Argêş Viyan/Qamişlo
Sumeya Mihemed di derheqê klîba ‘Bendava me ye’ bibîrxist ku hestên ku ev klîb ava kir yên kêlîyê bûn û wiha got “Em hunermendên civakê ne û pêwiste em erka xwe ya civakî pêk bînin.”
Klîba bi navê ‘Bendava me ye’ 8’ê Sibata 2025’an ji aliyê endamên TEV-ÇAND û Hûnergeha Welat bi alîkariya gelek berxwederên li Bendava Tişrînê hat çêkirin. Bi gotin û awaza hunermend Sumeya Mihemed stranekî gelêrî hatiye weşandin.
Di derbarê kilîba Bendava me ye hunermend û Hevseroka TEV-ÇAND ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
‘Klîba binavê Bendava me hestên kêliyê hate çêkirin’
Hunermend Sumeya Mihemed dîyar kir ku klîba binavê Bendava me ye ji derhênerê xwe bigire, heya gelê di nava klîbê de cih digirin ji berxwederên bendavê pêk dihat û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di destpêka ku ev pêngava berxwedana Tişrînê dest pê kir me jî weke TEV-ÇAND tevlîbûna xwe bi wê berxwedaniyê ragihand û hemû endamên me bi berhemên xwe tevlî bûn. Rêberê gelan Rêber Apo dibêjê “Hunermend pêşengê civakê ne.” Ev girîngiya ku Rêber Apo da çand û hûnerê. Em jî pewîste xwedi jê derbikevin. Ji ber ku hûnermendê şoreş ê, hûnermendê civakê ne. Ger di her aliyê civakê de pêşengî û piştgrî pêvajoyê neyê kirin, tê wate ya ku hêka ku qalkê wî vala be. Hûnermend civakî û gelêrî be û dermanê bîrîna civakê bike. Ji ber ku berxwedaniyekê bêhempa û pir girîng li bendava Tişrînê dihate meşandin, em jî weke hûnermend em jî dihat xwestin ku çalak tevlî her kêliyên pêvajoya ku heyi bibin. Di nav endamên TEV-ÇAND‘ê de gelek berxweder şehîd û brîndar bûn. Yek ji wan jî şanogerê mezin Cûma Xelîl ango bavê Teyar bû. Bi pêşengî, coş û kelecana xwe dilekî pir mezin di nav berxwederan de da avakirin. Li ser berxwedaniya ku îro tê meşandin efsûniye û destan tên nivîsandin. Dema ev berxwedanî çêbû hemû endamên TEV-ÇAND’ê ya Mezopotamya me weke erka herî mezin ji bona xwe dît ku em tevlî seferberiya gel bibin. Em weke Hûnergeha Welat me hewildan kir ku em di roja destpêkê de tevlî bibin lê derfet ava nebûn. Dema em çûn me şahidiya bi wê berxwedanê kir me xwest ku cihê wê de kedekê me hebe û bi alîkariya berxweder û gelê me yê wê derê berhemekê weke “Bendava me ye” derkete holê. Ji ber ku dîtîn û gotin ne weke hevin me biryar dan ku em cihê wê de klîbek wisa çêbikin. Gelek derhêner û hunermendên TEV-ÇAND’ê di wê klîbê de cih girtin û hevalên weke Mehmûd Berazî û Şêro Hindê kedek mezin ji bona weşandin û çêkirina klîba Bendava me ye dan. Nêrînek hevbeş û komînal derket ku ji bona ev kar hat meşandin. Em dîsa dubare dikin û dibejin em weke hunermend dilê û can kêleka hêza xwe ya QSD û YPJ’ê ne. Ji ber ku QSD’ê zarokên me ne xwişk û birayên me ne û ev ked didin ji bona parastina pêşeroja me gelê tevahî Sûriyê. Em deyndarê wan in û heya dawî yê jî em ê keda wan xwedî jê derbikevin. Ji ber wê ev klîb hat avakirin û ji bona me jî perwerdekî xurt bû. Berxwedana Bendava Şehîdan berxwedana hemû civakê ye û berxwedan jîyan e.”
