Nehîr pale
Di sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têkoşîneke xurt li hemberî zayendperestiyê tê kirin. Li tevahiya cîhanê bi qasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfet ji bo xebatên jinê nayê dayîn. Êdî bi şoreşa Rojava re dengê jina Ereb, Kurd, Turkmen, Ermenî, Çerkez, Aşûrî tê bihîstin. Mînaka herî mezin a vê yekê di hemû çalakiyan de dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî tê gotin. Pênasekirinên civaka zayendperest ji jinê re hêdî-hêdî ji holê têne rakirin. Jina ku bela dihat dîtin niha çavkaniya jiyan û azadiyê tê pênase kirin. Ji bo vê yekê têkoşîneke gelekî mezin tê kirin. Eger jin li hemberî zîhniyet û kevneşopiyên civaka zayendperest dest bi têkoşînê nekiribane îro nedigihîşt asta ku çavkaniya jiyanê were pênase kirin. Berê jin ditirsiya ku gotina azadî bi lêv bike û ew neçar dikirin ku hemû kevneşopiyên civaka zayendperest pêk bîn in. Di bin navê jin namûs û şerefa mêr e û mulkê wî ye gelek rêbazên tûndrew li ser didan bikar anîn. Di ol de jî her tim jin sûcdar û gemar e ji ber vê yekê kevneşopiyên ku mêr diyar kirine li ser jinê têne ferz kirin.
Civaka zayenedperest têkiliya malbatî gelekî bêmrês kiriye, bavê ku ji keça xwe hez dike wî tînin rewşa di bin navê kevneşopiyan de keça xwe bukjê. Jina li ser kevneşopiyan nemeşe û hewl bide ku hebûna xwe diyar bike, tê red kirin. Lewma jin nikarîbû bibêje ez jin im, ji xwe fedî dikir û ditirsiya. Di mejiyê jinê de diçînin ku ew sedema hemû pirsgirêkên civakî ye, ew ji bo xizmetkirina mêr tê dunyayê, ew bela serê malbat û civaka xwe ye. Tiştekî bedew di jinê de nehiştibûn, hemû tiştên girêdayî jinê gemar û pirsgirêk in.
Heyanî niha jî dema ku civaka zayendperest û ol di mijara nêzîkatiya ji jinê re têne rexne kirin, qebûlnakin û li xwe mûkir nayên ku wan zulma herî mezin li ser jinê daye meşandin û neheqî lê kirine. Li gorî wan dema ku jin bixwîne û bizewicê ew hemû mafên wê didin wê, eger pêdiviyên wê yên kesayetî pêktînin bi demokrasiyê ve didin girêdan. Ev hemû jî bi kêrî jinê nehatin.
Niha li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfetên jinê çêbûne ku têbikoşe, xwe biparêze û hebûna xwe diyar bike. Tevlîbûna wê ya siyasetê, çareserkirina pirsgirêkên jin, perwerdekirina jinan, nêrînên xwe anîne ser ziman, buyîna şervan û rêveber ev hemû hêz da wê ku bê tirs û şerm bibêje ez jin im. Piştî hezar salan jin dibêje ez jin im û xwedî li nasnameya xwe ya siyasî û civakî derdikeve, êdî wê xwe lewaz nebîne, mêr ji xwe baştir nebîne û bawerî bide xwe. Dema ku jin bibe xwedî îrade û xwe birêve bibe wê demê wekheviya di navbera jin û mêr de wê pêk were. Heyanî ku jin lawaz be û nebe xwedî îrade civaka zayendperest wê destûr nede hebûna jinê û her tim wê biperçiqîne. Bi rêxistinkirin, têkoşîn û berxwedaniyê wê jin hebûna xwe diyar bike û dawî li zayendperestiyê bîne.