Birûc Resûl\Qamişlo
Rêveberê Meclisa Bajarê Til Temir Îdrîs Yûsif diyar kir ku ew tu carî dest ji Bendava xwe berdandin û wih got: “Em dest ji bostek ji axa xwe bernadin, ji bo parastina axê çi ji me were xwestin em ê bikin.”
Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rojane diçin Bendava Tişrînê û li wir bi hev re noberê digirin, di heman demê de gel bi tevhî îsrara xwe dixwzin ku Bendava xwe biparêzin û jiyanek bi ewle jiyan bikin. di vê demê de gelê Kantona Cizîrê li bandavê ne û li wir bi moralek xurt dimînin. Têkildarî berxwednaiya gel û armanca gel ji nobeta Bendavê Rêveberê Meclisa Bajarê Til Temir Îdrîs Yûsif ji Rojnameya me re wiha axifî.
Îdrîs Yûsif da zanîn ku ew di nav kerwanên gel de derbasî Bendava Tişrînê bû û tevlî nobeta gel a li Bendavê bû û wiha pêde çû: “Em jî wek gelê bajarê Til Temirê ji bo parastina Bendava xwe em bi kerwanên gel re hatin Bendavê. Dema em hatin me nobet ji xelkê Kobanan berxwedêr girt. Dema em tên ser Bendavê ji bo parastina xak û bendava xwe erkek me ya herî sereke ye û pêwîste her welatiyek di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bijî bendava xwe biparêze. Ev bendav çavkaniya av û elekitrîka me ye û eger dewleta Tirk a dagirker derbasî xaka me bibe dê em ê bê av, elekitrîk û zevî bimînin. Ji ber vê yekê em rojane li ser Bendavê ne û parastina Bendava xwe ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker dikin. Di heman demê de em berxwedaniya QSD û YPJ ji dil silav dikin û berxwedaniya wan ya dîrokî silav dikin. Em îro li ser vê xakê bi saya Rêber Apo û QSD xwe jiyan dikin, em bi QSD xwe re xwe re jiyan dikin heya dawî. Her wiha dema em xwe li vir bi cih dikin û pasastina axa xwe dikin cihê kêfxweşiyê ye. Dewleta Tirk jî ji bo ku em bitirsin û ji Bendava xwe dûr bikevin bi balafirên xwe yên bê mirov êrîşî me dike, her roj sivîlan dike hedef û wan qetil dike û birîndar dike. Lê ev tişt îradeya me naşikînin û me ji bendava me dûr naxîne û jer bo bendava me jiyana me ye. Çi ji me were xwestin em ê ji bo parastina xaka xwe bikin û eger were xwestin em canê xwe fedayî welat bikin em ê canê xwe bikin qurban û jiyanek bê welat em jiyan nekin.”
‘Ev 14`e sal e ku em xwe di parêzin’
Îdrîs da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze talaniyek bi serê me bîne û me ji xaka me koç bike û axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze xaka me ji xwe re bibe û me bê xak bihêle, ma me jî bi hezaran şehîd li ber vî welatî dane em ê çawa bihêlin ku xwîna şehîdên me bimîne ji dijmin re. Dewleta Tirk dixwaze xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê ferz bike û çand, ziman û kevneşopiyên xwe li ser tevahî gelan pêk bîne. Lê em vê yekê qebûl nakin bila dewleta Tirk û çeteyên wê ji xaka me derkevin û êdî bese ji xwîn rijandinê re ma qey rêxistinê mafê mirovan vî tiştî nabînin yan jî dengê xwe nakin, ev bêdengiya rêxistinên mafê mirovna bixwe tekez dike ku hevalbendên dewleta Tirkin û naxwazin Kurd pêş bikevin. Ev 14 sale em xwe bixwe xwe diparêzin û tecrîbeya me ya parastinê çêbûye ji ber vê em alîkarî ji kesekî naxwazin ku alîkarî bi me re bike tenê em dibêjn bila ji xaka me derkevin û em bi rehetî di welatê xwe de jiyan bikin. Dewleta Tirk tiştê herî xirab li ser gelê me anî û ew di gelek komkujiyan re derbas kirin. Kesekî ku zarok û sivîlan qetil bike wê ti carî nikaribe gelekî demokrat bi rêve bibe. Di dawî de ez daxwaz ji tevahî gelê Sûriyeyê dikim ku bi kerwanên gel re tevlî nobeta Bendava Tişrînê bibin û bi yek îradeyê dijmin têk bibe.”