Rohat Bulut
Civak her tim heyîneke zindî ye. Bi hemû heyîna xwe zindîbûna xwe ya madî û manewî radixe ber çavan. Bi qasî heyîna fîzîkî, heyîna manewî jî gelekî girîng e. Heke manewiyata civakekê nebe ji xwe civakbûyîn nabe. Dibe ku mirov wekî her zindîwarekî bijî. Lê belê tişta ku mirov ji zindîwarên din cuda dike ew heyîna wî ya manewî ye. Her kiryar û bermahiyên mirov û civakê encama hilberîna manewiyatê ye. Heke mirov ji manewiyata xwe dûr bikeve, madiyata wî yanî heyîna wî ya fîzîkî bi serê xwe civakbûyînê ava nake. Ji ber vê yekê pêwîste ku her mirov girîngiyê bide manewiyata xwe ya civakî û biparêz e.
Civakbûyîn li ser nirxên manewî yên ji dîrokê bi mirovahiyê re pêş ketiye û heta roja me ya îroyîn hatiye. Mirov çiqasî di ferqa wan nirxan de ye. Ew nirxên ji bo civakê jiyanî ne. Heke nirxên manewî yên civakî nebe koma ji mirovan pêk tê û hebûna wan a li cem hev bi serê xwe tiştekî îfade nake. Ji ber vê yekê her nirxên mirovî/civakî yên madî û manewî divê bê parstin. Di destpêkê de ew ehlaqê civakbûyên pêk tîne û bi hezaran sal e ku heta roja me ya îro civakbûyîn li ser piyan hiştiye divê were parastin. Lewre ehlaq bi xwe hevgirtin, yekîtî, kombûyîn û komunalîteyê pêş dixe. Lê belê ehlaq bi tena serê xwe têr nake, pêwîstî bi wijdan jî heye. Heke bi mirovekî re wijan nebe ne pêkane ku ehlaq jî hebe. Angu em dikarin li vir bêjin wijan bi xwe ehlaqê mirov bi rêxistin dike.
Heke mirov ji bo netew û civaka xwe manewiyata xwe xurt neke zehmete ku bi netew û civaka xwe re bijî. Tenê heyîna fîzîkî bi serê xwe nabe. Ji bo hebûna xwe ya di nav civakê de biparêze pêwîste manewiyata xwe ya civakî biparêz e. Parastina manewiyata civakî jî dibe sedema parastina civakbûyîna madî. Angu hevdû temam dikin, yek bê ya din nabe. Lê belê dema em berê xwe didin mirovan em dibînin ku berjewendiyên erzan yên şexsî ji bo xwe esas digirin. Tenê xwe difikirin û ji bo berjewendiyên takakesî dikarin berjewendiyên neteweyî û civakî binpê bikin. Ev rewş gelekî xeternak e û bingeha tunebûna netewî û civakbûnê diafirîn e.
Li pêşberî berjewendiyên takakesî pêwîste helwesta li ser xeta manewiyata netewî û civakî derkeve pêş. Helwesteke bi ehlaq a civakî dikare pêşî li xeteriyên tunebûnê bigire. Naxwe dê ew civaka ku manewiyata xwe winda bike dê heyîna xwe ya madî jî winda bike. Ji bo pêşîgirtina li tunebûnê pêwîste her ferdê civakê bi wijdanî tevbigere. Îro dema em berê xwe didin netew û civaka Kurd gelek tiştên ku wijdanê mirov diêşîne û aciziyekê dide afirandin heye. Ji bo mirov neêşe û neêşîn e pêwîse her mirov bi erka xwe ya neteweyî û civakî rabe. Her Kurdekî ku hinekî li ser kesayet û rastiya xwe bifikire dê bi zelalî xwe nas bike û tişta ku jê tê xwestin bibîne.
Em di wê baweriyê de ne ku bi cih anîna berpirsyariya neteweyî û civakî dê bi xwe re gelek tiştên xweş jî bîn e. Mînak jiyanek bi rûmet û azad. Gelo tiştek ji jiyaneke azad û bi rûmet xweştir heye? Heke tunebe wê demê divê em her ferdên civakê ji bo jiyana bi rûmet tevbigerin û berjewendiyên şexsî deynin aliyekî.