Cîger Efrîn
Li vê cîhanê dengê herî xweş, dengê herî ku dilê mirov radike dîlanê, dengê ku di her hêla jîyana mirov de guhartinan çêdike û her rêya guhartin û veguhartinan vekirî dihêle, bê guman dengê berxwedanê ye! Yên bi azadîyê bawer û xwe nas dikin li ber xwe didin.
Yên ku derdê wan hene li ber xwe didin. Yên bi êşa xwe û êşa kesên derdora xwe dihesin û dixwazin xwe û derdora xwe ji êş û kederan xelas bikin li ber xwe didin. Yên ku ne dixwazin kole bijîn û ne jî bibin koledar li ber xwe didin. Yên ku naxwazin jin kole bijî li ber xwe didin.
Yên ku naxwazin hawirdora wan xira bibe û siberojeke xweş ji zarokên xwe re bihêlin li ber xwe didin. Bi kurt û kurmancî; Yên ku ji xwe re dibêjin ”ez mirov im û divê em mirovane bi hev re bi reng û dengên xwe bijîn” li ber xwe didin. Belê, îro berxwedana li Bendava Tişrînê tê meşandin berxwedana wijdana mirovahîyê ye, û ji lewra jî divê mirovahî pirtir li vê berxwedanê xwedî derkeve. Bendava ji nav û hebûna xwe mezintir. Bendava bi berxwedana keç,xort û gelê berxwedêr nav û deng daye. Bendava ku bûye kelem di çavên neyaran de. Ji neyaran re bûye xewnereşke kujer. Heta berîya du mehan dunyayê navê Bendava Tişrîn’ê nebihîstibû. Lê îro paytext û bajarên derdorê, heta welatên cîran bi Bendava Tişrînê têne nasîn. Berxwedana Tişrînê careke din ruh da û dide gelên Bakur û Rojhilatê Surîyê û mirovahiyê. Ji lewra berxwedana Tişrînê bi Tişrînê re sînordar nema.
Di rastîyê de tu berxwedan bi cih û warê ku lê tê kirin(hatî kirin) re sînordar nema û namîne.
Ma berxwedana Mazlûm’an, berxwedana çar lawên Agir û Rojê, berxwedana Kemal, Akîf, Elî û Xeyrî’yan bi zîndana Amed’ê re sînordar ma? Ew berxwedan neba, PKK nedibû PKK!
Ma berxwedana Egîd’an bi Eruh û Şemzînan re sînordar ma? Ew têkoşîn û berxwedana Egîd’an, Şîyar’an, Bedran’an neba, hebûna Kurdan nedihate peyandin û îro Kurd li ser rûyê erdê nediman. Berxwedana Bêrîtan’an bi Xinêrê re, ya zîlan’an bi Dêrsim’ê re sînordar ma? Ew berxwedana neba jina Kurd nedibû hêz û civaka Kurd nedihate guhartin!
Va ye! Berxwedana Rêber Apo! Ma berxwedana Rêber Apo bi zîndan û dojeha İmralîyê re sînordar ma? Berxwedana Rêber Apo ya ji zarokatîyê de û bi taybetî jî ya li dojeha Îmralîyê neba em wekî gel û mirovahî nedigihan asta ku mirovahî li Rêber Apo xwedî derkeve û em nedibûn xwedî felsefeya azadîya civkê, emê bi destxistina dewletê sînordar bimana, ku Rêber APO bi hûnandina paradîgma Modernîteya Demokratîk re em wekî gel û mirovahî kir xwedî çeka herî xurt li dijî hemû cureyên êrîşan û me bi serkeftinê jî ewqasa bawer nedikir.
Belê, heger berxwedana Rêber Apo neba îro me qala berxwedana Bendava Tişrînê jî nedikir. Ji ber ku wê plana qirkirin û tunekirina Kurdan ya ku di sala 1925’an de ketibû meryetê bigihîşta encamê û Kurd nediman. Berxwedana Bendava Tişrînê birqandina felsefa Rêber Apo ya berxwedanê, ya şerê gelê şoreşgerî ye!
Ji roja ku Rêber Apo derketî ser dika sîyaseta Kurd felsefa berxwedanê di cerg û hinava gelê Kurd de çand û îro jî em wekî gel û mirovahî bi gîyana wê berxwedanê ber bi serkeftina mezin ve dimeşin. Wekî Pêşengê me rêheval Mazlûm Dogan gotî; ”teslîmîyet dibe îxanetê, berxwedan jî dibe serkeftinê”Em wekî civaka mirovahîyê bêhna serkeftina misogerî dikin û em ê bi Rêberê xwe re cejna azadîya gelan pîroz bikin. Nêzîkbûn û dûrketina wê rojê bi rêxistinkirina me ya civakê û xurtkirina xeta têkoşîna şerê gelê şoreşgerî ve girêdayî ye!