Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojên berxwedana bendava Şehîdan

13/02/2025
in NÛÇE
A A
Rojên berxwedana bendava Şehîdan
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo


Li Bendava Şehîdan, çalakiyên gelê berxwedêr yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi coş, kelecan û soza serkeftinê berdewam dikin?.

Li Bendava Tişrînê berxwedaniyekî bêhempa ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê meşandin. Her wiha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Bendava Bexwedanê ya Tişrînê nobeta parastinê digrin, bi hêz û vîneke pir mezin gel berxwedana xwe didomîne. Li bendavê ji derketina rojê û heyanî êvarî gel di nava çalakî, têkoşîn û berxwedanêdeye û bi coş û kelecan welatî tevlî berxwedanê dibin û ji derketina rojê heyanî êvarî li ser piyane.

Di saat 6`ê seharê û bi derketina rojê re, gelê ku li bendava Tişrîn nobeta parastinê dikin ji xew şiyar dibin û roja xwe bi paqijkirina derdorê re destpêdikin. Her kes bi rihekî komînal û berpirsyar tevdigere. Beşek ji welatiyan paqijyê dikin û beşê din jî xwarina taştê amede dikin.

Piştre nêzî saat 8`an gel dest bi çalakiyên xwe yên cur bi cur dikin. Her wiha gel li qada bendavê li hev kom dibin û bi siloxan, daxuyanî û axaftinên ku têne kirin nerazîbûna xwe li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk yên ku li ser welatiyan û li ser bendavê têne kirin şermezar dikin. Di heman demê de bi coş û kelecaneke mezin govend û dîlan tê gerandin.

Belê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bendava berxwedanê ya Tişrînê her bi duruşmeyên‘Bendava Şehîdan emê bi canê xwe te biparêzin û bijî berxwedana şerê gelê şoreşgerî û bijî berxwedane şervanên QSD`ê’ bi qêrîn û tilîliyên dayikan her dem têne berz kirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nobeta parastina bendava Tişrînê dikin û bi rihê xwe berpirsyartiya xweparastina bendavê girtiye ser milê xwe. Angu em dikarin bidin destnîşan kirin ku gel bi tevlîbûna xwe ji berxwedaniyê re piştgiriya xwe ji şervanên QSD`ê û sekna xwe ya bi biryar li hemberî hemû êriş û gefên dagirkeirya tirk êşkere kir.

Rojane êriş bi belaferên şer û keşfê li ser bendavê û pira qereqozaqê têne kirin, ev êrîş dibin sersebebê ku heyanî neha di encama van êrîşan de gelek welatî şehîd ketine û gelek birîndar jî çêbûne û ji bo jiyanê zerarên mezin bi xwe de tîne û eletrîk li kantona Firatê bi giştî hatiye qut kirin,  lê rûxmî vê yekê jî gel bi hemû hêz û îradeye xwe berxwedaniya xwe dewam dike.

Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe di nava berxwedaniya bendava Şehîdan de digrin û ji bona parastina çavkaniyên jiyan xwe di nava têkoşînê de ne. Rojane dagirkeriya tirk êrîşî bendavê dike û rojane birîndar û şehîd hene, lê gel bi wêrekiyeke mezin li ber xwe dide û gav paşve navêje û bi vîna xwe bibiryare ku destkeftî û çavkaniyên xwe yên jiyanê biparêze. Dema ku dibe êvar jî welatî hemû li qada bendavê li dora air kom dibin û bi awaz, stran û govend gerandinê coş, kelecan û biryardariya xwe ji bona berdewamkirina berxwedanê ji cîhanê re didin raber û soza ku wê bendavê biparêzin didin ker kesî.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.