Esma Mistefa/ Qamişlo
Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekezkirin ku ji ber bêdengiya navneteweyî êrişên dewleta Tirk dewam dikin û gotin, “Dewleta Tirk ya dagirker li çar perçeyên Kurdistanê rojnamevanan dike hedef, divê destgehên prastina mafê rojnamegeran jî bêdeng nemînin û bi erkê xwe rabin”.
Dagirkeriya Tirk ji salên durûdirêj ve gelê kurd û xaka Kurdistanê xistiye hedefa xwe. Di oxira wê yekê de hemû kesayetên siyasetmedar, rewşenbîrên, rojnamevan û gelê sivîl têne biçavkirin û qetilkirin. Ev şer bi taybet bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bi awayekî eşkere kete meryetê û komkujiyên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bû. Di van şer û sûcên bî mirovî de bi dehan kesayetên rojnameger hatin hedefgirtin û şehd xistin. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê bi dehan rojnamevan û nûçegihan hatin şehîdxistin. Dagirkeriya Tirkiyê ne tenê van êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, ji bo hedefgirtina felsefeya azadiyê li çar perçeyên Kurdistanê van kiryaran pêk tîne. Herî dawî mamoste û rojnamevanê kurd ku bi salan e di Çapemeniya Azad de xebat daye meşandin, Azîz Koyluoglû bi nasnav (Kemal) di 27’ê Çileyê de li Ranyayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Derbarê êrişên dagirkeriya Tirk û bi taybet hedefgirtina rojanamevanên dengê rastiyê, rojnamevan Zinar Cafer û Sîmav Keleş ji rojnameya me re axivîn.
‘Şehîd Kemal mamosteyê jiyanê bû’
Zinar Cafer di destpêkê de şehadeta rêheval Azîz Kuyluoglû bi bîr xist û derbarê naskirina wî de wiha got: “Bê guman îfadekirina naskirina rêhevalekî weke rêheval Kemal gelek bi êşe û dibe ku mirov nikaribe heq bidiyê. Min di sala 2014’an dema ez di perwereya ragihandinê de bûm ew naskir. Di wir de nêzî 4 heyvan me bi hev re jiyan kir. Bi rastî jî weke rêveberiyê akedemiyê bû, lê li kêlek her endamekî weke rêhevalekî bû. Di aliyê jiyanê de gelek kêliyên me yên bi wate bi hev re çêbûn. Weke rêhevalekî di akademiyê de di aliyê jiyanî, pirsgirêk, rexne û disiplîna kar û jiyanê de xwedî rolekî bingehîn bû. Di çareserkirina pirisgirêkên ku derdiketin de bi awayekî îdeolojîk nêzbûyîn û çareserkirin gelek bi bandor bû. Di wê dereyê de di nava 35 hevalên rojamevan de ez tenê ji Efrînê bûm, ez bixwazim nexwazim hin cudahî û veqetîn ji derdor dihate jiyankirin. Lê belê heval Kemal hêşt ku têkiliyeke ruhî di navber min û wan de bê avakirin. Yek car jî ez nedam hîskirin ku ez xerîbim. Bi rastî me di kesayeta wî de rêhevaltî, xebatê ragihandinê, girîngiya îdeolojîk di xebat de naskir û ji bo me bibû mamosteyê ku her kêliyên jiyanê bi te dide naskirin û şîrovekirin.”
‘Ji ber ku rastiyê eşkere dikin têne hedefgirtin’
Zinar Cafer di berdewamiya axaftinê de bal kişand ser hedefgirtina kesayetên bi bandor di Tevgera Azadiyê de û wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyê di destpêkê de hedefa xwe ew e ku kesayetên bi bandor yên di civaka Kurd de û bi taybet di nava Tevgera Azadiyê de ye. Bi hezaran rêhevalên pêşeng di nava Tevgerê de şehîd xistine û binçav kirine. Di heman demê de bi hezaran rojamevan û kesayetên siyasetmedar hatine û hê jî dibin hedefa dagirkeriyê. Ev rastî careke din di hedefgirtina mamosteyê mezin heval Kemal, Cîhan Bilgîn û Nazim Deştan de tekez kir ku her tim pêşengên civakê, pêşengên ku ji bo azadiyê û eşkerekirina pilanên wan, hêza ku maskeyên wan yên durûtiyê eşkeredikin; dibin hedefa dagirkeran. Ji lewra li Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pêşengên Tevegra Azadiyê tên armanckirin.”
Artêşa Ragihandina Azad li pey xwe gihandin
Di heman çarçoveyê de Sîlva Keleş bal kişand ser bêdengiya cîhanê û wiha bi dawî kir: “Bê guman ev yek ji siyaseta dagirkeriyê ya qirkirinê tê. Hemû pilanên hedefgortina rojnamevanan bi taybet bê hesab û ceza têne kirin. ev yek bê guman nayê qebûlkirin. ji ber raya giştî li hember van cûcan bêdengin. Li hember tevahî kiryarên girtin, binçavkirin û qetikirina rojnamevanan tavahî destgeh û rêxistinên parastina mafê rojnamevanan bêdengin.”
Helbet ev bêdengî wê çawa were pirotestokirin û teşhîrkirin, bê guman bi hêz, vîn û îradeya bi hezaran ji şagirtên wan pêşangan wê bê kirin. Em şagirtên Eeyid Evran û Kemalan in. artêşekî ji ragihandin û xebatkarên çapemeniyê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye avakirin. Helbet şop û armanca ku wan li ser jiyan dikir emê bidomînin”.