Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rojnamevan wê ji bo derxistina dengê rastiyê xebatan berdewam bikin’

18/02/2025
in NÛÇE
A A
‘Rojnamevan wê ji bo derxistina dengê rastiyê xebatan berdewam bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo


Ji bo şermezarkirina hedefgirtina rojnamevanan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, YRA, YRJ û Rêxistina Mafê Mirova li Sûriyê, li pêş avahiya NY’yê ya li  Qamişloyê çalakiyeke protestokirinê li dar xistin.

Yekîtiya Raghandina Azad, Yekîtiya Raghandina Jin û Rêxistina Mafê Mirova li Sûriyê, li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî çalakiyeke protestokirinê ji bo şermezarkirina hedefgirtina rojnamevanan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin.

Bi dehan rojnamevan tevlî çalakiya protestokirinê bûn. Di çalakiyê de wêneyên rojnamevên ku hatine hedefgirtin, hate hildan.

Di çalakiyê de rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê Evîn Cuma hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir û daxwaza cezakirina sûcdaran li pêş dadgehên navdewletî kir û wiha got: “Her dem dewleta Tirk û çeteyên wê dixwestin rojnamevanan bê deng bikin, lê tu carî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng neman.”

Di heman çarçoveyê de berdevka YRJ Arîn Siwêd jî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî rojnamevanan bi tundî şermezar kir û wiha anî ziman: “Herî dawî dema ku rojnamevan Egîd Roj êrişên dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê dişopand hate hedefgirtin. Weke rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di riya çalakiyeke protestoyî û pêşkêşkirina nameyekê ji bo Netewên Yekbûyî re, em helwesta xwe a li dijî êrişan diyar dikin.”

Di dawî de berdevka Yekîtiya Raghandina Jin Arîn Siwêd tekez kir ku rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her dem xwestin bibin dengê rastiyê, vê yekê wê berdewam bikin û li ser riya rojnamevanên şehîd, wê têkoşînê dewam bikin.”

Name

Di naveroka nameyê de bal hat kişand ser domandina dewleta Tirk pêkanîna sûcên dijmirovî û qirkirina komî a derheqê gelên Bakur û Rojhialtê Sûriyê de. Di heman demê de hate diyarkirin ku di encama êrişên li ser Bendava Tişrînê  sivîl, kadroyên tenduristiyê û rojnamevanan dibin armanc.

Di nameyê de hejamra hedefgirtina rojnamevanan diyar kirin ku gihaştiye 31 rojnamevan ji destpêka şerê DAIŞ`ê û êrişên dewleta Tirk.

Di nameyê de hate diyar kirin ku ji destpêka rûxandina rêjîma Baas û zêdebûna êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet Bendava Tişrînê û gundewarên wê ku ji dîroka 19`ê Çileyê heta 15`ê Sibata 2025`an 3 rojnamevan hatin hedefgirtin û jiyana xwe ji dest dan herwiha 9 rojnamevan birîndar bûn.

Bang li sekretêrê giştî yê Dadgeha Sûcan A Navdewletî hate kirin ku erkê xwe bi cih bîne, li gorî mîsaqa Romayê û sîstema exlaqî ya dadgehê, da ku lêpirsîneke lezgîn veke di sûcên ku Tikriyê der heqê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojnamevanan bi taybet pêk tîne.

Di dawiya nameyê de bang li civaka navdewletî bi hemû desteyên wê yên girêdayî mafên miorvan û rêxistinên navdewletî yên mafên rojnamevanan hate kirin ku zext li ser dewleta Tirk bê kirin da ku êrişên xwe li ser herêmê bisekinîne. Bêdengiya navdewletî derbarê van êrişan û hedefgirtina rojnamevanan diyar dike ku ew jî alîgirên wê ne, divê hewlesteke cidî bê girtin derbarê êrişên dewleta Tirk û binpêkirinê wê.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.