Idrîs Henan
Meha Sibatê, taybet 15 wê, rojek reş di dîroka têkoşîna gelê Kurd de ye. Heman dîrokê sala 1925`an, di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî de komkujiyek mezin di derheqê gelê Kurd de rû da. Heman dîrokê sala 1999`an, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de dîl tê girtin û radestî dewleta faşîst a Tirkiyê dikin. Diyar bû ku dixwestin di şexsê Rêber Apo de komkujî û qirkirina li dijî hebûna gelê Kurd dubare bikin. Ew roj bi zanebûn ji aliyê neyarên Kurdan ve hate hilbijartin ku di hafîzeya Kurdan de weke Roja Komkujiya Kurdan e. Lewre xwestin ji gelê Kurd re bibêjin; Ti şansê we yê azadiyê nîn e. Me xeyalên we, dîroka we ya siyasî û civakî, çarenûsa we ya neteweyî bi dîlgirtina Ocalan re destser kirin. Me roja we tarî kir!
Bi komployê re dixwestin hemû keda Rêber Apo û hewldanên wî yên pêşxistina çareseriya demokratîk têk bibin û têkiliyên gelan li herêmê bigihînin rêyeke girtî ku xwe bi xwe hevdu tune bikin. Lê têkîliyên gelan ku ti zemanî li gorî daxwaz û azweriyên desthilatdaran nehatibûn rêsandin, ne gengaz bû ku ewqas bi hêsanî biketana bin bandora lîskeke wisa ku dîroka hezarê salan ji nav biçe. Çendîn siyasetên dijminahiyê hatibin ferzkirin, lê dîroka biratiya gelan ji temenê wan siyasetan dirêjtir e ku rê nade xirabiyeke wisa pêk were. Ked û rola Rêbar Apo di vejandina dîroka biratiya gelan de diyarker e. Ji ber va têgihaştina rêbertiyê, berovajî bendewariyên komplogeran, Rêber Apo têkoşîn û berxwedana hezar salên derbasbûyî vejandin û lêgerîna xwe ya ji bo afirandina şert û mercên guncawtir domand.
Mirov dikare bibêje ku komploya navneteweyî di demeke wisa de hat ku li dijî keda dîrokî ya Rêber Apo bû. Yek ji armancên wê jî; derbkirina biratiya gelan û bi komî kuştina gelê Kurd bû. Wan rola Rêbar Apo ya dîrokî di vê derbarê de baş dizanîn, lew re komplo jî li ser bingeha wê têgihaştina wan pêk hat. Ji ber wê jî hemû zagon û qanûnên navneteweyî bin pê kirin û bi rêbazên qursantî û rêbiran Rêber Apo revandin.
Ji ber vê pêzanîna dîrokî ya rol û misyonên rêbertiyê yên edalet, wekhevî û biratiya gelan, têkoşîna azadkirina wî jî erk û misyoneke exlaqî ya hemû gelên azadîxwaz, demokrat û aşîtîxwaz e. Wezîfeya her kesî ye ku asta têkoşînê bilindtir bike ku ancax xebata efsanewî ya gelnasekî wisa dikarbe berxwedana azadî û demokrasiyê li ser lingan bihêle û bigihîne serkeftinê.
Eger îro pêşketinek di dewrê de be, serketinek neteweyî bi dest ketibe, Kurd siyaset, nirxandin û pêşengtiyê dikin, bi saya berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ye. Aqilê ku şert û mercîn wê têkoşînê çêkiriye, rênîşandêriya Rêber Apo ye. Bi qasî ku berxwedana Rêber Apo rêya serkeftina têkoşîna gelan vekiriye, ewqas jî derfet daye neyarên gelan ku dest ji sîstema qirkirinê berdin û bi têkoşîna gelan re li hev bikin. Eger veguherînek cidî jiyan nekin û li ser zemîna lihevkirina bi gelan û qebûlkirina cudayiyan re tev negerin, misoger wê bi bayê rûdan û veguherînên li herêmê rû didin re biçin. Eger di îdîaya hegemoniyê de bi israr bin û dev ji polîtîkayên qirkirinê bernedin, wê nikaribin kêlilyek be jî, rewşa heyî dewam bikin.
Îroj eger Rêber Apo pencereya aşîtiyê vekiribe, tê wateya ku, piştî 26 salan, hîna jî kilîta çareseriya demokratîk di destê wî de ye. Xweavêtina bextê wî jî, ji bilî wê yekê tiştek din îfade nake. Ancax jiyana hevbeş, demokrat û azad bi têkoşîna Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî re pêkan be.