Esma Mistefa/ Qamişlo
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Welîd Dîngilî da zanîn ku sînaryoya ketina Hêzên Ewlehiya Hundirîn yên desthilatdariya Şamê di hundirê Efrînê de, ne rast e her wiha girêdayî plana Erdogan a li dijî gelê Kurd e û wiha got: “Baweriya me bi hêz û siyaseta me heye û em ê vegereke bi ewle û bi rûmet misoger bikin”
Di van demên dawiyê de hate xuyakirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên HTŞ’ê derbasî herêma Efrînê bûne û tevahî komên çete wê derkevin. Lê hate eşkerekirin ku komên çete û HTŞ’ê bi destwerdana Tirkiyê ev sînaryo dîzayîn kiribûn. Girêdayî vê yekê Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Welîd Dîngilî bersiva pirsên rojnameya me dan.
Hûn pêvajoya niha û planên qirêj ên li Efrînê li ser gel tên meşandin çawa dinirxînin?
Belê; Bûyerên ku beriya demekê di Efrînê de hatine rûdan, helbet sînaryoyek li ser hatibû lihevkirin di navbera çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk û hikûmeta Şamê de. Gelê Efrînê bi van planan hate xapandin.
Xwedê giravî wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên HTŞ’ê li hember komên çete yên girêdayî Tirkiyê derkevin?! Lê tişta ku hatiye rûdan ne wisa bû. Tenê çend erebeyên wan çeteyan û hejmarek kêm ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn pê re hebûn. Bi vê sînaryoya xapînûk navçe bi navçe, gund bi gund geriyan û ji xwe re propaganda çêkirin û vegeriyan bajarê Helebê.
Bê guman gelê me yê li wir gelekî kêfxweş bibû û ev yek li pêşiya her kesî bi rakirina ala Kurdistanê nîşan dan, weke ku ev pêvajo bibe pêvajoya aşîtiyê û gelê me wê bi rengê xwe li wir nefes bistîne. Lê mixabin piştî bidawîkirina vê planê ew kesên ku kêfxweşiya xwe raber kiribûn, yek bi yek têne girtin û îşkencekirin. Her wiha tewanên derew li wan hatine kirin, weke hemû çalakiyên ku di Efrînê de hatine kirin wan kiriye û ew girêdayî hêzên QSD’ê ne, rûxmî ku kesine sivîlin lê heyanî niha jî rewş û cihê wan ne diyar e û bace ji malbatên wan tên xwestin. Gelê me di Efrînê de divê ji siyaseta dagirkeriyê û komên çete serwext be. Ev hemû plan û derewên dagirkeriyê ne dixwazin pê Raya Giştî û gelê Kurd bixapînin. Divê gelê me vê yekê zanibe, HTŞ û hemû komên çete di bingeh de bi hev ve girêdayî ne. Yek sûcekî dike yê din piştgiryê dide, yek dişidîne û yek jî nerm dike, û wê ti carî li hember hev jî nesekinin. Ev pêvajo divê ji aliyê gelê me ve baş were nirxandin û analîzkirin û hîn zêde em şiyar bin. Divê em dîroka van çeteyan lêkolîn bikin ku hê baş rastiya wan nas bikin.
Armanca desthilata Şamê û komên çete yên li Efrînê ji van planan çi ye?
Divê em zanibin ka armanca HTŞ û komên çete ji vê planê çi ye? Plan ne ser bi xwe ye. Ne HTŞ û ne jî komên çete bi ser xwe dikarin gavekî wisa bê destûra Erdogan biavêjin. Yanî bavê hemû planan istixbarata Tirkiyê û Erdogan e. Ji ber wê jî dive em planên Erdogan zanbin. Bi siyasetên wisa çi dixwazin bi dest bixin? Erdogan di planên xwe yên li ser Efrînê de bi bin ket ku nikarîbû guhartinek demografîk û etnîkî çêke û rengê gelê Kurd li wir tune bike. Ji ber wê jî niha bi heman armancê dest bi planên nû dike.
Niha bi awayekî ters piştî hilweşîna rêjîma Esed piraniya gelê ku derbasî Efrînê bûye û bi cih bûye, vedigerin mal û bajarên xwe. Wê demê Efrîn hêdî hêdî vala dibe. pêvajoya vegerandina gelê Efrînê ya bi ewle yê ku ji 7 salan ve bi darê zorê ji Efrînê derketiye derdikeve pêş. Bê guman li hember van guhartinan û pêşveçûnan wê Erdogan bê plan nemîne. Erdogan careke din şêwazê tundiyê û zorê di Efrînê de dide avakirin. Bi taybet piştî guhartinên ku hatine jiyankirin; atmosferek rihetiyê hate avakirin. Lê Erdogan dixwaze tirseke nû di dilê gelên herêmê yên hundir û derve de ava bike.
