Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê roja tarî bikin, roja azadiya Rêber Apo

15/02/2025
in NÛÇE
A A
Em ê roja tarî bikin, roja azadiya Rêber Apo
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Viyan/Qamişlo


Bi pêşengiya Însyatîfa Gel ya kantona Cizîrê, li kêleka stadyuma şehîdên 12`ê Adarê mitıngek girseyî ya bi dirûşmeya “Em ê roja tarî bikin, roja azadiya Rêber Apo” hat lidarxistin. Bi tevlîbûna sedan şenîyên Kantona Cizîrê û endamên sazîyên Rêveberîya Xweser çalakî heya direngiya demê hat domandin.

Miting bi xuleya rêzgirtinê ya ji bona ku şehîdên şoreşê û pêngava “Hûn nikarin Roja me Tarî Bikin” destpêkir. Qada mîtingê bi wêneyên Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan hatibûn xemilandin.Welatiyên ku bi cilê gelerî tevlîbpna xwe ya meşê kiribûn dîmenên coş derxistin qada mîtingê. Di mîtingê de, endama Desteya Rêveber a Hevseroktiya PYD’ê Foza Yusif  û li ser navê pêkhateyên Ereb jî endamê Ruspiyên êla Teyî ya Kantona Cizîrê Hesen Ferhan bi zimanê Erebî axivîn. Di mîtingê de peyamên Rêber Apo yên ji bona silavkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Foza Yusif ve ji girseyê re hat ragihandin û Berxwedana Bendava Tişrînê hat silavkirin.

‘Silavên Rêber Apo yên germ ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên berxweder hene’

Endama Desteya Rêveber a Hevseroktiya PYD’ê Foza Yusif  ji girseya ku tevlî mitîngê bibûn silavên Rêber Apo gotin û wiha axivî: “Pêvajo pir hesase û pir hesab li wê pêvajoya ku Rêberê gelan Rêber Apo pêşengtiye jê re dike tên kirin. Eger dewleta Tirk û rayedarên hikûmetê ev derfeta ku Rêber Apo gelê kurd û Tevgera Azadiyê re danûstandinê ne de avakirin û Rêber Apo rewşa dîlgirtinê de dernekeve ev pêvajo nagihije serkeftinê. Dema ku êrîş û şer hebe em dîsa nikarin qala aşitîyekî mayinde bikin. Rêber Apo mîmarê azadiyê ye û mifteyê çareseriyê li gel Rêber Apo ye. Rayedarên dewleta Tirk ya dagirker dibêjê bila Rêber Apo daxuyaniyekê bide, ji bona ku Tevgera Azadiyê çek berde. Lê tenê bi daxuyanîyekê em nikarin tevgerekî şoreşgeriya 45 salan zêdetir dike û şerê çekdarî dimeşîne çek bidin berdan. Pêwîste hemû aliyên ku peywendîdar ciddî nêzî Rêber Apo bibin. Dîsa Rêber Apo silavên germ ji were şandine û berxwedaniya gelê me silav kirine. Em hezar caran silavên Rêber Apo hembêz dikin û sozê didin Rêberê xwe em ê fizikî azadiya Rêber Apo mîsoger bikin. Rêber Apo jina kurd û jinên herêmê li cîhanê dan naskirin. Ev bû sedem ku modela Rêveberiya Xweser û projeyên jinê di nav cîhanê de bibin model. Ji ber ku zarokên 7 salî û heya kalên ku temênê wan 70’ê salî ji bona azadiya Rêber Apo di nav tevgerekê xurt dan e. Bi rastî jî, bi ramanên rêberê rojê ev gel bûn şoreşger û niha bi şêwaza şêrê gelê şoreşgerî berxwe didin. Em dîsa şehîdên “Hûn nikarin Roja me Tarî Bikin” û yên Bendava Şehîdan xwe kirine pêşengên gel bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”

Di heman demê de Endamê Ruspiyên êla Teyî ya Kantona Cizîrê Hesen Ferhan di axaftina xwe de anî li ser ziman ku Rêber Apo ne tenê Rêberê gel û netewekê ye, Rêber Apo Rêberekî cîhanî ye û wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û ramanên xwe bûye Rêberekî gerdûnî û cîhanî. Em bi fikir û birdoziya Rêber Apo di asta navnetewî de bûne bi nav û deng. Ev serkeftineke mezin ya gelên herêmê ye. Em Ereb, Siryan, Ermen û Tirkmen di bin paradigmaya Rêberê gelan de weke xwuşk û bira jiyan dikin û ti cara ev aramiya gelê herêmê xirab nabe. Ji ber ku bingehek xurt û bawerîyekî mezin hatiye avakirin.”

Mîtîngê bi stranên Hûnergeha Welat ya bi navê “APO û Bendava me ye” coşekê mezin di nav girseyê de dia ava kir. Mitîng bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan nab e, Bîjî Serok Apo û Bijî berxwedana QSD’ê” hat bidawî kirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.