Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêrîn Ebdulbaqî: Mûzîk tîmara rihe

19/02/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Şêrîn Ebdulbaqî: Mûzîk tîmara rihe
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo


Stranbêja kurd Şêrîn Ebdulbaqî diyar kir ku mirov dikare bi riya mûzîkê hestên xwe parve bike û wiha got:”Mûzîk dibe weke tîmar ji rih re.”

Di parastina çand, huner û nirxên gelê Kurd de Hunermendên jin ên Kurd rolek mezin lîstine û di gelek qadan de bûne xwedî rol. Jinên Kurd ji bo parastina mîrata çandî ya Kurdî kedeke mezin dane. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê bi Hunermendên xwe yên ciwan dewlemend e, bi taybet jin û zarok, Şêrîn Ebdulbaqî jî yek ji wan jinên ku li Rojavayê Kurdistanê ye, bi huner û sekna xwe karî dengê jina azad belav bike.

Di derbarê jiyan, kar û xebata xwe de stranbêja kurd Şêrîn Ebdulbaqî ji Rojnameya me re axivî.

Kurte jiyana Şêrîn

Şêrîn Ebdulbaqî diyar kir ku ew di sala 2000’an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye xwendina xwe li wir qedandiye û wiha got:”Di sala 2019`an de piştî ku min xwendina xwe bi dawî kir êdî ez bi karê ragihandinê ve mijûl bûm û di Ajansa NÛ JINHA de weke nûçegihan kar dikir û heta niha jî karê xwe berdwam dike. Em ji malbatek stranbêjin ku bi dengê xwe yê xweş tên nasîn, ji zarokatiya xwe ve girêdana min bi mûzîkê ve heye û jê hez dikim. Lê ji ber mijûlbûna min bi xwendinê re min gelekî bala xwe nedida mûzîkê. Piştî ku ez ketim nav karê ragihandinê de, êdî min xwest ku di ber karê xwe re talenta xwe jî li pêş bixim. Di heman demê de min rûpelek li ser instagramê çêkir û dîmenên kurt yê stranbêjiyê li ser belav kir. Di demek kin de gelek kes ji kesayet û dengê min hezkirin û wan piştgiriya min kir. Destpêka mijûlbûna min bi stranbêjiyê re malbata min jî destek dida min, lê bi israr xwe jî min karî ku vê yekê bi wan bidim qebûl kirin.”

‘Awaz û stran dermanê hemû birînan e’

Stranbêja kurd Şêrîn Ebdulbaqî axaftina xwe berdewam kir û wiha got:” Stranbêjî aramiya canê mirov e, her mirovekê bi rengekî cuda ji mûzîkê hezdike. Piştî Şoreşa Rojava stranên kurdî bêhtir hatin gotin û guhdarkirin. Di heman demê de bi saya vê şoreşê ciwanên mîna min karîn xwe isbat bikin û di civakê de roleke girîng bilîzin. Herwiha di Rojavayê Kurdistanê de gelek komên jinan ên hunerî çi di milê stranbêjiyê, mûzîkjenî û wênexêziyê de hatin avakirin. Ev şoreş ji bo her kesî derfetek bû ku bi riya wê xewin û xeyalên xwe pêk bînin. Hêviya min ew e ku her kesê xwedî xeyal, dev ji xeyalên xwe bernedin û çiqasî rastî astengiyan jî werin pêwîste riya xwe berdewam bikin, ji ber ku her tişt bi israrê pêk tê. Ji ber dema ku min jî dest bi vê riyê kir nakokî li cem min hebûn ku ez bi ser nekevim, lê bi israra xwe min karî ez vê riyê berdewam bikim û em hunermend bikaribin vê civakê biguherînin da ku em nifşekî azad bidin avakirin.”

Post Views: 149
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.