Asya Weşûkanî
Bi dirûşmeya zimanê me rumeta meye ez dest bi nîvisa xwe dikim û dibêjim: Zimanê mirov hebûna mirov e, ev jî tê wê wateya ku, mirovê bê ziman, bê rûmet e. Weke ku tê zanîn di ser qedexekirina, ziman û çanda Kurdan re sedsal derbas bûye; lê mixabin hîna jî ew qedexeya tind û tûj berdewam dike û ne tenê qedexekirin, qirkirin jî tê sepandin. Di peymanên mafên mirovan yên navnetewî de, zagonek ji zagonên herî sereke jî ew e ku mirov weke hebûneke; zindî pêwîste bi zimanê xwe yê dayikê were axaftin. Lê mixabin ev zagon jî weke tevahî zagonan, ji bo gelê Kurd teqez derbasdar nîne û tevahî zagonên xwe jî li ser Kurdan didin pêkanîn; mînak heyanî roja me ya niha Partiya Karkerên Kurdistanê di lîsteya terorê deye, tevî ku partiya yekemîne ku rast, pispor û bi rêbazê herî serkeftî û encamgir têkoşîn dike. Nexwe zagonên yekîtiya Ewropayê tenê ji bo gelên wan, derbasdar e, û gelên ku hatine dagirkirin çi jî were serê wan qet xema wan saziyên mafên mirovan nîne.
Weke ku tê zanîn di tewriya pergala sermayedar de tiştekî, wiha heye ku dibêje: Di cîhanê de mirov pir zêde bûne û hejmara wan gihaştiye zêdetirî 8 milyaran û ji xwere reva dikin ku hejmara mirovan; kêmbikin û rêbazê wê çi dibe bila bibe. Ji xwe her carê rengekî nexweşî dertînin holê û bi hezaran mirovan dikin qurbanî û niha jî şerê Cîhanê yê 3’emîn ketiye rojevê de û mirov ji niha de dihizire gelo wê çiqas mirovan bikin qurbana şerê xwe yê desthilatdariyê û weke şerê cîhanê yê yekem û duyem jî bi heman rengî bi milyonan mirov kirin qurbanî. Mebesta min ji van şiroveyan jî ewe ku ti xema peymanên mirovan yên pergala sermayedar bi mafê mirovan, ziman û çanda wan nine û ya din jî; teqez gerek were zanîn ku hişmendiya desthilatdar ya dewlet netew jî, bingeha xwe ji şerê cîhanê yê yekem digire û ew hişmendiye ku civaka Kurd heyanî roja niha di nava; çanda qirkirina çandî de ma ye.
Di encama wan siyesetên kolekirina gelan û tine hesabandina mafê wan de, hîna jî ziman û çanda gelê Kurd ya ku herî kevnar jî fermiyeta xwe ya cîhanî nedîtiye û gelê Kurd bi zehmetiyên pir mezin re, jî rû bi rû dimînin û di nava çand û zimanên cûda de tên helandin. Dema ku mirov li ser zanista pergala sermayedar û amûra wê ya bingehîn lêkolîn dike, wê demê mirov pir zelal dibîne ku hişmendiyeke çawa daye çêkirin. Weke encamê ku me ji lêkolîna li ser zanista pergala sermayedar, ya bi navê Poztîvîst (Zanista Elzewahiriya) aniye der jî; ewe ku dibêje ku her gelekî dewletek heye û gelê ku dewleta wî nebe nine, yan jî weke kêm netew têye hesab kirin û ti fermiyeta wan tineye. Û wateya wê jî ewe ku ji mafê her dewletê ye ku wan ji xwe re, daghir bike, birêve bibe û ziman û çanda xwe jî li ser wan ferz bike; dibe ku vêya wiha vekirî neynin ziman lê di piratîka wan de, pir zelal diyar dibe.
