Hîwa AZAD
Ji bo nasîna hêza xwe û dijmin, fîlozofê stratejiya şer Sun Tzu (BZ. 544-496) wiha dibêje; “heger di şer de, tu xwe binasî û dijminê xwe nenasî tu yê carinan bi ser bikevî, carinan têk biçî. Heger tu hem xwe û hem dijminê xwe binasî tu yê hertim bi ser bikevî. Lê tu ne xwe ne jî dijminê xwe binasî tu yê di şer de hertim bi bin bikevî.”
Heger mirov bizane dersan jê bigire dîrok mamosta û fêrkerê herî mezin e. Hemû bûyerên îro li ser rûyê cîhanê rûdidin berhemên herikandina dîrokê ne. Li ser rûyê cîhanê hîç tiştek jixweber, di carekê de çênabe û çênebûye. Hemû tiştên ku çêdibin bingehekî wan, çîrokeke wan û rabirdûyeke wan heye. Mînak tov li bin erdê ye, lê dar li ser rûye erdê şîn dibin. Eger em tov û koka darê nebînin, tenê darê bibînin, em girêdana tov, av û axê nebînin, têkiliyên di navbrera wan de çi ne nezanin û çawa bandorê li ser hev dikin fam nekin, em ê nekarin bêjin ew dar çi ye û bi kêrî çi tê. Tiştê ku ji dûr ve wekî dar xuya dike di nava xwe de çi dihewîne em ê nezanin. Ev jî dê bibe sedem ku em nikarin rastiya darê fam bikin.
Bûyerên demkî û dîrokî jî wisa ne. Li pişt her hebûn û bûyerekê pêvajoya çêbûna wî heye. Her tişt, her dem di nava nûbûn û çêbûnê de ye. Her tişt hereket dike, di nava guhertin û veguhertinê de ye.
Mirov rojane û seranser bifikire nikare kûrahiya bûyeran fam bike. Bûyerên îro li herêma Rojhilata Navîn û Kurdistanê rûdidin heger em bi perspektîfa zanista dîrokî ya siyasî lê mêze nekin em ê nekarin rastiyên îro li heremê diqewimin baş fam bikin. Pêwendiyên di navbera duh û îro de, pêwendiyên gelên heremê û hêzên hegemonîk baş neyên nasîn em ê nekarin ji nav kaosa heyî derkevin.
Rewşa gelên heremê û gelê kurd di çarçoveya vê perspektîfê de dikare were famkirin. Ji bo ku em bizanin bi çi re rûbirû ne lazim e em hem xwe, hem dîroka xwe û hem jî dijminê xwe baş binasin.
XWENASÎN HÊZ E
Ji bo nasîna hêza xwe û dijmin, fîlozofê stratejiya şer Sun Tzu (BZ. 544-496) wiha dibêje; “heger di şer de, tu xwe binasî û dijminê xwe nenasî tu yê carinan bi ser bikevî, carinan têk biçî. Heger tu hem xwe û hem dijminê xwe binasî tu yê hertim bi ser bikevî. Lê tu ne xwe ne jî dijminê xwe binasî tu yê di şer de hertim bi bin bikevî.”
Li Rojhilata Navîn şerê netewe, ol û mezheban bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li ser esasê kî bibe destilatdar û heremê kontrol bike nîqaş û têkoşîneke mezin tê kirin. Careke din şerê parçekirin û parvekirinê di rojevê de ye. Her welat û hêz dixwaze li gor berjewendiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk heremê dîzayn bike. Di bin navê “parastina ewlehiya neteweyî de” ji Emerîka Heta Brîtanya, hemû hêzên cîhanê dixwazin di Rojhilata Navîn de hebin. Hêzên li herêmê Tirkiyê, Îran û Îsraîl bi heman mebestê hewl didin sînorên xwe fireh bikin, bi hinceta “têkoşîna li dij terorê” dagirkeriyê bi pêş bixin û erdê xwe fireh bikin. Di nav hesabên şerê dîzaynkirin û parvekirinê de gelê kurd jî hewl dide hebûna xwe biparêze, azadiya xwe bi dest bixe.
Di navenda şerê parçekirin û parvekirina Rojhilata navîn de gelê kurd û Kurdistan heye.
