Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiyê, Sûriyê dixe nava şerekî nû yê navxweyî

19/02/2025
in ROJEV
A A
Lîstikên Bakcellî û Berxwedana Îmraliyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran


Dewleta Tirk ji bona avakirina Sûriyekê nû, rola herî qels û bêbandor dileyîz e. Tirs û xofa statûgirtina gelê Kurd wana dorpeç kiriye. Ji ber vê yekê ew israr dike ku Sûriya nû jî, weke demê deshilatdariya  rejîma Baas’ê bibe pergalekî dewlet-netew ya hişk û navendîparêz. Ew rê nade ku gelê Sûriyê li ser bingeha pêwîstiyên xwe û lihevhatineke navxweyî tevbigerin di guftûgoyekê demokratîk û pêkhatinê de pêk bîn e. Tirkiye tê payinkirin, destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûriyê dike û li ser HTŞ’ê zext dide avakirin û wan neçar dihêle.

Rêvebiriya Erdogan bi hemû hêza xwe ya hundir û derve hewl dide ku Kurdan di nava avakirina Sûriyeke nû de cih negirin  û pergala Rêveberiya Xweser têk bibe û vê yekê pir zelal dike. Bi gotina xwe qaşo “YPG hêzeke ku li ser ewlehiya Sûriyê gef dide avakirin” û li ser hemû hêzên di nav Sûriyê de cih digirin dixwaze ferz bike. Ji bo YPG’ê cîhan seferber kirine û nahêle HTŞ bi QSD’ê re li hev bike, pirsgirêkên xwe bi danûstandinên erênî çareser bike. Bi salan e ku DYA’yê re li ser vê yekê nîqaş û goftûgoyan dimeşîne. Ji wan hêzan re dibêjin “Girtiyên DAIŞ’ê veguhezînin HTŞ’ê û me” û her wiha dubare dikin “Êdî hewcedariya we bi QSD’ê nemaye, çi xizmetê hewce bike em ê bikin.” Di heman demê de jî, ji bo reşkirina QSD’ê û di navbera pêkhateyên ku di herêmê de jiyan dikin de nakokiyan ava bikin, ci derfet di destê wan de hebe, bikar tîne.

Li cîhanê de tu kesî YPG weke rêxistina terorê ne pejirandî ye. YPG’ê jî şaxekê leşkerî ya girêdayi QSD’ê ye û di kêleka hêzên hevpeymana navnetewî li dijî DAIŞ’ê de şer kiriye. Ji bilî rizgarkirina cîhanê, qedandina aloziyan zêdetir tiştek nekiriye û bi ti hêzên cuda ve neketiye di nava şer û pevçûnan. QSD’ê xebatên xwe yên bi koalîsyonê re jî didomîne. Ti hêzan li dijî dewleta Tirk şer ne ragihand. Dewleta Tirk weke belayekê daketiye ser Sûriyê û êrîşî Kurdan û QSD’ê dike. Ti  kesî/an sînor derbas nekiriye û gund jî dagir nekiri ne. Dewleta Tirk ku ketiye Sûriyê û gelek herêm dagir kiriye û dixwaze dagirkeriyê berfireh bike.

Hemû cîhan dibêje ku divê şer û pevçûnên li Sûriyê bi dawî bibin. Rejîma Baasê nema, rêveberiyeke nû ava dibe. Lê dewleta Tirk şer nade sekinandin, hewl dide li qadên mezintir belav bike. Li Tişrîn û Qereqozaqê çi dikin, çima bi mehan êrîş dikin? Niha jî Tirkiye dixwaze ji HTŞ’ê êrîşê herêmên  Rêveberiya Xweser bike. Ew bi mehan e bi SMO ya ku xwe girêdayî li wan e êrîş dike. Lê belê bi van hêzan nekarî ti encamê bigire. Bi êrîşên esmanî ziyanek mezin gihandin bendava Tişrînê. Êrîşên xwe berdewam dikin. Niyeta wan a rawestandinê tine ye. Tevî ku DYA ji bo agirbestê û parastina bendavê mudaxele kir jî, danûstandin bê encam man.

