Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peyama dawî ya Şehîd Egîd

16/02/2025
in NÛÇE
A A
Peyama dawî ya Şehîd Egîd
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ez ne tenê rojnamevan bûm, şahidê dîrokê bûm û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ez ê wisa dewam bikim. Xwazî min Efrîna rizgarkirî bidîta. Lê ez di wê baweriyê de me ku ev hesta serketinê û vegerê wê ji aliyê gelê me ve bê jiyîn.

Rojnamevan Egîd Roj beriya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bê qetilkirin ji hevrê/hempîşeyên xwe yên kar re, behsa bîranîn, biryardarî û hêviyên xwe kirine.

Peyama rojnamevan Egîd Roj bi vî rengî ye:

“Va ye ez gotinên xwe yên dawî ji dilê şer, ji we re dinivîsim. Dengê bombeyan her tiştî li dora min wêran dike. Li ser xaka me ya pak a ku her dem çavkaniya hêz û hêviya me ye. Ez ji we re li ser qehremaniya ku hêj di pirtûkan de nehatiye tomarkirin û li ser sekna ku tenê yên li vir dibînin, dinivîsim. Berxwedana Efrînê, çiyayên wê, Şehbayê, kampên wê û niha jî li Bendava Tişrînê bu wateya herî bilind a sebr û îradeya ku ez ê her kêlî, her lêdana dil û her awirên lehengên me yên ku ji bo zindîkirina xewna me têkoşiyan, bibîr bînim.

Lê di nava vê tariyê de, di dilê her berxwedanvanek de ronahiyek heye. Pêleka hêviyê heye ku qet namire. Erê, dibe ku ez bi xwe serketinê nebînim, lê ez bawer dikim ku bajarê min Efrîn wê rojekê azad bibe. Efrîna ku di dîroka xwe de taybetmendiyên şaristanî û rûmetê hilgirtiye û li hemberî hêzên herî hov ên bêdadiyê, dîmenên herî bilind ên sekna xwe dîtiye. Ji vê derê, ji welatê bendavê, ez ji we re dibêjim, bêhêvî nebin, bêhêvîbûnê nexin dilê xwe. Ji ber ku serketin teqez wê pêk bê.

Kolanên Efrînê wê mîna rojên xwe yên xweş bi coş û hêviyê dagirtî be. Hêvîdar im zarokên wê bê tirs vegerin û li taxên wê bileyizin û tava azadiyê li çiyayên wê bibiriqe û tarîtiya dagirkeriyê ji holê rabike. Efrîna ku min bi dil û can jê hez kir û her tim çavkaniya îlhama min e, çiqasî dem bikeve navberê jî ev hest bi dawî nabe.

Em hêviya azadiyê, ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan digirin. Em ji ramana wî fêr bûn ku azadî ne tenê dirûşme, di heman demê de enerjiyeke di hundirê me de ye.  Serketin wê bi hêsanî pêk neyê. Lê bi îradeyeke xurt wê serketin mîsoger bibe.

Baweriya min bi hêza cangoriyên azadiyê yên ku peyama Rêber Ocalan hildigirin û deriyên serketinê vedikin heye. Ev şervanên ku ruhê wan bi fikra azadî û wêrekiyê ve girêdayî ye, dê dîroka Kurdistanê û Efrînê binivîsin in.

Ez bi dilgerimiyeke mezin ji we re dinivîsim. Hê jî hêviyek di dilê kesên ku bi jiyan û azadiyê bawer dikin heye. Hêvî di dilê dê, bav, xwişk, heval û xizmên min de lêdide. Hûn ew qehremanên ku dê ala rizgariyê hildin. Hûn ê dawî li vê tarîtiyê bînin. Hûn ê Kurdistan û Efrînê ronî bikin û xeyala me ya veger û rûmetê pêk bînin.

Ji gelê me yê têkoşer re, ez hêvîdar im ku hûn ji armanca xwe dûr nekevin. 8 sal in ji bo em vegerin warên xwe em li ber xwe didin. Fedekariyek mezin hat raberkirin, Efrîn, ax û zeytûnên wê ya gelê Efrînê ye. Divê ev berxwedan hê bêhtir xurt bibe.

Hevalno, ez ne tenê rojnamevan bûm, şahidê dîrokê bûm û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ez ê wisa dewam bikim. Xwazî min Efrîna rizgarkirî bidîta. Lê ez di wê baweriyê de me ku ev hesta serketinê û vegerê wê ji aliyê gelê me ve bê jiyîn.”

ROZASILA

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.