apo hatiye avakirin ji holê rabike. Hişmendiyekî navendî, bi yek kesê/î we girêdayî hewildide ku pêşbix e. Ev siyaseta şerê taybet ya ku tê meşandin hatiye teqezkirin û dewleta Tirk ya dagirker bi salane kiryarên bi vî şêwazî pir bi zanebûn û pisporî dimeşîne. Hebûna xwe, bi tinebûna civakeke din ve girê dide. Wê jî bi riya çandî û bişaftinê pêktîn e. Emê bi stran, awaz û şanoyên xwe herî zêde pêşengî bidin azadiya jin ê. Çand û hunera berxwedanê û bi salan li hemberî hişmendîya zilamsalar berxwedanî meşandîy e.”
‘Em şagirtên Bavê Teyar û Yekta Herekolin, emê bibin şopdarên riya wan’
Ronî berxwedaniya li Bendava Tişrînê dimeşe silav kir û wiha axaftina xwe domand: “Ev nêzî 2 mehin êrîşeke mezin li ser Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin. Rojane êrîş li ser şervan û gelên diçin li wê derê piştgrîyê didin şervanan tê kirin. Em jî weke endamên TEV-ÇAND’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi plansaziyên xwe yên cûda tevlî berxwedaniyê dibin û piştgirî didin şervanên QSD û YPJ’ê. Pêşengên şanoya Kurdî, Cûma Xelîl bi navê hûnerî Bavê Teyar dema ku tevlî berxwedaniya gel dibe, di encama êrîşa dewleta Tirk ya dagirker de şehîd ket. Em bi film û şanoyên Bavê Teyar mezin bûn, Bavê Teyar dema di rûyê mirovan di ken xêz dikir û di heman demê de jî dida fikirandin, mînaka şoreşger û hunermendiya Bavê Teyar e. heya kêliyên xwe yên dawiyê jî anî ser ziman û got “me kefenê mirinê çirandî ye.” Ev gotinê wî bûn dîrok û navê berxwedana hûnerî. Bi wê xebata xwe Bavê Teyar bû şervanê gel. Em şagirtên Bavê Teyar û Yekta Herekola ne û wan mîrateya bi mere hiştine emê berdewam bikin. Rêber Apo dibêjê “Dibe hunermend dilê wî/ê weke pola be.” Ji ber ku hest û ramanên herî mezin li gel hunermenda ye.”
‘Em ê nehêlin ku nifşên nû bi derewên dagirkeran mezin bibin’
Ekîn got ku emê weke hunermend erkên li ser milê xwe pêkbînin û axaftina xwe wiha qedand: Nifşên nû yên ku bi pêşengtiya gelê Kurd bikin hewildide ku dijî şoreşê bikarbîne. Stranên kurdî û kartonfilmên kurdî jî qedexe dike û bi alavên şerê taybet pêşiya civakê digire. Ev yek dide xuyakirin ku em bi çi rengî têkoşînê di nava şoreşê de bidin meşandin, lê dijminê gel û civaka xwe baştir nasbikin. Bangawaziya min ji hemû hunermendên derveyî welat dijîn re ew e, ku piştgiriyê bidin gel û hêza xwe. Herwiha bi şano û stranan, bi xêzkirina tabloyekê dikarin piştgiriyê bidin şoreşê û deskeftiyên Kurdistanê. Em jî weke hunermend soza ku me ji Bavê Teyar re daye em nû dikin û em ê hertim li kêleka gel û şervanên xwe cih bigrin.”