Li ser van bingehan divê gel jî li hember van siyasetan hişyar be. Me gelek li ber xwe da, li kêlek êş û zehmetiyên rastî gel hatine lê me têkoşîneke pir mezin jî meşand. Ev dem girîngtirîn dema ku em bi awayekî serwext û bi zanebûn nêzî pêvajoyê bibin. Ji ber ku armanca Tirkiyê li hember gelê me ti carî nayê guhartin û wê hewl bide li gorî pêvajoyê taktîkên nû bixe dewrê.
Li gorî çavkaniyan binpêkirinên li Efrînê bê navber dewam dikin, hûn bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wê çawa şîrove dikin?
Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve û hemû kiryarên bê mirovî li ser gelê resen têne pêkanîn. Kiryarên dagirkeriyê û sûcîn şer ên girtin, kuştin, revandin û guhartina demografîk nehatin rawestandin. Tirsa ku hatiye avakirin jî heyanî vê kêliyê berdewam e.
Li hember van sûc û kiryaran divê em berê xwe bidin Raya Giştî, rêxistin û hêzên navnetewî ku divê xwe berpirsiyar bibînin. Lê pirsa me ev e; gelo yê ku li ser HTŞ’ê erê kiriye ne ew bûn? Gelo dewletên cîhanî yên netew dewlet ma nizanin ku Ebû Mihemed El Colanî heyanî niha di lîsteya terorê de ye? ma nizanin ku ji cografiya Efganistan û akedemiyên Ûseme Bin Ladên û Eymen Elzawahêrî derketine? Ya din ma ne wan erê kir ku Erdogan derbasî Efrînê bibe? Îorj wê çawa nerazîbûna xwe li hember van kiryaran nîşan bidin? Wê çawa hesab ji Erdogan û Colanî bixwazin? Sûriye ku weke mûzayîkekê bi pirrengiya xwe di nav xwe de jiyan dikir, niha dixwazin yek rengî derxînin holê ew jî rengê îslama sunî ye.
Dewlet netew û hêzên cîhanî nerastiya vê yekê dizanin lê dixwazin di nav netew û miletan de her tim pevçûn hebin. Da ku di nava van pevçûnan de winda bibin û biçin destê xwe li ber wan vekin; ka çareseriya we ji bo me çi ye? Yanî her tim gelan hewceyî xwe bikin. Ewqas talanî û sîyaseta cenosîd di Efrînê de bi serê gelê Kurd hatin kirin, ma çima deng ji wan derneket? Ji ber ku baş dizanin li hember hemû pirisgirêk, destwerdanên Tirkiyê û siyaseta dagirkirinê, li hember pevçûna ku di Sûriyê de tê jiyankirin; Projeyeke çareseriyê heye. Ew proje jî modêla Konfedralîzma Demokratîk ya Rêveberiya Xweser e, ku niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye meriyetê. Ew jî dizanin ku ev proje dawî li sîstema kapîtalîst bîne.
Ji ber van sedemên durûdirêj bêdeng in, li hember hemû binpêkirin û sûcên dagirkeriyê lal in. Bi nêrîna min bêdengiya navnetewî li hember tavahî rewşa Sûriyê, ji ber ev pevçûn û kirîz ji akedemiyên wan hatine derçûn û ew vê teşeyê dîzayîn dikin. Her wiha dixwazin navbera Kurd û Ereban de gîtneyek ku bi sedan salan neqede, ava bikin. Ji bo şiyariya li hemberî lîstokên qirêj ên dagirkeriya Tirk, çi ji gelê Efrînê tê xwestin?
Em bi gelê me yê li Efrînê maye re dibêjin Ka ji xewa mirinê rabin bila cavên xwe li ser siyasetên ku têne meşandin vekin. Nekevin penca siyaset û komên ENKS’ê yên îtîlafê. Ev kes êdî dawî li wan hatiye û wê dîrok van bi bîr bîne çi dikirin û ji bo gelê Kurd çi bazar meşandin e. Divê gelê me bawer neke ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hikûmeta Colanî werin wan ji pencên komên çete xilas bikin, tersî wê hatina wan tê maneya rewakirina hebûna komên çete li Efrînê. Eger rast dixwestin komên çete ji Efrînê derxînin, bi gotinekê her tişt dihate guhertin. Ma ne Ebû Emşe nimûneya herî ber bi çav e. Wê çawa jê re bêjin şûrê xwe li ser stûyê gelê Kurd rake. Êdî nikarin bi sînaryoyekî wisa me bixapînin.
Ji ber vê yekê bila baweriya me bi hêz û siyaseta me hebe. Efrîn wê her ya Efrîniyan be û wê vegerekî bi rûmet û ewle para tevahî gelê Efrînê be.