Nexwe ger ku siyaseta pergala sermayedar wan wiha be teqez wê, gelê Kurd ti carî ciyê xwe di fermiyetan de negire û wê her were; ji derve hiştin. Ji ber ku di serdema pergala sermayedar de gelê Kurd qet nebûye dewlet, her çiqasî di zimanê xwe de Împeratorî û dewlet bûye jî lê ji zanista sermayedar ya Pozîtivîst re; diyar nabe û wateya wê jî ku tineye yanî têye înkar kirin û mahkumî bindestiyê têye hiştin. Çanda resen ya ku çavkaniya jiyana mirovahiyê bû îro jî weke tineyî, têye hesibandin û ez vê siyaseta wan ji rêzê dibînim; çima ji ber ku navê zanista wan Postivist e û wateya wê jî înkar kirine; naxwe wê ji derveyî siyaseta pergalê ya înkarê, tiştekî din jî neke. Ji xwe weke têye zanîn jî derveyî ramanên Rêber Apo ji bo gelê Kurd, ti fikir û raman tineye û weke ku em tev jî dizanin ku di hişmendiya; Rêbertî de ti dewlet û desthilatdarî nîne û tişta heyî jî ewe ku Pergala Konfederalizma, Demokratîk, Ekolojîk û li ser bingeha azadiya jinê ye.
Li gorî pîvanên zanista pergala sermayedar wê teqez, gelê Kurd xwedî maf nebe ku di ti fermiyetan de xwe pênase bike yan jî doza; mafê xwe yê netewî bike. Ya din jî weke ku di pîvanên wan yê zanistî de hatiye teqez kirin, ku hinek mirov yan jî gel taybetin û di her tiştî de bingehin û hinek gel; jî amûrên madî ne, û bê qîmetin pêwiste werin bi karanîn û xizmeta yên, kirde (Ozne) bikin û mafê wan qet nine ku daxwaza mafên xwe yê xwezayî jî bikin. Naxwe wê ji 50-60 milyon mirovên Kurd re çi were gotin, yan jî wê çawa pirsgirêkên wan yên netewî çareser bikin. Ez niha li vir pirseke wiha dikim û dibêjim gelo, wê pergala serwer ya cîhanî ji hebûna 50-60 milyon mirovî re ya li ser xaka welatê wan Kurdistanê re çi bibêje û çawa bi navbike?
Ya din jî çawa pergala sermayedar dikare ji 50 milyon mirovî re, bibêje tûndrew û bi wateyeke din yanî (Teror) û teqez were zanîn ku; gelê Kurd xwedî çandeke dîrokiye û bi xaka xwe ya biberhem û bereket (Mezopotamya) bûye; dergûşa şaristaniya Neolotîkê, divê were zanîn ku gelê herî mafdar di dîrokê de jî, gelê Kurd e û wê bi tekoşîn û keda xwe mafê xwe bidest bixe. Ev 50 salin ku bi Rêbertiya Abdulah Ocalan tekoşîna xwe gîhandiye, pileyeke pir bilind û niha jî lutkeya vê tekoşînê jiyan dike. Bi rastî pirsgirêka mijara gotinê gelekî balkêş û susrete û dema ku mirov, li ser lêkolîn dike û dikeve nava teferûatên wê de mirov; gelekî matmayî di mîne û wiha dihizre ku gerek pir bi berfirehî li ser, were sekinandin û heqîqeta pergalê û siyaseta wê ya duru jî were îzhar kirin. Gerek were zanîn ku 200 salin ku dewletên girgire li ser, Kurdistanê û Rojhilata Navîn siyaseta destwerdanê ya bi navê; perçebik û ji xwe re bi rêve bib (Feriq-Tesid) û we siyaset jî ya Îngilîza ye û îro jî Emerîka dide meşandin.
