Cîger Efrînî
Ji ber ku me wekî gel gelek tişt, gelek êş dîtine û li ser xaka me her şer qewimîye, gava qala aştîyê tê kirin em hema xwe davêjin ser û bi çar destan pê digirin. Rewşa civaka me ya ku hatî eciqandin û ji her hêlê ve bi înkarkirineke tund re rû bi rû hate hiştin,bi wî rengî ye. Ji lewra jî em Kurd pir saf nêzî pêşketinên ku têne jînkirin dibin. Mixabin em bi tenê bi wê yekê sînordar namîn in. Bi ser de jî dev ji xwe berdidin. Pişt re gava niyeta dewletê ya xirab derdikeve holê û êrîşa hemû nirxên me dikin jî, em dibêjin, ” çima wisa bû?”
Di serî de vê bêjim; bawerkirina bi dewletê xeflete û mixabin em Kurd her dikevin wê xefletê. Dilpakî û xwesteka me ya aştîyê ji hêla dagirkeran ve pir baş tê bikaranîn.
Vêya ji boyî vê dibêjim; niha Rêber Apo wê bangekê bike. Wê çi bêje jî em tu kes nizanin. Dibe ku heta ev nivîs were weşandin, Rêber Apo daxuyanî da be jî.
Bê guman her gotineke Rêber Apo ji boyî me hemûyan ferman e û divê em wekî gel û mirovahîyê bi hemû hêza xwe gotinên Rêber Apo bi cih bînin.
Zanista sîyasetê bi derketina Rêber Apo re û di encama têkoşîna Wî ya di nav zor û zehmetîyên mezin de bi pêş ket. Lê mixabin ji ber ku kesayeta Kurd ya ku di seranserî dîrokê de di qirkirinê re hatiye derbaskirin û ji hemû palpiştin ku xwe pê biparêze mehrûm hatiye hiştin, tevî ku guhartinên mezin di kesayeta Kurd de çêbûne jî, mixabin kesayeteke ku ji keda Rêber Apo re bibe bersiv dernekt holê. Ji lewra derfetên ku Rêber Apo afirandine me nikarî li gorî zanista Rêber Apo rêxistin bikira û ji lewra jî şoreşa Kurdistan’ê têra xwe dirêj bû. Bê guman sedema dirêjbûna şoreşa Kurdistan’ê ne bi tenê ew e. Li gel wê, dijminahîya hêzên global ji bîrdoziya şoreşa Kurdistan’ê re jî xwedî risteke mezin e.
Ji demekê ve qala pêvajoyekê tê kirin. Ji boyî ku Rêber Apo bikaribe pirtir bi Kurdan û gelên me bide qezenckirin, divê em pirtir yekîtiya xwe xurt bikin û di her mercê de li pêvajoya Rêber Apo xwedî derkevin. Di rastîyê de derketin li perspektîfên Rêber Apo derketin li siberoja me ye. Her kesê/a ku li gotinên Rêber Apo xwedî derkeve û bi hemû hêza xwe piştgirîyê bide di heman demê de li xwe û siberoja xwe xwedî derdikeve û jîyaneke azad ji xwe û zarokên xwe re misoger dike.
Ji hêla din ve pêwîstî bi fikirandineke berfereh heye. Rêber Apo hilweşîna pergala malbata Esed wekî ji hev şehitandina paymana Seyks-Pîco nirxandîye. Tê zanîn ku, peymana Seyks- Pîco peymana ku pê rojhilata navîn parçe kiribûn û di nava wê parçebûnê de jî Kurdistan jî hatibû parçe kirin. Bi wê peymanê qedera gelên rojhilata navîn jî hate parçe kirin û ev bû sed sal ku em wekî gelên herêmê êş û jana wê dikişînin. Ji boyî ku em sed salên din jî perîşan û di nava şerên bê wate de nejîn, pêwîstîya me bi perspektîfên Rêber Apo heye.
Ji Seyks’ê Ingilîz pirsîne; ”We çima Kurdistan parçe kir?” Ew jî dibêje; ”jixwe Kurd parçekirîbûn!” Niha jî şerê cîhanê yê sêyemîn tê jiyan kirin. Ji boyî ku Seyks’ekî din me parçe neke, divê em li dora Rêber Apo bibin yek.
Dewletên emperyal parçebûna Kurdan li dijî gelê Ereb û Tirk û Fars bikar anîn. Ji lewra yekbûna Kurdan ji boyî wan gelên cîran jî baş e û divê tu kes ji yekbûna Kurdan netirse û guhên xwe jî nede wan derdorên ku beko ewantîyê dikin. Divê gelên me yên cîran baş bizanibin ku, parçebûna Kurdan kêra li ser stûyê wan e. Heta ew kêr ranebe, negengaze ku ew jî di aştîyê de bijîn. Bi parçebûna Kurdan Ereb jî hatin parçe kirin û ev bû sed sal ku, Ereb nebûne yek.
Bê guman yekbûna Ereba bi rûniştandina pergaleke demokratîk gengaz dibe. Ev jî, Netewa Demokratîk e. Gelê Ereb jî ji hêla bawerî û awayê jîyanê ve gelekî dewlemend e. Ji lewra negengaze ku di pergala netewe dewletê de bikaribin bibin yek û jîyaneke aştîyane bijîn. Heger gengaz ba, ev sedsala ku di nava 22 netewe dewlet de dijîn. Netewe dewletê gelê Ereb pirtir ji hal û taqetê xist. Ji bona wê, perspektîfên Rêber Apo bi qasî ku ji Kurdan re dermane ji gelên cîran re jî derman e. Di tecrûbeya ku li Bakur û Rojhilatê Surîyê di van çend salên dawî de nîşaneya herî şênbere ku, çawa gelên me tevî hemû kêmasîyan karîne bi hev re bijîn û bibin yek. Heger bi tenê tecrûbeya Rêveberîya Xweser were berçav girtin, wê baştir girîngîya dîtinên Rêber Apo were dîtin û fêm kirin. Tevî ku %5 dîtinên Rêber Apo neketine meryetê jî, ewqas pêşketin derketine holê, ka em bifikirin gava hemû dîtinên Rêber Apo têkevin meryetê wê jîyaneke çawa derkeve holê û em ê wekî gelên herêmê tê de bijîn.
Ji bo me gelan îro ev pirs pir girînge û jîyanîye; em jîyaneke çawa dixwazin? Jîyaneke dubarekirî ya sedsala 20’an, an em jîyaneke di her hêlê de nû û li gorî rastî û heqîqeta dîroka xwe bijîn? Bersiva vê pirsê, wê pêvajoya li pêşîya me jî dîyar bike.