Farûk Sakik
Piştî Şerê Yekem ê Cîhanê li Almanya qeyranek mezin çêbû. Peymana Versaîlles a sala 1919’an şertên giran dabû pêş Almanya.
Di demek wiha de, gelên Almanya kesek wek Hîtler ji xwe re wek lîderê xilasiyê dîtin û ew anîn kirin desthilatdar. Piştre em tev bûn şahid ku çi felaketeke mezin anî serê mirovahiyê. Li Tirkiyê jî îroj ew rewşa Almanya ya wê demê heye. Erdogan dewsa Hîtler de li Tirkiyê wek kesek wê vê civakê xilas bike, di sala 2002’an de hat desthilatê. Lê îroj wek Hîtler tevdigere.
Di destpêkê de bi arguman û pratîka xwe hêvî dida civakê. Roj hat (2025) li Tirkiyê qeyrana aborî, siyasî, civakî kurtir bû. Wek dîktatorek tevdigere. Parlemento êdî wek hêzêk demokrasiyê nîne.
Di dema Osmaniyan de Padîşah bi ‘fermaname’ yan desthilata xwe didomandin. Erdogan jî bi ‘karnameyên di dewsa qanûna de’ çi bixwaze dike. Hiqûq hatîye binpêkirin. Li gorî îstatîstîkan li cîhanê hiqûqa Tirkiyê di navbera 142 welatan de di rêza 117’an de cîh digire.
Pêvajoya aştiyê ku ev 3 meh e di rojeva Tirkiyê de ye, hêviyên mezin da civakê. Hin hêzên dewleta Tirk paşeroja Tirkiyê dîtin ku ber bi xirabiyekê ve diçe, riya çareseriyê Rêber Apo dîtin. Hevdîtinan dest pê kir. Di 15’ê Sibatê de wê Rêber Apo bi vîdeo-bi deng wê starta vê pêvajoyê bida destpêkirin. Ev vîdeo amade bû. Lê Erdogan destûr neda vê yekê. Erdogan naxwaze li Tirkiyê demokrasî pêk were. Ew ji şer û kaosê sûd werdigire. Bi vî terzê xwe bi salan li desthilatê maye. Heger rojek aştî û demokrasî were vê xakê, tu argumanek ku wî li desthilatê bigire namîne. Ji bo vê yekê di şerê li dijî Kurdan de israr dike. Li hemberî van hêzên ev pêvajo dane destpêkirin û bide seknandin jî tune. Ev hêz Bahçeliye, ev hêz di hilbijartinên mijdara 2015’an de MHP anî kêleka wî ne. Ev hêz, hêza di sala 2015’an de şer jî dabûn destpêkirin bû. Lê dîtin bi salan e di şer de nikarin têkoşîna Kurdan bidin seknandin. Bîadkirin.
Îtiraf kirin. Erdogan bi van kiryarên xwe li aliyekê jî dixwaze Kurdan provoke bike. Dixwaze Kurdan li dijî Rêber Apo sor bike. Her wek bibêje, bi Rêber Apo re, li ser maf û hiqûqa Kurdan tu lihevkirinek tune. Bi kiryarên xwe dixwaze ji civaka Tirkiyê re bibêje di navbera dewletê û Abdullah Ocalan de tu lihevkirinek tune. Bi tenê ‘dawîanîna terorê’ di hedefa me de ye. Erdogan, li dijî pêvajoyê helwestek çawa dimeşîne? Xwe li mirîtiyê dide. Her wek tiştek tunebe tevdigere. Destûr neda ku daxuyaniya Rêber Apo di 15’ê Sibatê de were xwendin. Dema ku em li dîroka Tirkiyê dinêrin gelek caran li ser sembol û dîrokan peyam didin civakê. Erdogan jî îro vê çendê ve kevneşopiya li dijî Kurdan bi rê ve dibe.
15’ê Sibatê roja reş bû ji bo Kurdan bi dengê Rêber Apo wê vê rojê biguhertina roja azadiyê. Herkes li benda dengê Rêber Apo bûn. 26 sal bû dengê wî nebihîstibûn. Ew roj bi taybet li Ewrûpa Kurd li benda dengê Rêber Apo bûn. Erdogan di 15’ê Sibatê de Kurdan û dostên Kurdan ji vî dengî merhûm hişt. Ew roj bi polîtîkaya qeyûman şaredariya Wanê dagir kir. Li rojavayê Kurdistanê ji bo statuyek Kurdan saz nebe, di qada navneteweyî de dest bi xebatên dîplomasiyê kiriye. Hakan Fîdan bê sekn rojê li deverek bi daxuyaniyek cuda dixwaze di dîzaynkirina Sûriya nû de kurd cih negirin.