Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Hunermendê kurd Reşîd Sofî xwediyê rêwitiya dirêj a stranbêjiya kurdî bû, yek ji stûnên hunera resen bû. Ew bi sedema nexweşiya penceşêrê xatirê dawî ji gelê kurd xwest, lê wê her dem vedenga awazên wî di dil û guhê kurdan de bimîne.
Gelê kurd bi kevneşopî, çand, exlaq û kurdewariya xwe navdarin. Ev gel bi hezarên salan bi riya hunera xwe hebûna xwe parastin. Herwiha di nava vî gelî de gelek hunermendên hêja û welatparêz derketin pêş. Hunermendên kurd li hemberî wihdakirina hebûna xwe têkoşîneke hunerî û çandî ya bê hempa dane meşandin û ev têkoşîn bû mîrasek ji roja me ya îro. Ji ber ku ev huner her kêlî bûn bersiv ji bo êş, kêfxweşî, koçberî, dagirkerî û hestên gelê xwe. Dengê gelê xwe bi rêya hunerê vedigotin û vedibêjin. Yek ji hunermendên hêja û navdar di nava gelê kurd û cîhanê de Reşîd Sofî ye.
Kurte jiyana Reşîd Sofî
Hunermed Reşîd Sofî di 1953’yan de li bajarê Kobanê ji dayîk bûye, di nava malbateke oldar de mezin bû. Lê rêya mûzîkê hilbijart û di 1970’î de bi xwendina ayînên olî dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kir. Herwiha di gelek hevdîtinên xwe de wî serbilindiya xwe ji navê xwe yê hunerî re anî ziman. Herwiha wî berê xwe da welatê Mesrê ji bo xwendina olî û bi taybet ji bo xwendina muzîkê, wî li wir muzîk xwend ,li wê derê Dar Elopera û Peymangeha Bilind ya Muzîkê bi barê wî rabûn û bawernameyek sembolî dane wî. Ew di sala 1985`an de li bajarê Helebê peymangehek mûzîkê vekir û perwerde ji bo xwedekaran vekir, Piştire wî berê xwe da Şamê û li wê derê jî perwerde ji xwedekaran vekir. Ew di jîngeheke oldar û sofîtî de jiyan kir û bavê wî Miftiyê Giştî yê Kobanî bû, gelek helbestên Melayê Cezîrî digotin,wî jî piçûkanî Quran ji ber kir û dengê wî xweş bû. Wî li bajarê Misirê gelek hunermendên mezin dîtin.
Kar û xebatên hunerî yên hunermend Reşîd Sofî
Reşîd Sofî di sala 1970`yê de dest bi karê hunerî kiriye û srûdên olî di bin bandora maqamên olî de û fikra sofîgeriyê daniye û piştre berê xwe daye muzîka Rojhilat û lêdana udê destpê kiriye û tevlî gelek fîstîvalên li bajarê Helebê bûye. Karê rêveberina hunermend Hesen Zîrek û Mihemed Arif Cizîrî li ser wî bûye û wê yekê jî wisa kir ku awayekî taybet ê stran gotinê ji bo xwe diyar bike. Ji awazên wî yên navdar; Xweziya hêvî, Gulistana Dil û Çavê Yara min. Herwiha di salên 1980 û 1990’î de di televîzyona Sûrî de kar kir û gelek karên hunerî ku mûzîka Kurdî kir, pêk anîn.Di sala 2004` an de wî ahengek li Okranya li darxist, yek li Mosko jî di sala 2005`an de,herwiha wî li Mesrê jî û li Şamê pirtûkxaneya Esed çêkirin û li zanîngehê jî yek li darxistiye. Ji aliyê Sendîkeya Hunermendan li Şam, Helebê, Humsê û li Herêma Kurdistanê hate xelatkirin. Herwiha yekem stran bi navê Mey Nenoşî di sala 1977`an de derxist û piştire du elbomên din bi navê Ez mêvanê dilê te me( 1986) û Xweziya Hêvî (1994) derxist.