Hîwa Azad
Di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyem de hêzên hegemon careke din biryara ji nûve dizaynkirina Rojhilata navîn dane. Di avakirina “Rojhilata Navîn ya nû” de, Kurdistan navendeke esasî ye
Nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn di dema şerê cîhanê yê yekem de hate diyarkirin.
Di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyem de hêzên hegemon careke din biryara ji nûve dizaynkirina Rojhilata navîn dane. Di avakirina “Rojhilata Navîn ya nû” de, Kurdistan navendeke esasî ye. 7’ê Cotmeha 2023’an bi destpêkirina şerê Îsraîl û Hamasê pêvajo veguherî qonaxeke nû. Şerê wekaletan veguherî şerê dewletan û dewleta Sûriyeyê hilweşiya. Îran û Rûsya li heremê hatin bêbandorkirin. Sînorên Netewe-Dewletan bûn mijara nîqaşê. Serokê dewleta Îsaîlê eşkere got “em ê nexşeya Rojhilata Navîn biguherînin.” Guhertina nexşeya sîyasî ya Rojhilata Navîn tê wateya hilweşîna peymana Sykes-Pîcotê. Gelek derdorên siyasî li ser şerê herêmê dibêjin di dorê de guhertina Netewe-Dewletên wekî Iraq, îran û Tirkiyeyê jî heye!
Di Şerê Cîhanê yê Yekem de hêzên dîzaynker yên Rojhilata Navîn, bi taybet Brîtanya û Fransa hebûna gelê Kurd piştguh kirin, kurd kirin qurbana berjewendiyên siyasetên xwe yên herêmê. Bi qasî siyaseta xirab ya hêzên hegemon, bêsiyasetiya gelê kurd jî bû sedem ku Kurdistan bibe çar parçe û neteweya kurd bê statu were hiştin. Lewaziya pêşengên kurdan, hevnegirtina wan, parçebûna wan, bê bernameyiya wan sedemên esasî ne ku tune hatin hesibandin. Tunebûna aqilekî stratejîk, siyaseteke hevgirtî û hêzeke navendî gelê kurd xist nav xeteriya îmhabûnê. Di encama Şerê Cîhanê yê Yekem de bê statuhiştina gelê kurd bi qasî ku hêzên hegemon tawanbar in, ji wan zêdetir jî bêsiyasetiya kurdan tawanbar e.
Heger gelê Kurd bixwaze ji vê rewşa kambax derkeve berî her tiştî pêwîst e bi aqilekî stratejîk yê hevgirtî pêvajoya ku niha di Rojhilata Navîn de heye pêşwazî bike.
Şerê guhertinê li Rojhilata Navîn dewam dike. Ev şer çawa û kengê bi dawî bibe ne diyar e. Tişta diyar ew e ku di encama vî şerî de nexşeya Rojhilata Navîn ya sîyasî û cografîk dê ji nû ve were diyarkirin.
Dîrok mamosta û fêrkerê herî mezin e. Sed sal berê dema Rojhilata Navîn serûbinî hev bû û ji nû ve hat dîzaynkirin li ber çavan e. Gelê kurd ji ber çi winda kir tê zanîn. Heger ders ji dîrokê were girtin û li gor wê gavên pêwîst werin avêtin dibe ku kurd bikarin vê çarenûsa bêyom veguherînin çarenûsa serkeftinê.
Derfet hene ku gelê kurd ji rewşa heyî ya heremê sûd wergire
Hilweşîna rejîma BAAS di heman demê de hilweşîna siyaseta tekperestî ya Netewe-dewletên heremê ye. Dewlet û siyasetmedarên Rojhilata Navîn li gor rewşa heyî xwe nerm nekin, xwe ji demokrasî, wekhevî û edaletê re venekin nikarin wekî berê hebûna xwe bidomînin. Îsbata wê Sûriye ye. Beriya wê Iraq e. Niha Îran e, sibe dibe ku Tirkiye be. Yan wê xwe biguherînin yan jî wekî nimûneya ku li Suriyeyê hatiye dîtin wê werin guherandin. Dewleta tirk bi israr û înad dixwaze statukoya berê biparêze. Ne tenê ji bo xwe ji bo hemû Rojhilata Navîn dixwaze statuko were parastin. Hilweşîna statukoyê ji ber ku derfetê ji hebûna gelê kurd re vedike, parêzvaniya statukoya heremê giştî dike. Ji bo her çar dewletên ku Kurdistan di bin dagirkeriya wan de ye yekparebûna netewe û dewletê dixwaze. Tirsa azadiya Kurdistanê ewqas mezin bûye ku di hişmendiya wan de, rêveberên dewleta tirk biçin kîjan welatê cîhanê, bahsa yekparebûna wê dewletê dikin. Dewletên ku pirsgirêka wan a yekparebûnê tune ye jî matmayî li daxuyaniyên nûnerên dewleta tirk mêze dikin.