Ji bo nasîna rewşa îro ya Kurdistan û Rojhilata Navîn pêwîst e bi taybet 200 salên dawiyê baş werin famkirin. Di van 200 salên dawiye de li Rojhilata Navîn çi qewimî? Rewşa kurd, ereb, tirk, faris, ermen, cihû, netewe û kêmneteweyên din li heremê çi bû? Rewşa bawerî û mezheban çi bû? Pêwendiyên di navbera gelan, netewe û baweriyan de di çi astê de bûn? Heger em van baş bizanin em ê bikaribin rewşa ku niha em di nav de ne baştir fam bikin.
Bi armanca bidestxistina rêyên bazirganî û avakirina herêmên kolonyal di sala 1798’an de Fransa di bin fermandariya Napolyon de Misirê dagir dike. Fransa dixwaze di ser Misrê re xwe bigihîne Hindistanê, rêya Brîtanya û rojhilata dûr bibire. Dixwaze bi vî awayî koloniya herî giring a Brîtanya tehdîd bike, herêma bazirganiya Fransa li Rojhilat û Behra spî berfireh bike. Xwelihevrakêşandina Fransa û Brîtanyayê li Rojhilata Navîn yekem car wisa dest pê dike. Di 1798’an de Şerê hakimbûna li ser heremê di navbera her du hêzan de rewşa Rojhilata Navîn dixe qonaxeke nû. Di heman demê de deriyê hilweşandina Împeratoriya Osmanî tê vekirin.
Di sedsala 18’an de li Brîtanya pêşketina şoreşa Pîşesaziyê û li Fransayê şoreşa Burjuwaziyê ji bo hemû cîhanê deriyê guhertin û veguhertinên nû vedike. Ji Amerîka heta Çîn û Hindîstanê ev her du hêz li dij hev di nava şer û pêşbaziyan de ne. Di wê demê de her çend Împeratoriya Çar a Rusyayê û Împeratoriya Osmaniyan wekî du hêzên mezin xuya bikin jî taqeta wan a ku bikarin li hember polîtîkayên Brîtanya û Fransayê bisekinin tune bû.
Osmaniyên ku di dawiya sedsala 19’an de êdî wekî mirovê nexweş tê pênasekirin ji aliyê van her du hêzan ve tên dorpêçkirin. Hatina Fransa û Birîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn dibe sedemeke bingehîn a hilweşîna Osmaniyan.
Di şerê cîhanê yê yekem de Brîtanya bi waliyê Meke’yê Şerîf Husên re pêwendiyên baş pêş dixe. Brîtanya soz dide Şerîf Husên heger ew bi hev re Osmaniyan ji heremê derxin ew ê dewleteke ereban ava bikin. Dewleta ku were avakirin jî wê teslîmî malbata Şerîf Husên bikin. Plan û projeyên Brîtanya û Fransayê ji bo bidestxistina Rojhilata Navîn şer û aloziyên li heremê zêdetir dikin. Planên avakirina Netewe-Dewletên herêmî deriyên derfet û xeteriyên nû li pêş gelên heremê vedikin. Bi qasî ku derî û derfetên nû vedikin, ji wê zêdetir deriyê qeyran, kaos, şer û pevçûnên bê dawî vedikin.
Hîn şerê cîhan yê yekem bi dawî nebûye Rojhilata Navîn bi peymaneke veşartî ya Sykes-Pîcot 1916’an de di navbera Rûsya, Fransa û Brîtanyayê de tê dabeşkirin. Piştî şoreşa Sovyetê di 1917’an de pêk tê Rûsya xwe ji peymanê vedikşîne û peymana veşartî ji cîhanê re eşkere dike.
Di encama lihevhatina vê peymanê de nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn tê çêkirin. Bi dehan Netewe-dewlet bi nexweşiya nijatperestî, mezhebperestî, yekperestî hatine avakirin. Bi avakirina netewe-dewletên nexwezayî, klonkirî, dişibin hev hişmendiyeke teqlîdî jî hatiye avakirin. Di avakirina Netewe-dewletên heremê de Brîtanya û Fransayê rola sereke lîstine. Heta bi al û sînorên van dewletên çêkirî ji aliyê hêzên hegemon ve hatine diyarkirin. Sed sal beriya niha dewletên bi navê Tirkiye, Suriye, Iraq, Yekitiya Erebistanê, Urdûn, Katar, Siûdîya Erebistanê, Îsraîl, Kuweyt û hwd tune bûn. Ev dewletine hemû piştî şerê cihanê yê yekem ji aliyê hêzên hegemon ve hatine avakirin. Bi avakirina van dewletan re gelên ku bê dewlet mane di bin navê yek dewlet, yek netewe, yek al û yek olê de rûbirûyî qirkirinên mezin hatine.
