Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rêber Apo Îradeya Azad Bilind kir’

15/02/2025
in NÛÇE
A A
‘Rêber Apo Îradeya Azad Bilind kir’
Share on FacebookShare on Twitter

Selena Dêrik


15’ê Sibatê, roja ku heta her şaneyên mirovan xwe bi lerzeke, ji tariyeke bê pênase dida nîşandan. Bêdengiyeke wer ku heke teqiyaba wê cîhan li berxwe biriba. Awir, di kûrahiya kendaleke bêbinî de sar û mîna qeşayê…

Baran û berfek wiha bi keser û reştarî asîman…

Bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê re komplogeran dixwestin bend û sînoran deynin pêşiya Rojê… Ango hewl didan ji holê rakirin “Roniya Pîroz” da ku mîna serdemên borî di nav tarîtî û sermaya qedapêketî de bimîne careke din gelê Kurd…

Komplogeran hewl didan evîna di dilê gelê Kurd de ya her kêlî xwe bi bawerzîna ji çiyayan mezin dikir tine bikin. Lewma, ew qasî bi tesîr bû 15’ê Sibatê “Roja Reş”. Lewma, ew qasî diêşand can 15’ê Sibatê “Roja Reş”. Diperitand dil û gotin bi lêv nedibûn…

Kesekê/î nikarîbû li çavên hev binihêrin; ji ber ku şopa keserê xwe di rûyan de dida nîşandan. Qidûmşikestî û westiyayîbû jiyan, û 15’ê Sibatê “Roja Reş” bû ji bo Kurdan.

Te digot qey rawestiyaye dem. Xewnek bi kabûsan tijî û ew qas giran…

Roj, Evîndar, Dilsoz… Çavkaniya hêviyên gelê Kurd, Rêber Apo dîl ketiye… 15’ê Sibatê Roja Reş û ew qasî biêş.

Rêber Apo, ji hemû rengan ê herî biwate û azad…  Îrade, ruh vîn û hêz û qudreta herî pak û bedew… Her diyardeyê, her şaneyên jiyanê di mikurhatineke ji bêdengî û lawaziyê dûr xwe nîşan dida, xwe dida diyarkirin û xuyakirin…

Serdeman û dîrokê ji şelale û robarên ramanên Rêber Apo xwe xwedî dikirin… Coş e ji gumanan re, kêfxweşî û berxwedan e ji gelan re…

Ma tê dîlgirtin gelo, heybeta di awirên şervanan de û rêhevalê herî muqeddes û bêhempa yê cangoriyên Kurdistan?… Na na…

Afirand careke din û careke din hêvî û hestên herî mezin ên jiyana azad… Rêber Apo, ken û strana li ser lêvan… Xerab kir û di qirika komplogeran de hişt hewes û planên wan…

Kêlî bi kêlî afirand û can da jiyana azad, çavên bi keser da kenandin…

Rêber Apo got, “Min dema pê li erda giravê kir, ji kesên îfadeya min stendî re got: ‘We ez zevt nekirim, hêza we jî têra vê nake. Ez bi komployekê radestî we kirim û di demeke dirêj de wê ev yek bi kêrî we jî neyê.’”

Rêber Apo, vala derxist Komploya Navneteweyî. Û xîmên jiyaneke azad li Kurdistana şêrîn û bedew bi rengekî ku ti carî neyê hilweşandin û xerabkirin, bi cih kir…

Îradeya gelekî azad, kamil û pêşeng bilind kir, Rêber Apo.

Rêber Apo afirandin û avakirina jiyana nû bi van hevokan nirxand: “Ez ne bi tenê xwe car caran ji nû ve diafirînim, ber bi roja me ya îro, hema bêjin min hewl da ez xwe her kêlî ji nû ve biafirînim. Dema min ev kir, ez bi vê rastiyê û weke heqîqet bi îfadeya wê tevgeriyam. Bi vê, min bi awayekî azad xwe kir civakî, min xwe weke neteweya demokratîk (Kurd) berbiçav kir. Min xwe weke modernîteya demokratîk ji tevahiya mirovatiyê re, ji tevahiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn û ferdên wê re pêşkêş kir.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.