Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ daxuyanî da

15/02/2025
in NÛÇE
A A
Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ daxuyanî da
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser diyar kir ku komîteya amadekar a ‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin, nûnertiya tevahî gelê Sûriyeyê nake.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî komîteya amadekar a “Kongreya Diyaloga Nîştimanî” ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin, daxuyaniyek weşand.

Rêveberiya Xweser di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku bi hilweşîna rejîma Baasê û despotîzmê re hêviyên gelê Sûriyeyê yên pêkanîna daxwazên xwe yên avakirina siberojeke demokratîk nû bûn.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku komîteya amadekar ya “Kongreya Diyaloga Nîştimanî” ya Sûriyeyê pîvanên yekalîbûnê nîşan dide û wiha got: “Ev nêzîkatiya şaş encamên nirxandina şaş a rewşa Sûriyeyê ye. Înkarkirin û paşguhkirina ku komîteyê esas girtiye, metirsiyên ku Sûriyeyê ber bi pergala navendî ya berê ve vegerîne, çêdike. Em vê rewşê hêvî nakin û ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî naxwazin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Pêdiviya me bi nûnertiyeke rasteqîn a bêyî dûrxistinê ji bo tevahiya sûriyeyiyan heye. Herwiha pêdiviya me bi pêşketineke zelal a pîvanên yekitî û hevkariya nîştimanî ya Sûriyeyê heye. Divê bi rêya beşdariya çalak û demokrat a tevahî tevgerên siyasî, sivîl û jinan pêdiviyên pêvajoya derbasbûnê li ber çavan bên girtin. Nabe îrade û biryara nêzî nîv milyon sûriyeyiyên li herêma me were paşguhkirin.”

Rêveberiya Xweser daxuyand ku komîteya amadekar a nûnertiya tevahî gelê Sûriyeyê nake û hêviyên tevahî pêkhateyên wê bi cih nayne. Herwiha diyar kir ku bi dûrxistin û paşguhkirina aliyekî ne mimkin e diyalog pêk were.

Rêveberiya Xweser îşaret bi vê yekê ki: “Ev dûrxistin destpêka siyaseta paşguhkirinê ye ku dê qet ji aliyê sûriyeyiyan ve neyê qebûlkirin. Em teqez dikin û bang li kesên Sûriyeke yekbûyî û bihêz dixwazin dikin ku bêyî înkar an paşguhkirinê rewşa Sûriyeyê baş bixwînin. Hêza welatê me Sûriyeyê di yekitî, hevgirtin û çarenûsa wê ya hevbeş de heye. Ev jî mîsogeriya rasteqîn a siberoja demokratîk e ku layîqî reseniya gelê Sûriyeyê û fedakariyên zarokên wê be.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.