Ji wê serdemê de gelê Kurd û çande xwe her hatine, înkar kirin û rûbirû yê komkujiyên çandî re maye û welatê wan jî kirine; weke laşekî mirî ku dewletan ji xwe re perçe perçe kirine û anîne; rewşeke ku nayê naskirin. Gelê Kurd di roja îro de jî weke gel, xak, ziman û çanda wan, di nava baskên qirkirinê de nefes lê hatiye çikandin. Wiha li mirovê Kurd hatiye ku bi xwe jî ziman û çanda xwe, înkar dike û kesayetên malbata Kurdî di nava mala xwe de jî, nikare bi zimanê xwe biaxive û bi demê re ji ziman û çanda xwe biyanî dibe. 200 salin ku asîmilasyon li ser civaka Kurd tê pêkanîn û hîna jî ew bişaftin berdewam dike. Pergala sermayedar bi riya şerê taybet pêktînin û civakan ji cewhera wan dur dixin û dikin weke robotan. Ji xwe niha jî beşeke mezin ji Kurdan bi zimanê xwe, yê dayikê xeber nadin yan jî nikarin xeberdin û bi zimanê biyanî jiyana xwe didomînin.
Weke ku di daneyên lêkolîna zanista Arkeolojiyê de hatiye teqez, kirin ku ziman û çanda Kurdên resen û otantîk yên bi navê Hurî, ku yek ji wan çandên herî kevnar Rojhilata Navîn û Mezopotamya bûne. Ew gelê kevnar yê ku stûna şaristaniya neolotîkê bûye û hîna jî, wê xwezayî bûna xwe weke civak jiyan dike û her xwe li hemberî; pergala bajarvaniyê ya dewletê; parastiye û bi guman û bertek bûye. Çanda 12 hezar salan ya welatê di navbera du çeman de ku, jêre hatiye gotin (Mozobotamya- Bîlad mabîn Elnehreyn) û li derudora wan; her du çeman ku ji wan re hatiye gotin Dicle û Firat, serdema çandiniyê (Newlotîkê) hatiye jiyan kirin û her du çem, bûne çavkaniyên jiyana mirovahiyê ya 12 hezar salan. Ew çanda ku hîna jî dibin xirbik û kavilan de, veşartiye û her çiqasî lêkolîn hatibe kirin jî lê gelek bermayî û dane dibinê xakê de; veşartîne û dibe ku hina tişt werin dîtin ku mirov li wan matmayî bimîne.
Lê mixabin hîna jî ziman û çanda gelê Kurd neketiye rêze, zimanên fermî de û hîna jî ji hêla dewletokên dagirkerên; Kurdistanê têne înkar kirin û qirkirina çandî li ser, wan têye sepandin. Û ez divê mijarê de jî wiha bilêv dikim û dibêjim: Bi rastî mirov li hemberî vê rewşa tiradîjîk de gelekî, hêrs dibe û wiha dihizire ku li hemberî civaka Kurd siyaseteke pir; taybet heye û ev jî bingeha xwe ji dîrokê de digire. Weke ku têye zanîn di serdemên kevin de û bi taybet jî, ji sedsala 11 an û heyanî sedsala 14 an de gelek êrîşên xaçperestan hatin ser; Rojhilata Navîn û di wê demê de Îslama ciwan hîna hakim bû. Û malbata Selaheldînê Eyûbî jî pêşengê hêzên Îslamî yên, wê demê bûye û selaheldînê Kurdî fermandarekî xwedî ezmûna şer bû. Selaheldînê Kurdî bê ku ferq û cûdateyî têxe navbera ol û netew de, şer dike û seferên xaçiyan tev dişikîne û heremê diparêze.
Ji wê demê de dewletên serwerên cîhanê li hemberî netewa Kurd, hêrs bûne û berteka xwe didin nîşandan û ya din jî; weke têye zanîn welatê Kurdan di heremê de û li tevahî cîhanê de jî ciyê herî dewlemend û bi berheme û ev jî dibe, sedem ku her çavê desthilatdaran li ser be û her lîstokan jî li ser gelê wê bide pêkanîn. Û min beriya niha jî qala wê kir û got ku 200 salin ku, her bi siyaseta xwe ya weke xefkê li ser civaka Kurd dane pêkanîn û welatê wan; ji xwe re kirine meydana ku dewlet li ser xaka wan bi hevre, şer bikin û ew jî ji deştan birevin çiyayên asê ji ber şerê di navbera dewletan de. Û nimûneya herî ber bi çav jî civaka Kurd ya Yezîdiye, ku 74 komkujî li ser wan hatine pêkanîn û herî dawiyê de û ji ber êrîşên; tindrew yên DAÎŞ ê nikarin xwe di çiyan de jî biparêzin û hatin, tar û mar mirin û hîna jî nehatine ser hişê xwe.