Bi hevdîtinên di navbera HTŞ, QSD û Rêveberiya Xweser de ji bo çareserkirina pirsgirêkan ti pêşketin çênebû. Di civîna destpêkê de, ya li Şamê hat lidarxistin li ser mijarên bingehîn lihevkirinek hatibû kirin. Lê dewleta Tirk mudaxeleyî pêvajoyê kir. HTŞ’ê nikare ti gavan bavêje. Pêwîste gelê Sûriyê û cîhan bizane ku ya ku rê li ber van hevdîtinan digire û çareseriyê asteng dike rêveberiya Tirkiyê ye. HTŞ’ê nikare li hemberî dewleta Tirk bihêz bisekine. Dewleta Tirk ji ber ku alîkarî dane wan dixwaze wan bixe bin serweriya xwe. Ne hewceye ku HTŞ bi QSD’ê re şer bike. Ev bi kêrî kesî nayê. Her wiha tişta ku Sûriyê pêdiviya wê bi wêrankirin û mirinên nû nîne. Berovajî vê yekê pêwîste hemû hêz û derfet bê bikaranîn ku ji bona Sûriyê rabe ser lingan.

QSD û Rêveberiya Xweser dixwazin pirsgirêkên xwe di çarçoveya yekîtiya Sûriyê de çareser bikin. Lê belê dixwazin ev Sûriye bibe welatekî demokratîk. Ji bilî vê jî  ti daxwaz û ferzkirinên wan nînin. Kes naxwaze dewleteke cuda ava bike, kes naxwaze QSD’ê weke artêşeke cuda bimîne. Di heman demê de lihevkirinek heye ku çavkaniyên binerd û sererd yên hemû Sûriyeyê ne. Bi kurtasî ti pirsgirêkek ku neyê çareserkirin di holê de nîne. Li gel vê jî tu pirsgirêk nayê çareserkirin. Sedema vê jî ew e ku dewleta Tirk rasterast destwerdana peywendî û danûstandinan dike. Naxwaze HTŞ’ê bi vîna xwe bi QSD û hêzên din re pirsgirêkan çareser bike. Xwastek û daxwaza Tirkiyeyê ew e ku HTŞ êrîşî QSD’ê bike.

Hêzên opozîsyona demokratîk li Sûriyê weke tê xwestin nehatiye rêxistinkirin. Bi rastî, hêzekî pir xurt heye. Nêzîkî çarêka welêt jixwe xwedî rêveberiyekî demokratîk e. Rêveberiya Xweser ezmûneke xurt bi dest xistiye. Modêleke berbiçav, xuya heye. Dûrzî, Elewî, tevgerên jinan û beşeke mezin a rewşenbîr û laîk hene. Eger ev hêz xwe birêxistin bikin û hevkariyê bikin, Sûriye dikare pêşketineke mezin ava bikin. HTŞ’ê ji demokrasiyê hez nake, lê bi tena serê xwe jî nikarin bibin xwediyê hemû Sûriyê û vîna gelan radest bigirin. Gelek hêzên derve ne li gel wê ne ku HTŞ’ê bi serê xwe hikûmetekî tûndrew ava bike. Di derbarê HTŞ’ê de jî, gelek guman hene. Ji ber vê hê jî ji lîsteya rêxistinên terorê derneketiye. Tirkiye li ser wan ferz dike ku bi lez û bez desthilatdariyekî otorîter ava bikin. Lê cîhana Ereb, Israîl û rojavayî naxwazin Sûriyê ji Tirkiyê re bihêlin.

Niha xuyaye hêzên rojavayî, Iraq û Sûriyê jî di nav de, karê têkbirin û qirkirina kurdan di bin destê Tirkiyê de hiştiye. Ji ber ku kes nabêje artêşa xwe ji Sûriye û Iraqê vekişînin. Li hemberî êrîşên wan tu bersivek bi bandor nayê dayîn. Ji ber wê yekê rêveberiya Tirkiyê li gorî xwe hespê xwe dide bezandin û dixwaze li Sûriyê roleke wêranker dilîze.

Post Views: 119
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.