Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên kantona Cizîrê Komploya Navnetewî şermezar kirin

12/02/2025
in NÛÇE
A A
Jinên kantona Cizîrê Komploya Navnetewî şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo


Di çarçoveya şermezarkirina Komploya Navmetewî de, bi dirûşmeya‘Jin Jiyan Azadî li hemberî komployan bi ser dikeve’, Kongra Star meşeke girseyî li bajarê Qamişlo lidar xist.

Îro, di seat 11` an de kongra Star ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî a li dijî Rêber Apo, meşeke girseyî li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo li dar xist. Herwiha di meşê de bi sedan jin ji kantona Cizîrê beşdarbûn. Meş ji çerxerêya Sîvan dest pê kir û ber bi Stadyûma Heysem Kiço ya Qamişlo bi daw bû.

Piştî ku meş veguherî mîtîngê, kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin. Piştire li ser navê Kongra Star, Koondîrasyona Kongra Star Rîhan Loqo axivî û wiha got: “Ji qada şoreşa jinê hezar silav ji bo Rêberê gelan, Rêber Apo re, di sala 1999 ’an de bi destê 34` welatên faşîst komployekî Navnetewî li ser Rêber Apo dane meşandin, ew dixwazin ku bi riya vê komployê re dawî li îradeya azad bînin. Herwiha bi riya vê komploya Navdewletî gel li derdora Rêber Apo bûn bi melyonan û bi taybet jin, ne tenê jinê kurd lê berê jin ereb, ermen, tirkmen, êzîd û tevahî ol. Di heman demê de birya vê komployê em ji hezaran bûn bi melyonan û ji Kurdistanê em bûn Rojhilata Navîn. Di Rojhilata Navîn de Rêber Apo bû gerdûnî û em ji dagirkeran re dibêjin win nikarin îradeya gelê azadî xweaz bişkînin û roja me tarî bikin.”

Piştî wê li ser navê Yekîtiya Suryanî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semer Ebdela axivî û wiha got: “Komploya li ser Rêber Apo hatiye pêkanîn li hehmebr dengê azadî û demokrasiyê bû, bi taybet li hember kesayetên ku di oxira wê de têkoşîn dikirin bû. Di şexsê Rêber Apo de xwestin tevahî gelên azadîxwaz bêdeng bikin. Ji ber felsefeya ku rêber Apo pêşkêşkiriye azadiya tavahî pêkhate, bawerî û netewan digirt nava xwe. li ser vê bingehê em weke jinên Aşûrî- Sûryanî kompiloya ku li ser Rîber Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn şermezar dikin. emê ji bo hilweşandina siyaseta kompiloyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêbertî têkoşîn xwe bidomînin.”

Di heman çarçoveyê de Koodîrasyona jinê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Anehît Qesebiyan axivî: “  Dewletên dagirker ji bo ku îradeya gel bişkînin, kompioyeke li ser Rêber Apo pêkanînin. Ji ber vê yekê Rêber Apo di nava çar dîwaran de jiyan dike, lê wî berxwdaniyeke mezin kir, ev bûye 26 sal  wî serê xwe li hemberî wan netewandiye. Herwiha dagirkeran nedikarîbûn felsefa Rêber Apo a ku ketiye rihê jinê de bibinxînin. Ji ber ku jin îro li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîn û berxwedaniyê dike.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.