Weke ku tê zanîn Bakur perçeyê Kurdistanê yê herî, mezine û hîna jî dibin destê Tirkan de tê dagirkirin û Bakurê Kurdistanê perçeyê ku; herî zêde înkar kirin û qirkirina çandî li ser civakê tê ferz kirin û zêdetirî 30 saliye ku, Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan bangewazî dike û dibêje: Werin em weke du birayên hev yekitiya xwe çêkin û nehêlin, ku hêzên derve me weke tajî û keroşkê lêbikin. Ji ber ku xfka Kurdî di nava wan 200 salên; bûrî de Kurd û Tirk gelekî, bi destê hevdû dane kuştin û hîna jî didine kuştin. Ji sala 1993 an de Rêber Apo di nava hewildana ku, dawiyê li siyaseta dewletên girgire yên ku di peymana; Lozanê de de biryar girtin û Kurd û Tirk xistin pêxîra hevde. Û niha jî em sedsaliya wê jiyan dikin û careke din, Rêber Apo di nava hewildana ku komploya 15 sibata sala 1925 an de; li ser Şêx Seyîd Pîran hate pêkanîn; di sedsaliya wê de û di heman dîrokê de wergerîne, 15 sibata ronahî û aşitiyê.
Weke ku me tevahiyan jî bihîst Rêberê gelê Kurd, Abdulah Ocalan gelek name şandine û di nava hewildanên mezin deye ku; hişmendiya qirkirin û tinekirinê bi dawî bike li şûna wê, hişmendiya aşitî, wekhevî, biratî û azadiyê bide rûniştandin. Weke ku me qala perçeyê Kurdistanê yê Bakur kir û me got ku ziman û çanda gelê Kurd, her înkar kirin û li ser wan komkujî dan pêkanîn; di Îraq, Îran û Sûriyê de jî pir ferq û cudayetî ne bûye. Di encama siyaseta dewletên dagirker de civaka Kurd jî, gihaşte pileya ku xwe bi xwe asîmîlasyonê pêktîne û ji ziman û çanda xwe; weke kêmasiyekê dbibîne û jê ber şerm dike. Weke ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê hate, dîtin ku çawa rêxistina bi navê ENKS ê bi zimanê serwer û dagirkeran; li hemberî perwerdeya dibistanan ya bi zimanê dayikê ya Kurdî, derket û heya gotin ku: Zimanê Kurdî ne zimanê fermîye.
Ev tê wateya ku bandora siyaseta dagirkeran ya, asimilasyonê çiqasî bi bandore û çiqasî jî encam girtiye. Weke ku tê zanîn cara yekeme ku gelê Kurd, li Bakur û Rojhilatê Suriyê firsendeke wiha dît ku; bi zimanê dayika xwe zarokan perwerde bikin û ev jî cihê şanaziyê ye û bi keda Rêber Apo, şehîdên qehreman û gelê berxwedêre. Li ser van bingehan ez roja zimanê dayikê ya cîhanî, li Rêber Apo yê ku îsyana xwe ya yekem ji bo zimanê dayikê; li hemberî dayika xwe pêkanî û tekoşînkir heyanî ku xeyalê xwe pêkanî pîroz dikim û dibêjim: Ez bi hêvime ku sala were tevî Rêber Apo, em roja xwe ya zimanê dayikê li ser Surên Amedê bi hevre pîroz bikin. Cardin ez vê roja giranbiha û bi wate li tevahî şoreşgerên tevgera azadiyê û li tevahî fermandar û şervanên YPJ û QSD ê pîroz dikin û vê roja pîroz li tevahî gelên Cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî pîroz dikim û dibêjim wê serkeftin her ya gelên mafdar be.