Navenda Nûçeyan/Qamişlo
21’ê Sibatê Roja Cîhanî Ya Zimanê Dayikê ye. Roja Cîhanî Ya Zimanê Dayikê her sal li cîhanê bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Sedema girîngiya zimanê dayikê ew e ku bi windabûna ziman re çand û hafizeya civakî ya her mirovekî/ê jî winda dibe.
Rêxistina perwerde, zanist û çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 21’ê Sibata 1999’an wekî Roja Cîhanî Ya Zimanê Dayikê erê kir. Roja Cîhanî Ya Zimanê Dayikê her sal li cîhanê bi çalakiyên cuda cuda tê pîrozkirin.
21’ê Sibatê roja şehîdên Zimanê Dayikê
Piştî welatê Pakîstan ku di sala 1947’an de ji HÎndistanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihandin, zimanê Urdû wek tenê zimanê Pakîstanê hatiye daxuyandin, hemû zimanên din ên wê erdnîgariya pirziman hatine qedexekirin. Yek ji van zimanan zimanê bengalî bû. Gelê bengalî hem serdestiya dewleta nû, hem jî yekzimanîbûna wê qebûl nekir. Lewra daketin kolanan ji bo ku li axa xwe û zimanê xwe xweyî derkeve. 1952’an de, di xwepêşandanekê de, polîsên pakîstanî gule reşandine ser van ciwanan û di encam de hinek ciwan şehîd bûn. Piştî vê bûyerê têkoşîna gelê bengalî zêdetir bûye. Encamê de gelê bengalî sala 1971’an de serxwebûn û azadiya xwe bidest xistiye û ev roj kiriye Roja Şehîdên Zimanê Dayikê. 21’ê Sibatê ji wê rojê heta niha wek Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê pîrozkirin, keda şehîdên bengal tê bibîranîn. Sala 1999’an de, UNESCO’yê ev roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî qebûl kiriye û her sal di vê rojê de, hişyariya ziman pêk tîne.
Bi têkoşînê 21’ê Sibatê bû Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê
Bingladeş heta sala 1971’ê de di bin mitîngeriya Pakistanê de bû. Tevî ku hemû Bangladeşî bi Bengalî diaxivin, lê dîsa jî zimanê wan ê fermî zimanê Pakistanê, Urdû bû. Bangladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Wan nerazîbûna xwe bi çalakiyên cuda diyar dikir. 21’ê Sibata 1952’an de ji bo ku zimanê Bengalî jî bi zimanê Urdû yê Pakistanê bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîsan êrişî xwepêşandaran kir û di encamê de 11 kes hatin kuştin. Lê Bangladeşiyan dev ji têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî berneda. Lewra hikûmeta Pakistanê neçar ma ku di sala 1956’an de, Urdû û Bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî. Dema ku UNESCO’yê li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, Bangladeşiyan 21’ê Sibatê pêşniyar kir. 21’ê Sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê dayikê de qonaxeka girîng e. Lewma UNESCO ev roj pejirand.
Li gorî UNESCO ji 7 hezar ziman 5 hezar xwecihî ne
21’ê Sibatê Roja Cîhanî Ya Zimanê Dayikê cara yekem di sala 2000’an de, ji bo piştgirîngiya pirzimanî û cihêrengiya çandî li seranserê cîhanê hat pîrozkirin. Li gorî daneyên UNESCO, li cîhanê zêdeyî 7 hezar ziman têne axaftin, 5 hezar ji wan zimanên xwecihî ne. Ji van zimanan tenê 106 xwedî statuya zimanê fermî ne. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di derbarê zimanê dayikê de, her çiqasî li cîhanê zêdeyî 7 hezar ziman bên axaftin jî, lê her ji 2 hefteyan carekê zimanek winda dibe. Bi windabûna ziman re çand û hafizeya civakî jî winda dibe.
Girîngiya Ziman ji bo mirov
Di dîroka mirovahiyê de dozîneya herî girîng ziman e, ji bo bûyîna civakê, pêşketina zanyarî, zanistî û şarezatiyê ziman cîhekî taybet digre û bi riya ziman mirov komî hevdû dibin û dibin civat û netewe. Bingeha hişmendiya neteweyî jî bi riya ziman tê avakirin û nasîn. Heya ew ziman hebe, dê ew netew jî hebe, heye. Ziman navgîneke hilberînê û heyînîyek zindî ye, wek zarokekî mezin dibe û eger ku baş neyê xweyîkîrin, bêguman wê demê ew ziman dimre.
Dema mirov li zagona bingehîn a dewletan mêze dike, zagona yekem ziman û balkişandina girîngiya ziman e. Mirov çand, dîrok, reftar û kevneşopên xwe bi zimanê xwe va fêr dibe û berdewam dike, ne bi tenê ev yek, mirov hest, raman, dilgeşî, hezkirina û xemgîniya xwe jî bi ziman radigihîne. Ji ber wê yekê girînge ku em di her qada jiyanê de zimanê dayîka xwe bi pêşve bibin û pê bipeyîvin, binivîsin û bixwînin û bi jiyana xwe zimanê dayîka xwe bixemlînin.