Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM: Dewleta Tirk ji ragihandina azad ditirse

16/02/2025
in NÛÇE
A A
TEV-DEM: Dewleta Tirk ji ragihandina azad ditirse
Share on FacebookShare on Twitter

Meclisa Ragihandinê ya TEV-DEM’ê dewleta Tirk ji ragihandina azad  ditirse. Meclisê ji bo şopandin û nirxandina sûcên dewleta dagirker xwest komîteyeke serbixwe ya lêkolînkirina rastiyan bê avakirin.

Meclisa Ragihandinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojnamevanan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Meclisa Ragihandinê ya TEV-DEM’ê bal kişand ser sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê  û diyar kir ku rojnamevanên herêmê çav û şahîdên sûcên dewleta Tirk a faşîst in.

Di daxuyaniiyê de hate gotin “Rojnamevan bi kamera û raporên xwe derew û îdiayên şerê dirûnî yên ku dewleta Tirk a dagirker dide meşandin, radixin ber çavan. Rojnamevan her wiha berxwedana efsanewî ya QSD’ê û îradeya xurt a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girêdana gel bi destkeftiyên xwe radighînin. Ji ber vê yekê dibin hedefa dewleta Tirk a faşîst a ku tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike.”

Di dewam daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji destpêka şerê li Bendava Şehîdan (Tişrînê) ve  gelek rojnamevan bûn hedefa rasterast a dewleta Tirk a dagirker û ev tişt hat gotin “Rojnamevan Cîhan Bîlgîn Nazim Daştan li ser rêya Bendava Tişrînê û bajarê Sirînê yê Kobanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Duh jî (15’ê Sibata 2025’an) rojnamevan ê ji bajarê Efrîna dagirkirî Egîd Roj li Bendava Berxwedanê (Bendava Tişrînê) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bû. Ev jî careke din tirsa dewleta Tirk faşîst ji ragihandina azad a ku hovîtiya wê aşkera dike, nîşan dide. ”

Di daxuyaniyê de soza şopandina şehîdên xeta ragihandina azad hate dayîn û bêdengiya hêzên nanveteweyî ya li êrişên dewleta Tirk a dagirker jî hat şermezarkirin. Hate gotin, bêdengî dewleta Tirk teşwîq dike ku hîn zêdetir sûcan bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên hiqûqî, mirovî û yên Neteweyên Yekbûyî hate kirin ji bo şopandin û nirxandina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê û hedefgirtina rojnamevanan komîteyeke serbixwe ava bikin.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.