Ahmet Aktaş
Ev roj (21’ê Sibatê), ji aliyê Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO ve di sala 1999’an de, weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatiye ragihandin.
Kurtedîroka wê wisa ye: 73 sal berê gelê Bangladeşê, li dijî siyaseta dewleta Pakistanê ya ferzkirina zimanê URDU li ser wan, ne razîbûna xwe diyar dike û ji bo bidestxistina mafê zimanê xwe yê dayikê têdikoşe û biser dikeve.
Ji aliyekî ve dişibe rewşa Kurdistanê. Pakistanî di 1947a de dewleta xwe ava dikin û erdnîgariya xwe weke du herêman destnîşan dikin; 1-Pakistana Rojhilat(Bangladeş), 2-Pakistana Rojava(Pakistan) û mîna tirkan biryara yekzimanî(URDU) distînin.
Bangaldeşiyan di 73 salan de xwe ji bindestiya wan rizgar kirin, lê Kurdistaniyan 100 sal derbas bûye, hîn xwe ji siyaseta bişaftin û qirkirinê rizgar ne kirine. Bila ev jî rexneya li ser me be!
Li ser vê nakokiya dîrokî, gotinên balkêş ên du akademisyenên tirk hene.
Prof.Dr.Celal Şengor û Prof.Dr.İlber Ortayli, li ser rastiya zimanê Kurdî wisa dibêjin:”Divê em zimanê kurdî rast nas bikin, bi mezinbûna xwe li cîhanê di rêza 7a de ye. Li kitêbxana me lugata zimanê kurdî heye ku di sala 1879a de li bajarê St.Petersburg a Fransayê hatiye çapkirin; bi navê dictonnaire kurde-françaıs(kurdî-Fransî), lê mixabin lugata zimanê tirkî nîne”
Van akademsiyenên navdarên tirk, him rexneya li dewleta xwe dikin, him ji bo zimanê xwe xemgînîya xwe diyar dikin, jiber ku çima li welatê wan sazî û akademisyenên wisa nine û berhemên wisa zanist na afirînin!
Divê ji vê rexneyê em jî para xwe hildin. Jiber ku kêm be jî akademisyanên biyanî, ewqas pesnê zimanê me vedidin, lê em dereng mane, îca divê em rewşenbîrên kurd, pirtir li zimanê dayîka xwe xwedî derkevin!
Li ser jiyana civakê, bandor û rola ziman bingehîn e. Ev taybetmendî, him erênî him neyînî heye li ser jiyana civakê û gelan.
Weke çeka leşkerî, çawa dualî; bi erênî ji bo parastin û pêşketina civakê, bi neyînî ji bo dewama diktatoriya desthilatdaran dikare were bikaranîn, ziman jî dikare dualî heman rolan bileyze li ser jiyana civakê.
Li vira rola zihniyeta kesan jî derdikeve hole. Weke mînaka çekê, di destê kê de ye û ji bo çi armancê tê bikar anîn? Ev xal giring e. Jiber ku kesê xwedî zihniyeta neyînî, li ser civakê bi armanca xerab bikar tîne, ji rêya rast dûr dixe, dujminatiyê dixe nava kesan û gelan. Belê, yên xwedî zihniyeta pak jî ji civakê re jiyana azad û aram diafirîne.
Hilbet divê em ji bo parastin û xurtkirina civakê, bikaranîna zimanê erênî, ji xwe re bikin armanca sereke. Ev taybetmendiya ziman a qenc, divê bibe xala bingehîn a rojeva hemû gelê welatparêzê Kurdistanî!
Li goreyî pîvanên zanistî, mirov ji zarokiya xwe ve, bi zimanê dayîka xwe baştir bi pêş ve diçe, bêhtir serkeftî dibe di jiyanê de.
Li ser vê mijarê, hinek gotinên dapîr û bapîran jî hene, dibêjin:
Zimanê biyanî kiras e, zimanê dayîkê çerm e!
Çavê li deriya xwelî li seriya!
Gîha, li ser koka xwe şîn dibe!