‘Ev klîb li Bendava Tişrînê hat çêkirin, lê zimanê civaka tevahî gelê heremê de tê bihîstin’
Sumeya bîbirxist ku klîba Bendava me ye ji ber ku stranekî gelêrî ye, di jê hêstên demê de hatiye gotin rastî eleqeyek mezin ya civakê hatiye û wiha berdewam kir: “Ev çend rojin ev klîbe hat weşandin û demê wî 2 xulek derbas nekir jî lê kêliyê de kete li ser zimanê herkesî. Ji ber ku gelêrî bû û bi hestên kêliyê hatibû avakirin. Ji temenê piçûk bigire heya kalê 70’ê salî ev strane pir bi eleqedar û keyfxweşî pêşwazî kir. Dema em bandora klîbê ya çêkiriye dîbinin weke hûnermend û kedkarê klîbê em pir hestiyar û şanaz dibin. Em dizanin ku me berhemekî xurt dîyarî li wê civakê kiriye. Yên ku ev stranê guhdar dikin û dibêjin “We rastî ev klîb li Bendavê amade kiriye?” Ji ber ku ev pirse bandora ragihandin û çapemeniya alîgir ya şerê taybet e û hewildidin gel pê bandor bikin. Ji ber ku dewleta Tirk ya dagirker li ser çapemeniya xwe ya şerê taybet de, hertim digot me Tişrîn girt û hêzên me tê de ye. Em jî weke hunermend ji bona derew û xapandinên dewleta Tirk nîşanî gel û raya giştî bidin çûn Bendava Şehîdan û klîb çêkir. Ev jî aliyê gel ve bi baldarî hat dîtin û digotin êdî em li bawerin em ê serbikevin. Ji ber ku stran û huner berhemên hestên gel yên welatparêzî û perwerî yê ne. Pêwiste di wê pêvajoyê de erka ku dikeve li ser milê me hemûyan bê pêkanîn.”
‘Em ê demên pêş de jî stranên şoreşê amade bikin’
Sumeya got ku dê plansaziyên wan yê aliyê hunerî de berdewam bikin û wiha axaftina xwe qedand: “Weke TEV-ÇAND ya Mezopotamya berê jî gelek stranên me li ser berxwedana dîrokî ya ku tê meşandin de hatibû çêkirin. Komên me yên strana Koma Cudî, Koma Hozan û Koma Heleb jî di nav wî berxwedanê de çalak cih digirin û dê amadekariya klîbekê nû dikin. Em ê ji bona Bendava Şehîdan stranekî nû derbixin. Ne tenê stran di heman demê de belgefilm û şano jî li gelê ku berxwe dide û têkoşîn dike ra tên pêşkêşkirin. Em çiqasî bikin jî em nikarin deynê wan şervan û gelê şoreşger bidin. Dîsa dubare em dibêjin di serî de şehîd bavê Teyar, hemû şehîdên Bendava Tişrînê cane xwe feda kirine bibîrtînin û em soz didin ku mîrateya wan dê bê parastin.”
Amadekarî û pêşkeşiya klîba Bendava me ye
Ekîpa hunerî û teknîkî ku cihê xwe di kilîbê de girtiye wiha ye:
Gotin&Awaz : Gelêrî
Stranbêj : Sumeya Mihemed
Kamîra : Roder Dimilî û Welat Seîd
Aranje : Îvan Hindê
Chord : Serxwebûn Zeyno
Mix : Kawa Xalid
Ekulele&Qopiz : Yûsif Osman
Guitar Bass : Hozan Wezîr
Edit : Danyar Taj
Koro : Yezen el Tuma-Demhat Elî-Hozan wezîr-Yûsif Osman
Edit&color : Roder Dimilî
Derhêner : Şêro Hindê -Mehmûd Berazî
Digital media : Delîl Xalid