Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Geogrges Beauthier: Divê Tirkiye di asta navneteweyî de bê darzandin

19/02/2025
in NÛÇE
A A
Geogrges Beauthier: Divê Tirkiye di asta navneteweyî de bê darzandin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Parêzer Georges Henri Beauthier êrîşên Dewleta Tirk ên li ser rojava û başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Divê Dewleta Tirk ji ber komkojiyên xwe di asta navneteweyî de bê darzandin.”

Êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di nava 6 mehên derbasbûyî de 6 rojnamegerên kurd bi Balafirên Bêmirov ên bombebarkirî yên Dewleta Tirk hatin şehîdxistin.

Herwiha êrîşên çeteyên Dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê dewam dikin û di van êrîşan de gelek sivîl hatin şehîdxistin. Parêzer Georges Henri Beauthier li ser komkujiyên ku Dewleta Tirk bi rêya SÎHAyan dike ji ANF’ê re axivî.

Beauthier bi bîr xist ku ji bo êrîşên Dewleta Tirk ên bi SÎHAyên li ser başûrê Kurdistanê lêkolîn bike çû Şengal û Mexmûrê û got: “Gelekî zehmet e ku sivîl li ber çavên cîhanê bên kuştin. Êzidî hewl didin li herêmê jiyaneke asayî ava bike. Min serdana navendeke çandê ya li Şengalê kir. Dewleta Tirk êrîş bir ser Pirtûkxaneya Şengalê û zarokeke şehîd xist.”

Parêzer Geogrges Beauthier hişyarî da ku bûyerên li Şengalê qewimî dikare bibe modêleke ku dewletên êrîşkar bi kar bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêk ne tenê li nava xaka Tirkiyeyê ye, li Iraqê herî kêm 10 baregehên dironan ên Dewleta Tirk hene. Me xwest lêpirsînê dewam bikin, lê belê yên ku dewam kirin hatin kuştin. 6 rojnamegerên li bakurê Iraqê, Mexmûr û Şengalê bûyer lêkolîn dikirin, hatin kuştin, saziyên navneteweyî ji bo belgekirina vê rewşê raporek jî nexwestin. Divê ev mijar di asta navneteweyî de bê nîqaşkirin.”

Geogrges Beauthier işaret bi gotinên ‘terorê’ yên Dewleta Tirk kir û anî ziman ku êzidiyan heta niha tu êrîşeke terorê nekirine, berevajî vê yekê li hemberî DAIŞ’ê şer kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk polîtîkayeke tunekirinê ya bi rêk û pêk dimeşîne. Neteweyên Yekbûyî êrîşa dronên Dewleta Tirk a li nava xaka welatekî din nabîne.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.