Sed sal in ku kurd bûne qurbaniyên vê sîstemê. Sed sal in ku gelê Îsraîl û Filîstînê hev dikujin. Sed sal in ku di bin navê mezhebperestiyê de gel hev dixeniqînin. Sed sal in ku li herêmê desthilatdariyên ku ji têgiha demokrasî û nirxê mirovahiyê dûr li ser kar in. Desthilatdarî û dîktatorî wekî vîrûsekê li her welatî hat belavkirin. Hegemonya Ewrûpî netewdewletên klonkirî li heremê ava kirin, cilên demokrasiyê li wan kirin. Carinan wekî dewletên modern û demokrat hilbijartin jî hatin çêkirin. Lê proseya hilbijartinê ji lîstika şanoya demokrasiyê zêdetir ne tiştek din bû. Xwestek û îradeya gelan tu carî ji aliyê dîktatorên heremî û xwediyê wan ên navneteweyî ve nehat nasîn.
Her çend şerê cîhanê yê yekem dawî lê hatibe jî, nakokî û pevçûnên heta hetayi ji bo gelên herêmê li cih hatin hiştin. Di nav sînorên her welatekî de nakokiyên etnîkî, dînî, mezhebî hatin çandin. Yên Rojhilata Navîn dîzayn kirin zanîbûn çi sîstem ava kirine. Bi rêya nakokiyên ku bahsa wan hatiye kirin pergala Rojhilata Navîn hertim ji destwerdanê re vekirî maye.
Ji sed salî zêdetir e gelên Rojhilata Navîn, bi taybet gelê kurd êşa peymanên di navbera hêzên hegemon yên wê demê hatine çêkirin dikşînin.
Di şerê cîhanê yê yekem de dewleta Osmaniyan ji hêz ketibû, rewşa wan wekî mirovê nexweş hatibû teşxîskirin û binavkirin. Împeratoriya Osmanî bi siyaseta qirkirin û talanê xwe li ser piyan digirt. Ji avakirina çareseriyê zêdetir, bi xwe bûbû asteng li pêşiya pêşketina gelan û bûbû beşek ji pirsgirêkên herêmê. Hewldanên Îtîhat Terakî jî nekarîn Osmaniyan ji rûxandinê xilas bikin. Di encama hilweşîna Împeratoriyê de netewe-dewletek bi navê Tirkiyeyê hat avakirin. Dewleta Tirk nexweşyên Împeratoriya Osmaniyan wekî mîras girt. Li dij gelê kurd siyaseta qirkirin û talankirinê berdewam kir.
Gelê kurd û gelên heremê di şerê cîhanê yê yekem de bûn qurbaniyên siyaseta hegemonên wê demê.
Di dema dabeşkirina Rojhilata Navîn de gelê kurd bê statu hat hiştin. Erdnîgariya kurdan di nav çar netewe-dewletan de hat parçekirin û parvekirin. Her dewletekê li gor felsefeya hebûna xwe dixwest di nav xwe de gelê kurd bihelîne û tune bike. Ji polîtîkayên qirkirina fîzîkî, heta bi polîtîkayên qirkirina çandî, gelek rê û rêbaz bi kar anîn. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd ji bo hebûna xwe biparêze li ber xwe da. Li hember hemû cure polîtîkayên tunekirin, qirkirin û asîmîlasyonê hebûna xwe parastin. Ji ber siyaseta parçekirin û parvekirinê ji sed salî zêdetir e gelê kurd di nav êş, azar û zahmetiyên mezin de dijî. Gelê kurd ji bo azadiya xwe bi dest bixe li çar parçeyên Kurdistanê hertim di nav tekoşînê de bû. Netewe-Dewletên dagirker jî ji bo gelê kurd tune bikin siyaseta qirkirinê dane meşandin. Di sedsala derbasbûyî de hêzên ku ji vê rewşê sûd girtin bê guman hêzên hegemon bûn.