Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HRRK’ê şîna sersaxiya Reşîd Sofî li dar xist

18/02/2025
in NÛÇE
A A
HRRK’ê şîna sersaxiya Reşîd Sofî li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê şîna sersaxiya hunermendê kurd Reşîd Sofî bi beşdarbûna gelek rewşenbîran li dar xist.

Îro Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) şîna sersaxiya Reşîd Sofî li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di destpêka merasîma sersaxiyê de, hemû kes ji bo giyanê Reşîd Sofî bi rêzdarî tevlî xuleka bêdengiyê bûn.

Piştre serokê HRRK’ê Ehmed Huseyînî wiha got: “Her kes bi şêweyê xwe Reşîd Sofî dide nasîn û behsa wî dike. Lê bi sedan bîranîn, kêliyên xweş, yên nexweş, çûn û hatinên me bi hev re hebûn, lê mixa bin xatirê xwe ji vê jiyanê xwest.”

Herwiha hunermend Sefqan gotina xwe anî ser ziman: “Reşîd Sofî kesayetekî wiha bş ku jê dibistanek dihat avakirin. Wî her dem hêvî dikir ku zanîngehên kurdî yên muzîkê çêbibin û beşek ji hunera xwe diyarî şagirtên kurdan bike. Wî li pişt xwe erşîfeke mezin hişt ji me re, lewma jî pêwîst e hemû hunermend ji kaniya hunera wî, xwe têr bikin.”

Di heman demê de hunermend Kamîran Kenio wiha bi lêv kir: “ Bi koça Reşîd Sofî, îro em gelekî melûl in. Bê guman ew xwedî behermendiyeke pir bilind bû, wî guhertineke pir mezin di muzîka kurdî de çêkir û em tev xwe weke şagirtên wî dibînin.”

Ji hêleke din ve muzîkjenê ermenî Nûbar Melkûniyan wisa got: “Reşîd Sofî kesayetekî baş û paqij bû, ez û wî dost bûn. Ew behremendek bû di warê hunerê, bi hemû meqamên muzîkê xweş dizanîbû. Mixa bin kes ji hunermendên kurdan nabe mîna wî, ew bi tena xwe bû, ew ma û ew ê bimîne.”

Piştre jî nivîskar Konê Reş wiha axivî: “Yên ku zimanê kurdî diparêzin, hunermend in, Reşîd Sofî jî yek ji wan kesên ku zimanê me parast vejand. Lê xesareke pir mezin bû çûyîna wî em sersaxiyê ji we û malbata wî re dixwazin.”

Şînî bi stranên Reşîd Sofî heya seet 8’ê êvarî domand. Herwiha kesên hazir asta hunera wî, bîranîn û çîrokên Reşîd Sofî vedigotin

Hêjayî bibîrxstinê ye ku Reşîd Sofî di 1953’yan de li bajarê Kobanê ji dayîk bûye. Di sala 1970’î de bi xwendina ayînên olî dest bi jiyana hunerî kir. Ji stranên wî yên herî navdar, Ez Mêvanê Dilê Te Me Xweziya Hêvî û hwd… bûn. Hunermend Reşîd Sofî ji ber nexweşiya penceşêra cegerê di 17’ê vê mehê de, xatir ji gelê kurd xwest û koçar dawî kir.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.