Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Di 13’ê sibat 2025’an de li paytexta Fransayê Parîsê kongreke navneteweyî di çarçoveya hewldanên navneteweyî yên pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê, piştgiriya xebata jinûve avakirin û pêkanîna aramiyê li Sûriyê de hatibû lidarxistin. Di kongrê de wezîrê Karên Derve yê Parîsê Jean Noel Barrot û serokê Fransayê Emmanul Macron tekezî li ser rola QSD’ê û hebûna kurdan di pêşeroja Sûriyê de kiribûn.
Di 13’ê Sibata 2025’an de li paytexta Fransayê Parîsê, ji bo nîqaşkirina pêvajoya veguhastina siyasî li Sûriyê, kongreya navneteweyî ya derbarê Sûriyê de hatibû lidarixstin. Kongre bi beşdariya serokkomarê Fransayê Emmanul Macron, nûnerên 20 welatan, Yekitiya Ewropayê, Komkara Erebî û Meclisa Tevkariyê ya Dewletên Kendava Erebî hatibû lidarxistin. Dewletên beşdarî kongreyê bûbûn li dijî hemû cureyên teror û tundrawiyê piştgiriya xwe bi hikumeta pêvajoya derbasbûnê ya Sûriyê re nîşan dabûn.
Kongreya navneteweyî ya derbarê Sûriyê de ku li Parîsê pêk hatibû, bi axaftina wezîrê Karên Derve yê Parîsê Jean Noel Barrot ve hatibû destpêkirin. Jean Noel Barrot di nava axaftinê xwe de girîngî da pêkanîna aramiya Sûriyê û wiha gotibû: “Piştî çend salan ji tecrîda navneteweyî, em kêfxweş in ku pêwendiyên xwe bi Sûriyê re bidomînin. Pêwîst e karên leşkerî li tevahî xaka Sûriyê werin sekinandin. Herwiha aramî û destpêkirina pêvajoya veguhestina siyasî pêk bê. Kombûna me li ser daxwaza ku Sûriyeke azad, serwer, yekgirtî û aram ava bikin. Pêwîste bilez alîkariyên mirovî ji Sûriyeyê re bêne şandin, agirbest li gelemperiya Sûriyê pêk were û destwerdanên derve werin rawestandin.Divê li tevahiya Sûriyê, bi taybetî li Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê şer were sekinandin.”
Barrot anîbû ziman ku Yekitiya Ewropayê ji bo rakirina bilez a cezayên aborî yên li ser rejîma Esed kar dike û wiha got: “Ne mimkun e ku ev ceza li pêşiya jinûveavakirina Sûriyê bibin kelem.”
Armancên kongreyê ewbû ku bêyî destwerdanên biyanî, rêveçûna pêvajoya veguhastinê li Sûriyê were misogerkirin. Hevkarî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî were kirin û peyamên zelal ji desthilata Şamê re bên şandin.
Encamnameya kongrê jî wiha ye:
Sûriye, dewletên sereke yên Ereban, Tirkiye û dewletên Ewropayê wekî Fransa, Almanya, Brîtanya, herwiha dewletên G7’an wekî Kanada û Japonya encamname îmze kir. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku beşdarên kongreyê “Bi israr in ku bi hev re kar bikin, da ku serketina pêvajoya derbasbûnê di çarçoveya mekanîzemayeke bi pêşengiya Sûriyan were mîsogerkirin.”
Di encamnameyê de teqezî li ser girîngiya piştgiriya gelê Sûriyê, berdewama têkoşîna li dijî terorê û avêtina gavan ber bi pêvajoya siyasî ve hatine kirin. Her wiha kiryarên terorî yên li Sûriyê têne kirin hatin şermezarkirin, banga rawestandina şer, piştgiriya yekitiya tevahî xaka Sûriyê bi rêya diyalog û çareseriyên siyasî hate kirin. Dîsa bang li tevahî aliyên çalak ên li Sûriyê hate kirin ku pabendî bernameyeke kar a nîştimanî ya Sûrî bin.
Li gorî encamnameyê; “Divê serdestiya Sûriyê, silametiya axa wê û yekitiya wê li gorî rêgezên peymanên Neteweyên Yekbûyî, qanûn û biryarên navneteweyî yên Konseya Ewlehiyê ya NY’yê werin misogerkirin, bi taybetî biryara 350’an (1974) ya têkildarî rawestandina şerê di navbera Îsraîl û Komara Erebî ya Sûriyê de, avakirina hêzeke NY’yê ji bo şopandina rawestina şer.”
Di heman demê de. di encamnameyê de hate gotin ku pêvajoya bê ya derbasbûnê ji bo parastina prensîbên ku li jêr hatine diyarkirin, girîng e. Beşdaran ji bo misogerkirina pêvajoyeke derbasbûnê ya aştiyane, durist, pêbawer, bilez, birêxistinkirî û giştî li hev kir. Ji bo îmhakirina çekên kîmyewî, ji bo dabînkirina mercên girîng ên bi armanca vegera dilxwazî û domdar, li hev kirin.
Emmanul Macron; Tekezî bi hebûna kurdan û QSD’ê di pêşeroja Sûriyê de heye
Hêjayî bibîrxistinê ye ku nûnerên Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî hatibûn vexwendin ji bo Parîsê û di çarçoveya kongrê de berpirsên Fransî civîn lidar xistibûn. Herwiha wezîrê Karên Derve yê Parîsê Jean Noel Barrot û serokê Fransayê Emmanul Macron di axaftina xwe ya kongrê de tekezî li ser rola Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û hebûna kurdan di pêşeroja Sûriyê de kiribû. Di heman demê de di axaftina xwe de dabû xuyakirin ku piştgiriya wan ji QSD’ê re her û her wê dewam bike.