Rejîma Baas hilweşiya. Sûriye dê ji nû ve were avakirin. Di avakirina Sûriyeya nû de ji bo gelê kurd mafê xwe bi dest nexe çi ji destê dewleta tirk tê dike. Her roj behsa yekparebûna axa Sûriyeyê dikin. Dibêjin; “Sûriye welatê ereban e û lazim e navê dewletê bibe Cumhuriya Erebîya Sûrîya.” Ji gelên Sûriyeyê zêdetir ew hewl didin nav lê bikin. Bê guman ji tirsa hebûna kurdan van tiştan dikin. Siyaseta ku di nav Tirkiyeyê de li dij gelê kurd dimeşînin, dixwazin li Sûriyeyê jî bimeşînin. Jixwe çeteyên HTŞ û SMO wekî hêza xwe dibinin. Bi destê van grupên çete dixwazin destkeftiyên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji destê kurd û ereban derxînin.
Ji destpêka şerê Sûriyeyê 2011’an ve dewleta tirk hewl dide rê li pêşketina kurdan bigire. Çiqas çeteyên hov û dirinde hebûn, yên wekî DAIŞ, El Nusra, îxwan, El Qaîde û hwd. li dij gelê kurd bi kar anîn. Li Kobanê, Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Spî bi destê van çeteyan qirkirin bi serê gelê kurd anîn. Qetlîamên mezin çêkirin. Tevî hemû êriş û qirkirinan gelê kurd hebûna xwe parast û gav bi paş de neavêt. Êrişên dewleta tirk li dij Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Hem di aliyê eskerî, hem di aliyê siyasî-dîplomasî de dixwazin gelê kurd bifetisînin. Hemû derfetên teknîkî û teknolojî li dij hebûna kurdan bi kar tînin. Li kêleka vê hovîtiya ku dike, şerê taybet û şerê pisîkolojiyê jî dimeşîne. Roj tune ye ku kurdan bi kuştin û qirkirinê tehdid nake. Bi van gotin û tehdîdan tirsa xwe ya ji hebûna kurdê azad dide der.
Li şûna ku hebûna gelê kurd qebûl bike û rêzê ji îradeya gelê kurd re bigire, êrişan dike. Sed sal derbas bûn, nikarîbûn hebûna gelê kurd ji holê rakin. Ji îro û pê ve qet nikarin pêşî li kurdan bigirin. Guhertinên di Rojhilata Navîn de çêdibin, deriyên derfetên nû li pêşiya gelê kurd vedikin. Herêm ji nû ve tê dîzayin kirin. Di şerê cîhanê yê yekem de kurdan nikarîbû ji derfetên heyî sûdê bigirin, lê îro rewş cuda ye. Gelê kurd xwedî aqilekî stratejik, xwedî feraseteke polîtîk, xwedî rêxistinên eskerî û sîyasî ye. Hevgirtina kurdan di asta tê xwestin de nebe jî ji demên berê pir pir baştir e. Kurd êdî pêvajoyê dixwînin û dizanin siyasetê bikin. Bijardeya gelê kurd ya îtîfaqê bi hêzên gelên herêmî û dewletên navneteweyî re heye. Îro dema behsa guhertin û veguhertina Rojhilata Navîn tê kirin gelê kurd wekî aktorê sereke yê pêvajoya guhertinê tê dîtin.
Bi taybet di şerê li dij DAIŞ’ê de gelê kurd ji dinyayê re isbat kir ku xwedî hêza parastin û avakirina jiyana nû ye. Hemû cîhanê ev rastî dît. Raya giştî ya cîhanê piştî hilweşîna rejîma BAAS’ê ji hatina HTŞ’ê bo Şamê dudil e. Her kes bi guman nêzîkî DAIŞ’iyên berê dibin. Hêzên cîhanê di pêvajoya şopandin û ceribandinê de ne. Bê guman di serî de Brîtanya û Amerîka hêzên li Sûriyeyê aktif in dê li gor berjewendiyên xwe nêzikatiyan diyar bikin. Sûriyeke nenavendî wê di berjewendiya gelên heremê de be. Lê divê em bizanin û hişyar bin, gelek caran ewlehî û berjewendiya gelan bûne qurbanê berjewendiyên hêzên hegemon.
