Idrîs Henan
“Ez ne tenê rojnamevan bûm, şahidê dîrokê bûm û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ez ê wisa dewam bikim”.
Nirxtirîn û birûmetirîn pênaseya rojnamegeriya azad a ku berjewendiya gelan a serxwebûnê esas digire, bê guman, gotinên Şehîd Egîd Roj in. Rojnamevanê pakrewan ku di oxira heqîqeta ji bo wê têkoşiyaye, jiyana xwe feda kiriye û gihaye zîrweya rastiya mutleq, Egîd Roj yek ji rêzecangoriyên leheng ên fedayî yê nemir e. Bi qasî dilsoziya ji dozê re, her kêliyê amade bû ku giyana bibexşîne. Ji xwe berî şehadeta wî bi du rojan behsa girîngiya fedayetiya di oxira ronîkirina heqîqeta berxwedana li Bendava Tişrînê têye raberkirin dikir û weke erkekî gerdûnî yê rojnamevanan lê dinêhêrî. Ji lew re tekezî li wê yekê dikir ku aliyên dervayî heqîqeta li bendavê tevdigeriyan weke rojnamevanên desthilatdariyê pênase dikirin. Di wê derbarê de gelek caran qala rojnamegeriya neteweyî, welatparêz û azad dikir.
Egîd Roj di peyama xwe ya dawî de tekezî li nerîna xwe ya şoreşgerî dikir û berxwedana li bendavê weke “Qehremaniya ku hêj di pirtûkan de nehatiye nivisîn” pênase dikir û weke domahiya berxwedana Çiyayên Efrînê, Şehba û kampên wê digirt dest. Ango; bi wê zanebûna xwe ya dîrokî û bi hafîzeyeke tije hesret û bîranîn û bendewariyên gewre re, li Bendava Tişrîn şahidiya dîrokî ji têkoşîna ronahiyê ya li dijî tarîtiyê dikir. Ji ber vê jî hêviyên wî ew bûn ku ev şahidî bibe para her kesî xwedî nirxên azadî û demokrasiyê ku li hemberî bêedaletiyê bibin xwedî wijdan. Ji kesên ku xwe ji vê misyonê didan alî re digot: “kesine bê wijdan in”.
Berxwedana gel û şêwegirtina rêbaza têkoşîna Şerê Gel ê Şoregerî bala wî dikişand û li ser wê bingehê bi tekezî hêviyên xwe yên serkeftinê dianîn ziman û weke wateya herî bilind a sebir û îradeya têkoşîna gelan pênase dikir.
Siwarê hespê kihêl, zarokê Çiyayê Kurmênc, Şehîd Egîd Roj di her kêlî û axaftinê de behsa bîriyên xwe yên ji Efrînê re dikir û weke hesret û kulekê di dilê xwe de dihewand. Ji lew re jî; çendîn mijarên gotinê cuda bûn, Efrîn mijara wî ya sereke bû. Di aramanca wî ya bingehîn de rizgarkirin û vegerek birûmet hebû. Ji bona wê jî, di çeperên pêşîn ên herdu qonaxên Berxwedana Serdemê li Efrîn û Şehbayê cih digirt û bi cesaretek bê hempa êriş û tadeyên li ser gelê me belge dikirin û rastiya dijminekî hov û dermirov bi raya giştî re parve dikir.
Egîd xwedî baweriyek mutleq bû ku rojek dê were û hêviyên wî yên rizgarkirina Efrînê wê bi cih werin û ew hêvî weke “Pêlên qet namirin” pênase dikir. Lê di heman demê de, ji ber ku mirovek realîst bû û dijminê xwe yê xedar baş nas dikir, metirsiyên xwe yên nedîtina roja rizgarkirina Efrînê jî bi bîr dixistin û wiha vedigotin “Erê, dibe ku ez bi xwe serketinê nebînim, lê ez bawer dikim ku bajarê min Efrîn wê rojekê azad bibe. Xwazî min Efrîna rizgarkirî bidîta. Lê ez di wê baweriyê de me ku ev hesta serketinê û vegerê wê ji aliyê gelê me ve bê jiyîn”.
Ji ber vê jî pakrewan û lehengê Ragihandina Azad Egîd Roj ji gelê Efrînê yê ku 8 sal in ji bo vegerek birûmet li ber xwe dide, dixwest ku ji armanca xwe dûr nekeve û di peyama xwe de tekezî li gel dike ku; “Divê ev berxwedan hê bêhtir xurt bibe”.
Lew re jî, em weke rojnamevan, rêheval û bi taybet gelê Efrînê tekezî li wê yekê dikin; dê xeyalên siwarê hespê heqîqetê, pakrewan Egîd Roj, weke giyana wî zindî bimînin. Wê di rojek nêz de, rêhevalên wî, peyama wî li Qada Azadî bixwînin û ala ku hildaye, li çerxerêya Kawayê Hesinkar daleqînin.