Kemal Necim
Pirrengiya çandî yek ji egerên herî girîng ên pêşketina civakî ye, ji ber ku Pirrengiya çandî civakên vekirî û nûjentir diafirîne. Her çiqas carna hin cudabûn û pirrengiyên civakî dikarin bibin sedemên nakokî û arîşeyan jî, lê pirrengiya çandî dikare bibe egera civakên aram û lihevhatî.
Pirrengiya çandî simgeyeke civakên têkel û pirreng e, civakên ji nîjadên cuda, zimanên cuda, olên cuda ku li heman erdnîgariyê bi hev re dijîn. Pirrengiya çandî tê wateya pirrengiya adet, kevneşopî, ziman, ol û baweriyên di nava civakekê de, ku hêmaneke bingehîn e ji bo pêkhatina nasnameya neteweyî û pêşvebirina hevjiyana aştiyane.
Li welatekî weke Sûryeyê ku dewlemendî û cihêrengiyeke xweşik ya gel, netew, ol û çandên cuda ye heye jî, lê ji ber polîtîkayên kevneperest, nîjadperest, çewisandin û hewldanên asîmlekirinê, ev cihêrengî nebûye egera civakeke xweşik, lihevhatî û nûjen. Berovajî wê pir caran bûye egera kîn, nefret û parçebûnê.
Di rewşa îroyîn de ku Sûryeyê ber bi pêvajoyeke nû ve diçe, pir girîng e ku çandên cuda nêzî hev bibin û bibin bingeha siberojeke nû. Pirrengiya çandî di civakan de hişmendiya lihevhatin û lêborînê pêş dixe, dibe alîkar ku asoyên kesan fireh bibin û têgihîştina wan ji hev re zêde bibe. Dema ku mirov bi çandên cihê re têkilî daynin, bêhtir dikarin ramanê hev, ezmûnên hev nas bikin û pê re lihev bikin, ev yek nakokiyên civakî kêm dike. Her wiha pirrengiya çandî dibe hêmana afrênerî û avakirinê. Civakên ku di hêla çandî de cihêreng in xwedan hawîrdorek dînamîk in, ev jî derfetên afrêneriya di warên huner, zanist û teknolojiyê de xurt dike. Di dîrokê de, bajar û civakên ku xwediyên cihêrengiyeke çandî ya mezin in bûne navendên nûjenî û pêşkeftina şaristanî.
Yek ji encam girîng ên pirrengiya çandî, çesipandin û avakirina nasnameya niştimanî, yan jî rêgeza hemwelatîbûnê ye. Pirrengî li şûna ku bibe faktorek dabeşker û cudaker, ger bi rêkûpêk were rêvebirin dikare bibe hêmanek yekkirina civakê. Ew jî bi rêya pêkanîna polîtîkayên berferh ên ku rêz û hurmetê ji çandên cuda re digrin, pêk tê. Ev yek wê rê li ber civakê veke li ser bingeha piralî û xwebûna hevpar nasnameya niştimanî û ya hemwelatîbûnê ava bike.
Lê bêguman pir sedem hene ku rê nede civakan karibe pirrengiya çandî bibke faktora lihevkirin û geşepêdanê. Ji wan sedeman tundrewî, netewperestî û nîjadperestî ne ku dikare bihêle hin civak li dijî ên din cudakariyê û çewisandinê bikin. Carna jî hin civakên ku xwe lawaz dibînin, ji tirsa ku nasnameya xwe ya çandî jidest bidin xwe ji civakên din didin alî û bi tenê dimînin.
Ji bo ku pirrengiya çandî bibe dewlemendiyeke xweşik û nûjen, divê rêbazên perwerdeyê li ser bingehê cihêrengî û pirrengiyê bêne amadekirin û şagirt bêne fêrkirin ku rêzê li çandên cuda re bigirin. Her wiha divê hikûmet û rêveberî zagonên ku mafên çandî diparêzin saz bikin, her wiha di qada huner û ragihandinê de jî divê cih bidin hemû çandên cuda û di nava civakê de jî çalakiyên hevbeş, platformên diyalogê di navbera hemû beşên civakê de bêne lidarxistin.