Di sûriyê de du feraset hene
Di Sûriyeyê de du feraset li ber çavê cîhanê ye. Di aliyekî de Rêveberiya Xweseriya Demokratik ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, di aliyê din de bermayiyên El Qaîde, nûnerê îslama tundrew HTŞ. Kîjan hêz bikare bê cudakarî hemû deng û rengên Sûriyeyê li xwe kom bike wê bi ser bikeve.
Gotinek heye dibêje “feydeya tirsê ji mirinê re nîne.” Mirov ji çi bitirse ew bi serê mirovan de tê. Dewleta tirk yan wê xwe biguherîne, yan jî wê were guherandin. Di nav Netewe-Dewletên li Rojhilata Navîn de hatin avakirin yek ji dewletên herî zêde hişk nêzikî kurdan bû, xwest gelê kurd tune bike dewleta Tirkiyeyê bû. Dewleta tirk ji bo kurdan tune bike gelek rê û rêbaz ceribandin. Ji şêwazê qirkirinê heta bi bişaftinê, ji koçberkirina gel, heta bi guhertina demografyayê gelek hewldan kirin. Girtin, kuştin, îşkencekirin bê hed û hesab pêk anîn. Di encamê de bi berxwedan û şerê azadiya Kurdistanê gelê kurd hebûna xwe parast û gihişt qonaxa avakirina pergala netewa demokratîk û azad. Modela çareseriyê ya ku Rêber Apo pêşkeş dike ji bo hemû welatên Rojhilata navîn derfetek e. Tirkiye jî di nav de, Îran, Iraq, Sûriye yan wê xwe biguherînin, deriyê xwe ji demokrasî, azadî û wekheviyê re vekin, yan jî di çarçoveya dîzayinkirina nû de wê bên guherandin.
Rewşa cîhanê û pêvajoya Rojhilata Navîn ji me re vê dibêje; yên li gor ruhê demê tev negerin, guhertin û veguhertinan bi xwe re çênekin nikarin li ser piyan bimînin. Ji bo mirov li gor ruhê demê tev bigere pêwîst e mirov serdema ku tê de dijî baş binase. Her serdemek taybetmendiyên wê yên siyasî û civakî hene. Dîrok diherike û herikandin guhertinan bi xwe re tîne. Di şêwazê jiyan, rêxistinbûn û rêveberiya civakan de guhertinên mezin çêdibin. Her tiştê ku neherike dirizê, genî dibe û dimire. Ev rastî ji bo hemû civak û heta fikrê mirovan wisa ye. Li dîroka mirovahiyê binêrin em ê bibînin çiqas guhertin û veguhertin di jiyana civakan de çêbûne. Bi sedan sîstem hatine avakirin û xirakirin. Li ser rûyê cîhanê bê hejmar dewlet hatine avakirin, riziyane û mirine. Zibilxaneya dîrokê tijî ye ji dewletên mirî. Ew dewletên ku digotin em ezel û ebed in îro li ku ne?
Bê hejmar fikir derketine, bi pêş ketine, belkî di dema xwe de rol jî lîstine, lê li hember herikandin û xwenûkirina xwezaya civakê kevn bûne û hatine derbaskirin. Wekî ku fîlozofê Yûnanî Heraklîtos dibêje “Her tişt diguhere, di wî çemê de ku ava wî diherike du caran nikarî xwe bişoyî” tiştên neguherin tune ne. Yê neguheriye nemaye. Her tişt yan diguhere yan dirize. Ji civaka mirovan bigire heta bi hemû hebûnên xwezayê. Her tişt hertim di nava guhertin, veguhertin û jinûveavakirinê de ye. Pêşiyên kurdan dibêjin: “Dewran siya darê ye. Geh li vî alî, geh li wî alî ye.
Li hember fikrê ku dema wî hatiye û gelê ku ji bo azadiya xwe rabûye serhildanê, tu hêz nikare bisekine. Kesên hêza dîrokê bidin pişt xwe, bi zanista wê hêzê xwe bipêçin û li pey xeyalên xwe bikevin wê sedî sed bi ser bikevin.